Agahdarî di derbarê civîna ku li ser banga HAK-PARê li dar ketibû û PAK jî beşdar bibû

Mustafa Ozçelîk (Serokê Giştî yê PAKê)

HAK-PARê, ji bo tifaqa hilbijartinan li Amedê bi PAK, TDK-TEVGER, PSK,  PDK-BAKUR, PDK, Hereketa Azadî ra  hevdîtin kiribû û bangeke nivîskî jî dabû van alîyan. HAK-PARê pêşniyar anîbû ku, van alîyan gişt di roja 21.01.2023yê da  ji bo tifaqa hilbijartinan civîneke hevbeş li dar bixin.

Heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî û Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Nûrûllah Tîmûr û Rêzdar Vahît Aba pêk hatî, êvara 21.01.2023yê beşdarî vê civînê bûn. HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan), PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), PDK-Bakur(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur), PDK(Partîya Demokrat a Kurd), Hereketa Azadî beşdarî civînê bûn.

Serokê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan di civînê da van nêrînên xwe pêşkêş kir:

’’HAK-PARê mafê beşdarbûna hilbijartinan bidestxistîye. Em dibêjin werin em lîsteyên HAK-PARê, deklerasyona hilbijartinê û bernameya xebatê ya hilbijartinan bi hevdu ra amade bikin û li ser navê HAK-PARê em beşdarî hilbijartinan bibin’’.

Hemû partî û tevgerên ku beşdarî civînê bibûn, di derbarê vê pêşniyarîya Rêzdar Duzgun Kaplan da bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Me wek PAK di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:

‘’HAK-PARê eve 8 salin ku bi awayekî neyênî pêşewazî li pêşniyarîyên PAKê û yên partîyên din yên ji bo hevkarî û xebatên hevbeş kirîye. Lê li gel vê helwesta HAK-PARê jî, em amadene ji îro pê ve ji bo berjewendîyên gelê xwe, xebatên hevbeş bi hevdu ra bimeşînin. Lê em dibêjin bi tena serê xwe tifaqeke hilbijartinê dê ne rast be û dê di raya giştî ya Kurdistanê da bi awayekî erênî neyê nirxandin. Em dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, ji bo tifaqeke  stratejîk, mayinde ya neteweyî, demokratîk divê hinek gavên destpêkî bêne avêtin. Ji bo vê rastîyê jî, berîya her tiştî, divê em ji bo ava kirina hevkarîyeke  neteweyî demokratîk ya ku  prensîbên stratejîk,yên neteweyî, Kurdistanî û xebata daxwazên acîl ên miletê Kurd bi hevra bimeşînin gavekê bavêjin û sîyaseta xwe ya di derbarê tifaqên hilbijartinan da jî em wek perçeyekî vê hevkarîyê tesbît bikin. Armanca esasî ya Hevkarîya Milî, Demokratîk, ava kirina tifaqeke stratejîk, mayînde ya doza azadîya Kurdistanê ye. Lê herweha Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê berîya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê, di dema hilbijartinan û ji bo hilbijartinên herêmî jî van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşîne: Bernameya ji daxwazên stratejîk yên Kurdistanî pêk hatîye; bernameya ku ji daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk hatîye; bernameya sîyaset û xebatên hilbijartinê. Em dibêjin ya rast ew e ku em van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşînin’’.

Di derbarê vê pêşniyarîya me da, Rêzdar Duzgun Kaplan ev tişt gotin: ‘’Nuha wext teng e. Di vê wexta kin da pêkanîna hevkarîyeke milî, demokratîk zehmet e. Werin ewil em tifaqa hilbijartinê pêk bînin. Piştî hilbijartinê jî em dikarin li ser hevkarîya milî, demokratîk biaxivin. Û heger mimkun be heta yekê sibatê di vê derbarê da hûn biryara xwe ji me ra bêjin em ê kêfxweş bin’’.

Di  derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da me wek PAK van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:

‘’Em nabêjin werin îro em cepheyeke rizgarîya neteweyî ava bikin. Di rêya tifaq, cepheyeke berfireh ya stratejîk, mayînde ya neteweyî, Kurdistanî da, wek gava destpêkî, em dikarin îro hevkarîyeke milî, demokratîk pêk bînin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi demeke dirêj nîne, em dikarin di demeke kurt da jî vê hevkarîyê pêk bînin.

Bi awayekî giştî sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da aşkere ye. Helwestên PAKê yên 8 salên bihurî jî nîşan daye ku, PAK nabêje ‘’hilbijartin me eleqedar nake’’. PAK dibêje, ‘’Divê  di hilbijartinan da, em li gorî prensîbên neteweyî, demokratîk, gelê xwe bê alterntîf nehêlin’’. Lê di derbarê hilbijartinên ku dê di roja 14ê Gulana 2023yê da, li dar bikevin da me hîna biryareke nîhaî nedaye. PAK eve 8 sale ku, berîya her hilbijartinekê, di nava partîyê da pêvajoya nirxandin, gengeşî, pêşniyar wergirtinê pêk tîne. Ev jî nîşana rêzlêgirtina îradeya endamên PAKê û nîşana demokrasî û azadîya navxweyî ya PAKê ye. Ji bo vê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve, pêşniyarîya HAK-PARê jî di nav da, emê di nava hemû endamên PAKê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê da pêvajoya nirxandin, gengeşî û pêşniyar wergirtinê destpê bikin. Piştî ku me pêşniyarî û meylên hemû endam û teşkîllat û komîteyên xwe wergirt, emê di vê derbarê da civîna Meclîsa Partîya xwe li dar bixin û biryareke nîhaî werbigirin. Ji ber vê rastîyê, ne mimkune ku em heta yekê sibatê bersîvekê bidin we; herweha ne maqûl e ku hûn jî di nava wexteke ewqas teng da, di nava hefteyekê da daxwaza bersîvekê li me bikin. Lê ya rast ewe ku, HAK-PAR di demeke maqûl da bersîva vê pêşniyarîya me bide, da ku em jî bikaribin di demeke herî kin da bersîva pêşniyarîya HAK-PARê bidin. Em dibêjin rêya herî bi tenduristî û berhemdar dê ev be’’.

Belê civîna roja 21.01.2023yê bi vî şiklî bidawî hat.

Bi vê minasebetê em dixwazin nêrînên PAKê yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk da û hinek pêşniyarîyên wê yên di derbarê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve, bi raya giştî ra parve bikin.

Nêrîn û pêşniyarîyên me yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da  

Sîyasete ma ya di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da, divê wek beşeke sîyaseta me ya Hevkarîya Milî, Demokratîk  û beşeke xebatên ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd bê hûnandin. Bi vê hişmendîyê em dixwazin sîyaseta xwe ya di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û  pêşniyarîyên xwe yên di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da bi raya giştî ra parve bikin:

1) Li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêşdebirin û serkeftina doza azadîya Kurdistanê, pêwîstîya me bi Hevkarîyeke Milî, Demokratîk ya ku li ser esasê prensîbên neteweyî, Kurdistanî bê ava kirin heye. Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bibe destpêka tifaqeke mayînde, stratejîk ya neteweyî, kurdistanî ku potansîyela herî berfireh a li Bakurê Kurdistanê bibe pêkhateyên wê.

2) Hevkarîya Milî, Demokratîk, dikare li ser bernameya armancên stratejîk yên doza azadîya Kurdistanê û bernameya dawazên acîl ên miletê Kurd bê ava kirin.

  1. a) Em dibêjin prensîbên stratejîk yên esasî yên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikarin ev bin:

Qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê; qebûl kirina mafê statuyeke sîyasi, neteweyî, coxrafî ya li ser axa Kurdistanê; qebûl kirin û rêzlêgirtina Alaya Kurdistanê û hemû nirxên neteweyî yên miletê Kurd; rêzlêgirtin û qebûlkirina azadî û demokrasîyeke navxweyî ya ku li ser esasê mafên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, sîyasî, fikrî, cinsî yên hemû pêkhateyên Kurdistanê hatibe ava kirin.

Hevkarîya Milî, Demokratîk ji bo pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn jî dikare vê sîyasetê biparêze: Pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, pirsa mafên zimên, kulturî û demokratîk yên kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd weke nifûs piranî ne, mafê xwe îdare kirinên herêmî ye.

  1. b) Bernameya Daxwazên Acîl ên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bi kurtayî bi vî şiklî be:

Divê hebûna  miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê kurdî bê bêqebûl kirin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê van mafan gişt di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din da bêne garantî kirin. Divê hemû  kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrên xwe di hefsan da ne, bêne berdan û dawî li van hemû dozên hatine vekirin bê anîn. Dewleta Tirkîyeyê, divê hemû peymanên navnetewî yên ku îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bicîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanên navnetewî ji holê rake.

3) Li gel PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, DESTPÊKA NÛ, PDK-BAKUR, PDK, HEREKETA AZADÎ, hemû partî û grûbên kurdistanî yên ku vê bernameya Hevkarîya Milî, Demokratîk bipejirînin dikarin bibin pêkhateyên Hevkarîya Milî, Demokratîk. Hevkarîya Milî, Demokratîk divê hevkarîyeke weha be ku berîya hilbijartinan, di dema hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî berdewam be, divê ji bo Hilbijartinên Şaredarîyan jî xwe amade bike. Herweha Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê ava kirina  tifaqeke Kurdistanî ya mayînde, stratejîk ya ku bikaribe potansîyela herî berfireh a civata Kurdistanê bibe pêkhateyên wê ji xwe ra bike armanc.

4) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yê da, gelê me bê alternatîf nehêle. Li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, dikare, wek dengê gelê Kurd û Kurdistanê, alternatîfa xwe ya ku, li gorî şertan bikaribe planên cuda cuda (başdarî hilbijartinan bibe û parlamentoyê jî wek platformekê bikar bîne, beşdarî hilbijartinê bibe û sonda parlamenterîyê nexwîne, boykot û alternatîfên din)  bide ber xwe pêşkêş bike. Hevkarîya Milî, Demokratîk di dema hilbijartinê da, li gel daxwazên stratejîk ên miletê Kurd, zêdetir jî dikare daxwazên acîl ên miletê Kurd bîne rojevê.

5) Hevkarîya Milî, Demokratîk, li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, di herdu tûrên hilbijartinên serokkomarîyê da dikare vê helwestê nîşan bide: Kîjan namzedê serokomarîyê yê ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bipejîrîne û li ber raya giştî teahûdê bide ku dê van daxwazên acîl di Qanûna Bingehîn û di hemû  yasayên Dewleta Tirkîyeyê da bicîh bike, emê piştgirîya wî bikin.

6) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê lê bixebite da ku potansîyela herî berfireh ya civata Kurd û Kurdistanê, partî, rêxistin û dezgehên sivîl li dor daxwazên acîl ên miletê Kurd bicivîne. Herweha divê ji bo ku li gel daxwazên demokrasî, azadî, edalet û wekhevîyê, daxwazên acîl ên miletê Kurd jî di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da cîh bigire, divê li gel potansîyela mimkun a civata Tirkîyeyê di nav dîyalog û hevkarîyê da be. 04.02.2023

Mustafa Ozçelîk (Serokê Giştî yê PAKê)

 

HAK-PAR’ın çağrısıyla yapılan ve PAK’ın da katıldığı toplantıya dair bilgilendirme

HAK-PAR, seçim ittifakı için Diyarbakır’da PAK, TDK-TEVGER, PSK,  PDK-BAKUR, PDK, Azadi Hareketi ile görüşmeler yapmış ve 21 Ocak 2023 tarihinde Diyarbakır’da gerçekleştirilmek üzere, ortak bir toplantı için yazılı bir çağrı metnini bu parti ve hareketlere sunmuştu.

PAK olarak, Genel Başkan ve Genel Başkan Yardımcılarımız Sayın Nurullah Timur ile Sayın Vahit Aba’dan oluşan bir heyetle, HAK-PAR’ın çağrısıyla 21 Ocak 2023 günü gerçekleştirilen söz konusu toplantıya katıldık. HAK-PAR(Hak ve Özgürlükler Partisi), PAK(Kürdistan Özgürlük Partisi), TDK-TEVGER(Kürdistan Demokratik Hareketi), PDK-BAKUR(Kürdistan Demokrat Partisi-Bakur), PDK(Kürt Demokrat Partisi), Azadi Hareketi söz konusu toplantıya katıldılar.

HAK-PAR Genel Başkanı Sayın Düzgün Kaplan, toplantıda şu görüşleri dile getirdi:

’’HAK-PAR seçimlere katılma hakkını kazanmıştır. Biz sizlerle birlikte  HAK-PAR listelerini oluşturarak seçim ittifakı yapmak istiyoruz. Gelin tüm listeleri, seçim çalışma programını ve seçim deklarasyonunu hep birlikte oluşturalım’’.

Sayın Düzgün Kaplan’ın bu önerisine istinaden toplantıya katılan parti ve hareket temsilcileri görüş ve önerilerini dile getirdiler.

Biz PAK olarak HAK-PAR’ın bu önerisine dair şu görüş ve önerileri dile getirdik:

‘’HAK-PAR, 8 yıldır PAK’ın ve diğer Kürdistani partilerin işbirliği ve ortak çalışmalara dair HAK-PAR’a yapmış oldukları önerilere sürekli bir şekilde negatif bir yaklaşım sergilemiş,  işbirliği ve ortak çalışmalar yönünde herhangi bir adım atmamıştır. Ama, HAK-PAR’ın bu tutumuna rağmen, biz PAK olarak yine de halkımızın çıkarlarını esas alan işbirliklerine bundan böyle de açığız. Ama, sadece bir seçim ittifakının doğru olmayacağını, Kürdistan kamuoyunda pozitif bir şekilde karşılanmayacağını düşünüyoruz. Bugün Kuzey Kürdistan’da stratejik, kalıcı, milli, demokratik, Kürdistani bir ittifaka ihtiyaç vardır. Bu nedenle, öncelikli olarak, böylesi bir ittifak yolunda, ilk adım olarak, milli, Kürdistani prensipleri, Kürtlerin acil talepleriyle bütünleştirecek bir milli, demokratik işbirliği için adım atılmalıdır. Seçimlere yönelik ittifak siyasetimizi de bu milli, demokratik işbirliğinin bir parçası olarak tespit edelim. Esas amacı, halkımızın özgürlük mücadelesinin kalıcı, stratejik ittifakının ilk adımı olarak çalışmak olan Milli, Demokratik İşbirliği, aynı zamanda, 14 Mayıs 2023 seçimleri öncesi, seçim süreci ve yerel seçimler için de, şu üç programı birlikte yürütmelidir: Kürt halkının milli, demokratik hak ve özgürlük taleplerini, Kürdistani stratejik prensiplerini, içeren program; Kürt milletinin acil talepler programı; seçim sürecinde gündemleştirilecek program. Biz bu üç programın bir paket halinde ele alınmasının daha doğru olacağına inanıyoruz ‘’.

Bu önerimize ilişkin Sayın Düzgün Kaplan şu değerlendirmeyi yaptı:

’’Zamanımız çok dar. Milli, demokratik bir işbirliğini bu kısa sürede oluşturmamız zor. Gelin önce bir seçim ittifakını oluşturalım, seçim sonrasında da milli, demokratik bir işbirliğini oluşturmak için konuşalım. Ve mümkünse, 1 Şubata kadar bu konudaki kararınızı bize bildirirseniz iyi olur’’ .

Sayın Düzgün Kaplan’ın bu değerlendirmesine dair biz PAK olarak şu görüşleri dile getirdik:

’’Biz, gelin hemen bugün bir ulusal kurtuluş cephesi oluşturalım demiyoruz. Milli, Kürdistani, kalıcı, stratejik bir ittifak, bir cephenin ilk adımlarını oluşturmak üzere milli, demokratik bir işbirliği oluşturalım diyoruz. Ve bu konuda çok uzun bir süreye de gerek yoktur, kısa bir süre içinde  oluşturabiliriz.

Biz PAK olarak, seçimlere dair genel bir siyaseti belirlemiş olmamıza rağmen, 14 Mayıs 2023’te yapılması planlanan seçimlere dair henüz bir karar almış değiliz. PAK’ın 8 yıllık pratiğinin de gösterdiği gibi, biz ‘’seçimler bizi ilgilendirmiyor’’ demiyoruz; ‘’seçimlerde milli, demokratik prensipler temelinde halkımızı alternatifsiz bırakmayalım’’ diyoruz.

PAK 8 yıldır yapılan tüm seçimlerden önce, Kürdistan, Türkiye ve Avrupa’daki tüm üyelerimiz arasında bir parti içi tartışma, görüş bildirme ve eğilim belirleme süreci başlatıyoruz. Bu aynı zamanda parti üyelerimizin iradesine  saygının ve parti içi demokrasi ve özgürlüğün göstergesidir. Parti üyelerimizin görüş ve önerileri alınıp, eğilim yoklaması yapıldıktan sonra, Parti Meclisimiz toplanıp bir karar almaktadır.14 Mayıs 2023’te yapılacak seçimler için de bu prosedürü uygulayacağız. HAK-PAR’ın getirmiş olduğu öneri dahil, tüm alternatifleri değerlendiren bir parti içi tartışma süreci başlatacağız. Bu nedenle  1 Şubat 2023 gibi kısa bir sürede önerinize dair bir cevap vermemiz mümkün olmadığı gibi, bize bir haftalık böylesi kısa bir süre önermeniz de zaten makul değildir. Biz HAK-PAR’ın teklifine bir cevap vermeden önce,  bu toplantıda önerdiğimiz teklife ilişkin HAK-PAR’ın bize makul bir süre içinde bir yanıt vermesi durumunda, elbette ki, bizim de HAK-PAR’ın teklifine vereceğimiz yanıt daha somut verilere dayanmış olacaktır’’.

Evet, 21.01.2023 günü gerçekleşen toplantı bu şekilde son buldu.

Bu vesileyle PAK’ın Milli, Demokratik İşbirliği’ne dair görüşlerini  ve 14 Mayıs 2023’te yapılması planlanan seçimlere dair  önerilerini bir kez daha kamuoyuyla paylaşmak istiyoruz.

Milli, Demokratik İşbirliği’ne  ve 14 Mayıs 2023 Seçimlerine Dair Görüş ve Önerilerimiz

14 Mayıs 2023 tarihinde gerçekleştirilmesi planlanan Türkiye Parlamentosu ve Cumhurbaşkanlığı Seçimlerine dair siyasetimiz, Kuzey Kürdistan’daki milli, demokratik işbirliği ve Kürt milletinin acil talepleri için yürütülecek çalışmaların bir bileşeni olarak ele alınmalıdır. Bu anlayıştan hareketle, partimizin bugün izleyebileceği milli, demokratik işbirliği ve seçim siyasetine dair önerilerimizi şu şekilde dile getirmek istiyoruz:

1)Kuzey Kürdistan’da, milli, Kürdistani prensipler temelinde, milli, demokratik bir işbirliği, özgürlük mücadelemizin geliştirilmesi ve amacına ulaşabilmesi için büyük bir önem taşımakta ve Kürdistan halkının en geniş kesimlerini kapsayacak, uzun vadeli, kalıcı stratejik, milli, Kürdistani bir ittifakın ilk adımlarını oluşturabilir.

2) Milli, Demokratik İşbirliği, Kürdistan özgürlük mücadelesinin stratejik hedefleri ile Kürt milletinin güncel acil taleplerini içeren bir program çerçevesinde oluşturulabilir.

a)Milli, Demokratik İşbirliği’nin en temel stratejik prensiplerini şu şekilde tanımlayabiliriz:

Kürt milletinin ve Kürdistan’ın varlığını, Kürdistan’da milli, coğrafik, siyasi bir statüyü kabul etmek; Kürdistan bayrağı ve tüm milli değerlere sahip çıkmak; Kürdistan’daki tüm etnik, dini, mezhebi, sosyal, cinsi, siyasal, düşünsel, kesimlerin hak ve özgürlüklerine saygıyı esas alan bir iç demokrasi ve özgürlüğü benimsemek.

Türkiye metropol şehirlerinde yaşayan Kürtlere dair de şu siyaset yürütülebilir: Türkiye metropol şehirlerinde yaşayan Kürtlerin Kürtçe eğitim, kültürel ve demokratik haklarının savunulması; Türkiye metropol şehirlerinde Kürt nüfusun çoğunluk  olduğu yerlerde ise Kürtlerin yerelde kendi kendilerini  yönetebilme hakkını savunmak.

b)Milli, Demokratik İşbirliği’nin, Kürt milletinin acil talepleri programını da şu şekilde tanımlayabiliriz:

Kürt kimliğinin, Kürtçe  ana dille eğitim hakkının ve Kürtçenin resmi dil olarak kabulünü; Kürdistan ismi ve Kürdistan isimli partiler üzerindeki yasakların kaldırılmasını; düşünce, ifade, inanç ve örgütlenme özgürlüğünün anayasal ve yasal güvencelere kavuşturulmasını; siyasal faaliyetlerinden ve görüşlerinden dolayı ceza alan, cezaevinde olan, yasal koğuşturmaya maruz kalanların serbest bırakılmalarını ve bu içerikteki davaların düşürülmesini; Türk Devleti’nin imzalamış olduğu tüm uluslararası antlaşmaların gereklerini yerine getirmesini, bugün yapılan anayasa değişikliği tartışmalarında Kürtlerin öncelikli, acil talepleri olarak benimsemek, gündemleştirmek.

3)PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, DESTPÊKA NÛ, PDK-BAKUR, PDK, AZADİ HAREKETİ başta olmak üzere, dile getirmiş olduğumuz  bu siyasal çerçeveyi benimseyen Kürdistani siyasi parti, hareket ve gruplar, Milli, Demokratik  İşbirliği’ni oluşturabilirler. Milli, Demokratik İşbirliği, seçim öncesi, seçim süreci, seçim sonrası devam ederek  Yerel Seçimlere  de hazırlık yapmalıdır. Milli, Demokratik  İşbirliği,  Kürdistan toplumunun en geniş kesimlerini kapsayacak, kalıcı, stratejik bir Kürdistani ittifakın temellerini örmeyi hedefleyen  bir işbirliği olmalıdır.

4)Milli, Demokratik  İşbirliği, 14 Mayıs 2023 tarihinde gerçekleştirilmesi planlanan parlamento seçimlerinde, yukarıda dile getirilen perspektif ışığında, Kürt ve Kürdistan halkının sesi olarak, koşullara göre farklı bir çok seçeneğe hazırlıklı olacak  şekilde(seçimlere katılıp parlamentoyu da bir platform olarak değerlendirmek, seçimlere katılıp milletvekilliği yeminini okumamak, boykot vb.) kendi alternatifini sunabilir. Milli, Demokratik İşbirliği, seçim propagandası süresince, Kürt milletinin stratejik talepleriyle birlikte, öncelikli olarak Kürt milletinin acil taleplerini gündemleştirebilir.

5) Milli, Demokratik İşbirliği, cumhurbaşkanlığı seçiminin birinci ve ikinci turunda, Kürt milletinin yukarıda dile getirmiş olduğumuz acil taleplerinin anayasal ve yasal güvencelere kavuşturulmasını kamuoyu nezdinde açık, şeffaf bir şekilde deklere edecek, taahhüt edecek  adayı destekleyebilir.

6)Milli, Demokratik İşbirliği, bugün Kürt milletinin acil talepleri etrafında Kürt ve Kürdistan toplumunun en geniş kesimlerinin kenetlenmesini benimsemeli, bu doğrultuda bir çalışma geliştirmelidir . Milli, Demokratik İşbirliği, aynı zamanda,  özgürlük, eşitlik, adalet, demokrasi talepleri ile birlikte Kürt milletinin acil taleplerinin anayasada yer edinmesini destekleyecek Türkiye’deki  mümkün olan en geniş kesimlerle diyalog ve işbirliğinin geliştirilmesini ve bu amaçla, seçim öncesi ve seçim sonrası,  aktif bir çalışmanın yürütülmesini benimsemelidir.

Mustafa Özçelik

PAK Genel Başkanı

 

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *