Barzanî: Me bi merdayetî tola xwe hilda

Barzanî: Me bi merdayetî tola xwe hilda

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Duhok (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Duhokê di merasîma duyemîn salvegera bîranîna Karesata Şingalê de axivî û ragihand: “Me bi merdayetî tola xwe hil da.”

Îro li bajarê Duhokê merasîmek taybet bo bîranîna karesata Şingalê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelek berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî, rayedarên welatên biyanî û rêxistinên civaka sivîl tê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de gotarek pêşkêş kir. Barzanî amaje bi êrişa DAIŞê di sala 2014ê de kir û got, ku dema êrişa DAIŞê demek gelek nexweş û tal bû û ew ti wextî wan demên nexweş ji bîr nake.

Mesûd Barzanî da xuyakirin, ku ew dê li ser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin û tekez kir, her kesê ku alîkarî yan çavsaxî ji DAIŞê re kiribe, dê çarenivîsa DAIŞê li benda wan jî be.

Barzanî bi gotina wê yekê ku roja êrişa DAIŞê bo ser Şingalê rojeke glek tal û nexweş bû, ragihand ku ew wê rojê ti caran ji bîr nake.

Barzanî herwiha da zanîn, ku hin aliyan dixwast bi karesata Şingalê bilîzin û wê karesata xirab a ku bi serê gelê Kurd de hatibû bi awayekê xirab bi kar bînin, lê belê Hêzên Pêşmerge rê li wan girtin û ew niyet pûç kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir, Hêzên Pêşmerge bi şanazî ve karîn navçeya Şingalê rizgar bikin û 7000 kîlometre erdê derdora Şingalê ji destê DAIŞê derxînin.
Mesûd Barzanî di gotara xwe de cardin tekezî li ser rizgarkirina hemû axa Kurdistanê kir û ragihand: “Soz didim ku yek bihost axa Kurdistanê di destê DAIŞê de nemîne.”

Barzanî: Hingê dê Êzidxan dawî pê bê ku Kurdistanê dawî pê were

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ku di rojên destpêkê yên êrişa DAIŞê de mezinê olî yê Kurdên Êzidî Babe Şêx serdana wî kiriye û jê re gotiye: Êdî Êzidxan xilas, Êzîdxan nema û dawî pê hat.

Mesûd Barzanî got: “Min di bersiva Babe Şêx de got, Babe Şêx nabe tu tiştek wisa bibêjî. Êzidxan dawî pê nayê. Hingê Êzîdxan dê dawî pê were, ku Kurdistan jî dawî pê bê (nemîne).”

Barzanî behsa wan kesan jî kir, ku di dema êrişa DAIŞê de alîkarî dane DAIŞê û da xuyakirin, ku her kesê alîkarî dabe DAIŞê û yan jî çavsaxî ji DAIŞê re kiribe, dê çarenivîsa wî/wê weke çarenivîsa DAIŞê be.

Barzanî got, her kesê destdirêjî kiribe ser namûsa milletê Kurd, ew bi ti awayî dest jê bernadin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *