ji bo piştigirîya Rojhilatê Kurdistanê Li Swîsre pêşandan!

Îro bi amadekarîya PDK Îran, li Paytextê Swîsre Bern li pêş parlamento, ji bo piştgirîya serhildan û berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û tevaya Îranê xwepêşandanek hat li darxistin.

Rêvebir û endamên Partîyên Komela û Zahmetkêş yê Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî vê pêşandanê bûn.

Endamê partî û rêxistinên Belûcîstan tevlî alên xwe beşdarî pêşandanê bûn.

Ji Bakurê Kurdistanê wek partî û rêxistin Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê- TDK-Tevger û gelek rewşenbîr û welatperwer beşdarî pêşandanê bûn.

Bêtirê pêşanderan gelê Swîsrî bû. Gelê Siwîsrî, bi hest û dilsozîyek dostane piştgirîya xwe ji bo gelê Kurd û gelên Îranê û bi taybetî ji bo Jîna Emînî û dijî tadeya li ser jinan rê dan. Nûnerên hin partîyên Swîsrî jî beşdarî pêşandanê bûbûn. Du parlamenter jî li dijî kiryarên rejîma Îran axaftin pêşkêş kirin!

Girseya pêşanderan, wêneyê Jîna Emînî û Alayên Kurdistanê bilind kirin.

Bi rêzgirtina ji şehîdên Kurdistan, Belûc û Îran û xwendina Ey Reqîb dest bi merasima pêşandanê bû. Di serî de nûnerê PDKÎ îran, nûnerên partîyên sîyasî û kesayetên rewşenbîr, wate û girîngîya serhildanê û hovîtî û êrîşên rejîma faşîst ya Îranê şermezar û riswa kirin. Li dijî rejîma Îranê, ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Îranê di bin tadeya dîktatorîya Îran de piştgirî û alîkarî ji hukumeta Swîsre û hemû cîhanê xwestin.

Bi durişmên dijî rejima Îran pêşandan bi dawî hat.

Netewe

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *