Kurdên Reş yên Ugandayê û Hovîtîya Osmanîyan

Kurdên Reş yên Ugandî û Bûyerek Dîrokî

B Baran
Em li Hollanda, li bajarê Arnhemê dimînin. Sal 1987 meha adarê bû. Ez di hezîrana sala 1985 ande hatibûm Hollanda û daxwaza penaberîyê kiribû.
Ez di dawîya sala 1976 an de keçeke kurd ji binîya xetê ji bajaraê Qamişloyê re zewicîm. Navê wê Midya keça Mele Mustefayê Hilêlîyê ye. Mele Mustefayê Hilêlîyê di nav tevgera kurd de kesekî navdar û di civaka kurd de xwedîyê rûmetek bilind e.

Midya çend meh bû ku ji welat hatibû û diçû qursa zimanê Hollandî.

Midya çûbû qursa ziman, ez li malê li benda hatina wê bûm. Roja duşemê bû, ji ber ku rojek berê 8 adarê bû, wê îro di dersa qursa ziman de li ser roja jinên rawestîyana. Her yekê hinek xwarin yan jî şêrînayî bi xwe re biribûn wê bi dilek xweş vê roja xwe bi hevre pîroz bikirana.
Berêvar bû dema hatina wê bû ku ji dibistanê bizivire.

Midya hat lê min dît ku kelegirîye û pir bi hêrse. Ez tirsîyam ku di rêde buyerek nebaş çêbûye! Min bi lez pirsî çi buye? Tu çima weha bi kelegirî û bi hêrsî?
Wê got ne tişteke, lê hêdî hêdî egerê kelegirî û hêrsa xwe got:

Îro li dibistanê mamosteya me li ser roja jinan ders da me. Me bi kêfxweşî roja xwe dubuhurand, xwarin û şêrînayîyên cuda cuda û dem bi kêf û şayî dubuhurî.
Piştre Mamosteya me ji me xwest ku her yek li welatê wan vê rojê çawa bi nav dikin bi zimanên xwe li texteyê sinifê binivisînin û bixwînin!

Her yekê li texte bi zimanên xwe nivisandin û gava dor hat min, min jî bi kurdî li ser texte bi kurdî roja jinên kedkar yên cîhanê nivisand.

Lê bi nivisandin û xwendina min re jinek tirk hebû li sinifê bû qîreqîra wê gotinê nexcweş ji min re kirin. Min jê fêm nedikir lê hawê qîreqîra wê û rewşa sinifê xwanê bû ku pir nexweş diqîrîya û tiştên nexweş digot. Min tenê gotinên `yalanci` û `kurt yok` fêm dikir ku digot derewçîn û kurd tunene.

Hemî sinif tevlihev bû roja me herimî. Ji ber ku qîreqîra wê ranewestîya, Mamosteyê sîlekî hişk li binê goyê jinika tirk xist. Min jî ji jinika tirk re got ez li derve li benda teme!

Di sinifa me de du jinên reş yên Afrîka hebûn, ew jî li taxa merûdiniştin. Ew her dû jî li pişta min dergetin, êrîşê jinika tirk kirin û gotin; hun tirk derewînin, xirabin. Kurd hene û em jî kurdin!

Xwanêye ji ber êrîşa jinika tirk dilê wan bi min şewitî û xwedî li min derketin. Hinek jinên kurd jî di sinifa me de hene lê ji tirsan deng nekirin!
(Mamosteya dersê navê wê Kotje (Koçê) jineke bejindirêj û dagirtî bû. Ji kurdan hesdikir, rewşa kurd û Kurdistanê zanibû, fêm dikir. Têkilîya wê bi me kurdên Arnhemê re hebû. Piştî buyerê jinika tirk hefteyek ji qursê dûrxistin, ji ber ku mamosteyê sîle lê dabû nexwestin pirsgirêkê aloztir bikin, weha pirsgirêkê girtin.)

Em bi vê buyerê tev de xemgîn bûn. Tiştek weha qet nehatibû serê Midyayê. Lê me kurdên bakur dijminên xwe nasdikir û gelek buyerên weha hatibûn serê me!
Her çend ereban zordarî li kurdan dikir, ew jî dagirkerbûn, lê wan nedigot kurd tunene û dema te bigotana ez kurdim li cem wan normal bû, heta gava te bigotana ez nekurdim û wan zanibûna ku tu kurdî wê gavê li cem wan nexweş bû, belkî ji te hêrs jî bibûna! Lê li cem tirkan kkurd qet tunebûn! Gereke kesê negotana ez kurdum!

Êvarê piştî şîvê li derî ket, ez çûm min derî vekir du jin û mêrek li ber derî bûn. Min van merivên reş nasnedikir! Min got kerem bikin hun çi dixwazin? Mêrik got em hatine serdana we. Min wan vexwend hundur. Midya wan dît bi xêrhatin da wan got ev her du jin di sinifa min de ne, yên ku piştgêrîya min kirin ev her du jin bûn.

Navê her du jinan yek Fatme û yek jî Eyşe bû navê mêr jî Ebdul Xenî bû. Fatme jina Ebdul Xenî û Eyşe jî xwişka wî bû. Ew jî ji ber buyerê xemgîn û bi hêrs bûn. Cara yekê bû rastê bûyerek weha hov û kirêt hatibûn. Li wan jî ev bûyer pir xerûb bû!

Piştî bixêrhatin, vexwarin û hinek suhbetan wn diyar kir ku ew bi rastî jî kurdin! Li min xerîb û balkêş hat! Van kesana Efrîqî ne, reşin, rengê Ebdul Xenî hinek ji jinan vekirîtir be jî lê reşin. Tew ji Uganda ne. Uganda ji Kurdistanê gelek dûre!

Min ji Ebdul xenî pirsî hun çawa kurdin, rengên we pêjna we gelek cuda ye ev çawa dibe!

Ebdul Xenî şaşmayina min dît û got tu rast dibêjî lê çîroka me gelek dûr û dirêje. Ez bi kurtî ji tere bêjim:

Di dema Osmanîyan de, kalikê me li leşkerîyê bûye. Leşkerî wê demê dûvdirêj bûye, bi salan ji welatên xwe dûr diman û haya wan ji welatê wan nediman.
Rojek hinek leşkerên nû tên cîyê wan. Gava leşkerên nû tên her yekê ji welatê ku jê tên buyer û çîrokan ji hev re dibêjin, him hev nasdikin, him haya wan ji welat û bûyeran çê dibûn.

Yek ji wan leşkerên nû dibê je ku; li welatê min bûyerek mezin pêkhat: Dewletê (Dewleta Osmanî) binemala Xanê (Ebdul Xenî nizane Xanê; gunde, Êle, navçeye, herême çiye? Dara malbatê li cem birê wî yê mezin heye…) kurdwinde kirin! Dewletê tu kes ji wê binemalê saxnehîştin, tevî pitikên berşîr jin û kal kes nehîtin hemî kuştin! Yek kurekî wan heye ew jî li leşkerîyê ye. Eger ew sax be ji binemalê ew tenê dimîne, lê di be ku ew jî hatibe kuştin kes ji binemalê nemaye!

(Xwanê ye ku Osmanîyan gelek caran hovîtî û zordarîyên weha çêdikirin! Kesên ku li gor wan tevnegerîyana hovîtîyên mezin danîn serê wan!)
Gava kalê me van gotinan dibihîse newêre deng bike, bêdeng dimîne. Dem dubuhure, kalê me firsendek dibîne û ji leşkerîyê direve, ber bi welatê xwe ve diçe. Meraq dike ka ev kiryara hvane rast e ya na. Ka çi qewimîye, çawa çêbûye?

Çend roj, çend hefte yan jî çend meh dubuhure ez nizanim lê xwe digîjîne welatê xwe.

Virda wirda dipirse dibîne ku buyer rast e. Tu kes ji binemala wan nemaye. Tenê li hember dewletê bêçare, bê hêvî bêserûber dibe. Pişta xwe dide welatê xwe û terkîwelat dibe. Dem û dewran dubuhure kalê me bi haweyek digîje Hindistanê. Dem dubuhure li wê dizewice. Zarokên wî çêdibin. Zarok mezin dibin wan jî dizewicîne weha jîyan didome malbat fire dibe.

Kalê me vê buyerê dinivisîne û dara malbatê çêdike û dide kurê xwe yê mezin. Lê şîret dike ku vê bûyerê qet ji bîr nekin, binivisînin û bidin destê zarokên xwe tyê mezin…. Bira ev tim jîndar be…

Hindistan di bin destên Ingilistanê dabû. Wan ji bona parastin û firekirina împaratorîya xwe leşkeran û karkeran ji mêtingehên xwe dibirin mêtingehên xwe yên din. Her weha hinek mêr ji binemala me jî birin Afrîqa li Ugandayê bicîkirin. Kalên me tenê mêr hanîbûn Ugandayê. Ew jî piştî demek li wê derê zewicîn, bûn xwedî malbat û zarok. Merivên me yên li Hindistanê piştî perçebûnê li Pakistanê man. Em yên li Ugandayê jî piştî vekişîna Ingilîzan hinek jime li Ugandayê mane, hinek çûne Emerîka, hinek çûne Ingilistanê û em hinek jî hatine Hollanda.

Em zanin ku em Kurdin, û şîreta kalê me ewe ku em xwe ji bîr nekin, zanibin kîne û ji zarokên xwe re jî bêjin.

Dara malbatê li ba birayê min yê mezin e,. Ew jî li Emerîkaye. Firsend hebe ez dixwazim herim welatê xwe Kurdistanê bibînim, ciyê kalên xwe bibînim. Lê ji ber rewşa Kurdistanê û rewşa min bi xwe min nikaribû di wî warî de alîkarîyek bikirana. Pişt re ew jî kal bû wê xwesteka wî jî nema!
Ebdul Xenî soz dabû min ku dara malbatê yan jî kopîkî jê ji min re bîne lê nehanî.

Mala Ebdul Xenî busulmanin. Dîndarin, her hefte mewlûdek didan. Karê mewlûdê û olî bi giranî jinan çêdikirin. Têkilîyên wan malbata wan yên li Pakistanê jî bihevre hebûn. Jin qîz didan hev, merivatîya xwe didomandin.

Têkilîyên me demek dirêj dom kir. Lê piştî ku em ji yek bajarî çûn têkilî kêm bûn.

Hêna jî gava em li deverek rastê hev tên silav a me ya germ heye…. 02-08-2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir