AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE (2)

Cano AMEDÎ

Piştî qeyranên salên 1929an şûn de ku Emerîka dîl girtibû, derfetên nû derxist holê, dewletên desthilatdar û ‘‘mafya‘‘ ji wan derfetan sûdek mezin wergirtin. Bi taybetî ‘‘mafya‘‘ Îtalî, tora narkotîkê, bi rîya deryayî, li seranserê dinyayê ava kir û sîstema ticareta reş, kir bingehê aborîya hinek dewletan.

Bi taybetî, bi rêya îstîxbaratên dewletên li ser zordarîyê avabûbûn û ji ber şer, qetlîam û koçberkirin û xerakirina demografîya gelan, di nava qeyranên aborî de bûn, dest bi vî karê qirêj kirin.

Di salên 1933an de, zext û nerazîbûna dewletên Ewrupayî û Emerîka li ser dewleta Tirk zêde dibe. Piştî wan zextan, dewleta Tirk fabrikayên eroînê digire. Di bin serokatîya Îsmet Înonu de heyetên Tirk, bi dewleta Bulgarî re peymanên nû îmze dikin. Dewlet, bi derfetên peymanên nû, li Bulgarîstanê, cardin fabrîkayên xwe ava dike. Tîcaret û şirîkatîya wan heta salên 1966an bi hêsanî didome. Lê belê gava bayê pevçûn û guhertinan li seranserê dinyayê geş dibe, têkilîyên Tirkîyê û Bulgarîstanê li ser dijîtîya sîstem û îstîxbaratê, rastî guhertinên îdeolojîk dibe. Lê di rastîya jiyanê de, ev şirîkatîya narkotîk heta salên 2000an jî bi şêweyên cuda didome.

Di navbera salên 1970-1980an de mafya Tirk, welatê Bulgarîstanê, ji xwe re weke welatê duyem bi kar anîye. Baronên bi nav û deng, di wan salan de, li Bulgarîstan bi cîh bûbûn. Lewra ticareta çekan, eroîn û dizayn kirina civat û sîyasetê, li gor pêwîstî û daxwazên alvêra navbera hêzên îstîxbaratan de diçû û dihat.

Ji ber ku navendên çandin û berhênêrîya maddeyên hişberîyê hat guhertin, pêwîstîya rê û rêgehên nû derket holê. Rêgeha ji Afganîstan, Pakîstan, Qafqasya bigirin, heta Ermenîstan, Azerbeycan, Îran, Tirkîye, welatên Balkan, Ewropa û Emerîka dest pêdikir, bi xwe re astengî û nakokîyên nû derxist holê. Alternaîf rêgehekî jî, ji Çînê bigire heta welatên Efrîkî, Behra Sipî, Tirkîye, Qibris welatên Emerîkaya Latîn û hwd hatîye vekirin.

Di salên dawîn de, bi rêya şerên wekaletî, ev bazar him fireh bûye û him jî têra xwe aktif e. Li gelek welatên cuda, bi sedan balafirxane û lîmanên taybet, ji alîyê baron û kartelên neyînî ve hatine kirîn.

Berhênerî (hilberîn) û çandina maddeyên hişberîyê di bin çavdêrîya dewlet(ê)an de her tim meşîyaye û hê jî dimeşe.

Em dizanin ku di dîroka nêzîk de, piştî daxwazên guhertinên civakî û nerazîbûnên li dijî sîstemê dest pêkir. Sîstem, ji bo kedîkirina civatê û rê li ber rexne û lêgerînên nû bigirin, derîyê karên mafya vekirin. Aktorên berê yên berbiçav ji holê rakirin û rê li ber aktorên nû vekirin. Sîstem, li gor hewldan û tevgera konsepta nû, cardin hat `dizayn` kirin. Bi taybetî, ewlekarîya kolan û tîcareta kompanîyan radestî kevne fermandar û berpirsên emnî yên xanenişîn (emekli) kirin.

Bi hezaran kompanîyên ewlekarîyê û yên teknolojîyê, weke karokên nav dehlan derketin holê. Kompanîyên telekomînasyon û yên ragihandinê, radestî aktorên nû kirin. Ji zanîngehan bigirin heta dibistanan, ji nexweşxanan bigirin heta cîh û warên runiştinê, teslîmî wan kompanîyan kirin. Kadro û karmendên wan, ji nav xanenişînên artêş û sazîyên ewlekarîyê hatin hilbijartin. Ji bo nijadperestên tirk û ew kesên ku bûbûn îtîrafkar, ev kompanîyên hanê, bûn wargehên desthilatdarî û jiyanê. Hemû karên gemarî û ne“yasayî” bi wan hat kirin, bi wan hat paqij kirin û bi wan hat meşandin. Kedîkirin û bêdengîya civatê êdî erkê wan bû.

Cano Amedi      03/03/2022     AMED

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *