Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 2

EZ CANO AMEDÎ (MEHMET CAN AZBAY)

Ev demek dirêj e ku Kek Ramazan Kahramaner di derheqê jîyan, zîndankirin û têkilîyên min yên rêxistinî de daxwaza nivîsekê ji min dikir. Bi rastî jî gelek sebeb hebû ku min ev daxwaz giran girt. Çend car bi têkilîyên telefonî an jî sohbetên rûbirû, min dîtin, nerazîbûn û sebebên nenivîsandina xwe anî ziman. Lêbelê Kek Remazan bi israr û bandorek dêrûnî ev nivîs bi min da nivîsandin.

Ev israrkirina wî baş bû, lewra qet nebe, ezê bi jîyana xwe re heyamek girîng ya bindesî û tekoşîna netewî, bi xwendevan û nifşê nû re par bikim. Bi kêmanî be jî ez dixwazim di derheqê dema nifşê “78 an” dîtin û bîranînên xwe binivîsim.

Rastîya her mirovekî bi serê xwe çîrokek e û beşek ji dîrokê ye. Gava mirov bîranîn û jîyana xwe par neke, serdest û xêrnexwaz rastîyan beravajî dikin û li gor berjewendîyên xwe yên qirêj dîrokê bi derewan dixemilînin. Ji ber van sedeman ve jî mirov rastîya xwe, xebat û karên xwe li dîrokê qeyd bike gelek baş e. Bi ya min parvekirina tecrube û rêzgirtina kedê erkek mirovî ye. Divê her welatparêz, her şoreşger bi ked û têkoşîna xwe, bi tecrûbe û zanebûna xwe, ji nivşê nuh re mîratekê bihêle!..

Ez di sala 1961 an de li gundê Eskarê, mezra Gohermê ya şêrîn û delal, ji dayik bûme. Zaroktîya min heta 9 salî, bi taybetî Li Gohermê, Dara Wehîda, zozanên Berbihîvê, Kanîya Koşkarê, Deşta Şênê, di nav daristana Dexlê Qulingan de, li mêrga Xalit Begê, li Qozma Mûşê û di bin sîya çîyayên Andok û Şerefdînê de derbas bû. Dîmenên wan rojan, weke fîlmên sînama di mêjîyê min de her tim zindî û bi bandor in! Bandora çîya û zozanan, tesîrek mezin li ser dêrûnîya min kir. Her tim çîya wargeha xewn û hêvîyên min bûn. Piştî ez fêr bûm û têgihîştim ku gelê me çima hêvîya xwe bi çiya ve girêdaye? Çîya di hemû demên tengasîyê de, ji gelê Kurd re bûye star û wargeha parastinê!

Di dawîya salên 1969 an de malbata min li gundê Xirûcê bi cîh bû û min li wir dest bi dibîstanê kir. Zimanê tirkî, peyvên tirkî, dibîstana tirkan, mamosteyên tirk ku Kurdî nizanîbûn, ji min re tiştekî gelek xerîb bû, rewşek xirab, wêneyek bê bersiv bû!. Xirûc, gundê dûyem e ji bo min; lewra beşek zaroktîya min li wir derbas bû. Malbata min heyşt sal li Xirûcê ma. Gelek rojên min yên xweş û delal li xirûcê derbas bû. Deşt, çîya, newal, çem, gaz, mil, hemû deverên jîngehê bihost bihost gerîyame û jîyame!..

Piştî erdhêja Licê, ji navça Pasûr, Licê û Karazê qasî sed xwendevanên dibîstana navîn, me şandin bajarê Meletyê. Li Meletya kevin, li Dibîstana Nişîna Heremî (Yatılı Bölge Okulu) me dest bi xwendinê kir. Ev dibîstanên hanê, ji bo zarokên Kurd bikin Tirk, li gor bernama asîmlasyonê û ji alî rejima Kemalîst ya nîjadperistên Tirkparêz hatibûn damezrandin. Li seranserê Kurdistanê ev dibîstan vekiribûn. Rêvebir û mesûlên van dibîstanan, bi giranî leşker û endamên dewleta kûr yên nîjadperest bûn.

Li Meletya, ji ber ku em ji bajarê Diyarbekir bûn, nijadperestên tirk êrîşî me dikirin. Pirî caran, di navbera me û wan de şer derdiket. Her tim digotin: “Deşta Diyarbekir wargeha anarşîstan, deşta Diyarbekir hêlîna komunîstan!” Lê me baş dizanîbû ku ji bo em Kurd in êrîşî me dikin.

Bi êrîş û dijîtîya li dijî gelê Kurd, ez û yên di temenê min de, di heyama zaroktîyê de, em ber bi bayê şoreşgerîyê ketin. Haya me ji tiştekî tunebû û em ne xwedî zanyarîyek têgihiştî bûn. Em zarok bûn; lê di bin zilma dagîrker û çetê wan de, dîsa me wek Kurdê dilsoz serê xwe neditewand, li ber êrîşên faşîstan li berxwe dida!

Piştî dibîstana Meletya, di dawîya sala 1976 an de, min li bajarê Dîyarbekir dest bi xwendina Lîse kir. Lîsa Dîyarbekir, di wan salan de bi nav û deng bû. Di destpêka dibîstana Lîsê de, têkilîyên min yên rêxistinî destpê kir. Ji ber tade û zilma faşîstan, germa helwestên kurdewarî bi me re gelek zêde bû.

Salên 1970 şûnda, ba û bahozên şoreşgerîyê, di jiyana civatan de rê li ber serûbinî û guhertinên nû vekiribû. Bandora şoreşa Îlonê, li ser gelê Bakûr tesîrek gelek erênî û netewî kiribû. Di dema otonomîya başûrê Kurdistanê de, navê Mele Mistefa BERZANÎ di jîyana rojane de, di şevbihêrkên zivistanan de, di sohbet û civatan de, weke şêrê dinya hejandîye dihat binavkirin. Ev demên hanê, bandorek mezin li ser zarokatîya min kir. Di dema şêrê 1975 an de, li Meletyê, mamosteyek çepgir gava rexne li Berzanî girt, min bi tundî bersîva wê da û jê re got: “Mamosteya min tu nikarî rexna li Mele Mistefa Berzanî bigirî, ew rêber û serokê me ye!” Mamosta min bi awûrekî bi ken got: “Temam Can, ez têgihîştim, carek din rexne nakim!” Em zarok bûn, lê me dizanîbû em netewek cûda ne!

Heval û hogirên derdora min bi giranî şoreşgerên Kurd bûn. Li Amedê, li dibîstanan bandora rêxistinên Kurd gelek zêde bû. Alîgerên hemû rêxistin û partîyan hebûn. KİP/DDKD, TSKP/Rîya Azadî, Apocî/PKK, Rizgarî, Ala Rizgarî, Kawa, Dengê Kawa, Tekoşîn, PDKT/KUK û hwd rêxistinên çepgîr têra xwe xwedî bandor bûn.

Dewam dike.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir