Berxwedana Mamko Memed Alî li dijî şer!

Siddik BOZARSLAN

Wek dîroka me nivîsîye, li herêma Malatyayê Kurdên Elewî (Qizilbaş) jî li dijî şerê osmanî û rusan bûne û nexwestine di bin fermandarîya osmanîyan da herin enîya şer. Di despêka 1915an da li Nahîyeya Kürecikê ku girêdayê Akçadağa Malatyayê bûye, eşîreka kurd ku serokê wê Memed Alî bûye; ne xwestîye bac (vergu) bide dewletê û ne jî xwestîye here şer. Memed Alî, li ser mirina bavê xwe ew wek xortekî 24 salî, bûye serokê eşîra xwe û kultûra eşîra xwe domandiye ku wan di 200 salên jîyana xwe da vergu nedane dewletê û jibo dewletê şer nekirine. Ev eşîra navdar, Eşîra Alxasan e ku li herêmên Elbistanê, Kürecikê û Akçadağê jîyane û her tim li dijî osmanîyan di nav berxwedanê da bûne. Ev xortê bîst û çar salî Memed Alî, serokîya şaxa malbata ”Kasımoğlu Ocağı”yê kirîye ku wek em dibînin, navê tirkî lê hatîye kirin.

Li ser navê Wezîrê Hundûr Talat, di 25ê adara 1915an da, ji Mudurîyeta Giştî ya Ewlekarîyê telgrafeke şîfreyî jibo walîyê Xarpêtê hatîye rêkirin. Telgraf weha ye:

”Di Sînorê Darendeyê da li Nahîyeya Kürecikê ya qeza Akçadağê ku girêdayê Malatyayê ye, kurdên elewî û hin eskerên ermen ku ji derdorê hatine wir, wan çeteyek çêkirine ku ji Wîlayeta Sêwasê ve hatine teqîbkirin, ji ber wê ye ku kurd derketine çîyan û dest bi berxwedanê kirine, ev ji tedeya hin memurên Malatyayê peyda bûye ku ew bêqanûnî ne, û eger di heqê wan da di çarçoveya qanûnê da muamele were kirin, dê ji hukumetê ra îtaatê bikin, ev ji alîyê reîsê eşqîyayê Mehmet Alî ve hatîye gotin, van haydarîyan ji Wîlayeta Sêwasê ve hatine dîyarkirin. Di vî warî da divê bi lez lêkolîn were kirin û tedbîr werin sitandin û ew bên şûnê. Bi navê Wezir”

Wek em li jor di şîfreyê da dibînin, çend nuqte bûne hedef: Yek, Memed Alî û eşîra wî dixwazin herin şer, lê hêzên ermenan ew xapandine û derketine çîya li dijî hukumetê şer dikin. Lê rastî ne weha ye, ji ber ku pratika du sed salên wê eşîrê li meydanê ye. Du, jibo xapandina Memed Alî û eşîra wî, xwedêgiravî hin memûran neheqîyên bêqanûnî lê kirine, eger ew rast bibin, dê eşîr û serokê wê îtaatê hukumetê bikin û herin şer. Hukumet bi xwe jî dizanibûye ku Memed Alî û eşîra xwe xwedîyê hêzeke mezin nebûye. Digel wê rastîyê jî hukumet, bi piralî ketîye nav hewildanan da ku wê eşîrê û serokê wê Memed Alî ji holê rakin. Loma hukumetê bi piştgirîya hin eşîrên herêmê êrîş dibin ser Memed Alî û hin mirovên Memed Alî tên kuştin. Memed Alî digel hin hevalên xwe diherin gundê xalê xwe û demek li wir dimînin. Li gora gotinan jinxala Memed Alî Hurîye Xanim, timî Memed Alî fît kirîye jibo şerkirinê li dijî osmanîyan û gotîye: ”Tu ku bibî Kasımoğlu, kurd û qizilbaş, esker û bacê bidî osmanî, ma ev ji te ra li hev tê?”

Tê gotin ku piştî xalê Memed Alî ji hukumetê soz girtîye da ku Memed Alî teslîmê hukumetê bibe, xeterek jibo wî çênabe û ew tê efûkirin. Lê hukumet li ser sozê xwe nîne û Memed Alî û xismên wî Huskê Kuşe, Kaloyê Canikê û xanima xwe Altê, li Xarpêtê tên bi dardakirin (îdamkirin). Ev bûyer dibe semedê ku cara ewil xanimek jî were îdamkirin di dîroka osmanîyan da.

Ev bûyera dardakirinê dibe semedê ku li herêma Kurecikê gelek kilam û dastan werin gotin û van kilaman heta rojên îroyîn jî bibin babetên sitranbêjan. Çend rêzên wan sitranan bi tirkî û kurdî hatine gotin, min rêzên tirkî wergerand kurdî, ew li jêr in:

”Ev çîyayê Nurhakê pîroz

Şev û rojan ez digirîm

Ranekin cesedê min

Ta eşîra min neyê.

Mamko Mamko, Memedalî

Heval rindo, çi delalî

Cîran ji derdan dinalin

Genco tu bîst û çar salî.

Li hespê siwar dibe, hesp lêtê

Li rê diçe, rê lêtê

Ger tu bikî pirsa Memed Alî

Bi mufrezan ra şer dike.

Li wî çîyayî, li vî çîyayî

Xwîn diherike ji lêvan

Li Xarpêtê dardakirin xortekî

Ji Ocağa Kasımoğlu…”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *