Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), roja 28.02.2022yê li Amedê bi TMMOBê(Odeya Mihendîs û Mîmaran) re û roja 02.03.2022yê DÎSK(Konfederasyona  Şoreşger a Sendîkayên Karkeran) û GUNSÎADê(Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrê Rojhilat) re hevdîtin kirin.

Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, Roja 28.02.2022yê heyeteke ku  ji  Berpirsê TDK-TEVGERê Yusuf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba pêk hatî, seredana TMMOB kir.

1-225.jpg

Sekreterê TMMOBê yê Amedê Dogan Hatun, Hevserokê Odeya Mihendîsên Zîraetê Abdusamed Ucaman, Hevseroka Odeya Mîmaran Selma Aslan,  Hevseroka Odeya Mihendîsên Jîngehê Nûjîyan Yildirim û  3 rêvebirên Odeya Mihendîsên Bînasazîyê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Roja 02.03.2022yê jî heyeteke ku  ji  Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay pêk hatî, seredana DÎSKê  kirin.

2-249.jpg

Berpirsa  DÎSKê  Hanîfe Kardaş  û rêvebirên  DÎSKê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Her roja 02.03.2022yê heyeteke ku  ji  Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba , Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Endamê Meclîsa Partîyê  ya PSKyê Zulkuf Baran  pêk hatî, seredana GUNSÎADê  kirin.

3-238.jpg

Serokê GUNSÎADê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu   û rêvebirên GUNSÎADê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Di derbarê van hevdîtinan de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba hinek agahdarî da Rûpela Nû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba dibêje:

‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de ,  pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê  kirin û ji wan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re,  li ser van daxwazên acîl,  bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDΠ ava bikin. Piştî ku  TEREFÊ KURDΠ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî  dîyalogan  destpê  bikin,  hevkarîyan bikin’’.

Di derbarê helwesta hersê dezgehan jî Vahit Aba got:

‘’Rêvebirên TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê di van hevdîtinan de, bi awayekî erênî pêşwazîya van pêşniyarîyên me  yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de kirin. Rêvebirên hersê dezgehan jî gotin, divê ev xebata  ne bes wek xebata  3 partîyan bê meşandin, divê berfirehtir be ’’.

Herweha Vahit Aba got:

‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin.Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe.’’

Kaynak: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *