Apê Wezîr çû ser dilowaniya xwe

Bruksel (Rûdaw) – Apê Wezîr, Wezîrê Eşo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd ê bi nav û deng, îro roja 23ê Çileya Paşî sala 2015, di 81 saliya xwe de, li navenda Yekîtiya Ewropa û Beljîkayê, bajarê Brukselê çû ser dilovaniya xwe.

Apê Wezîr, piştî ku sala 1995a de hate Belçikayê, heya roja mirina xwe dest ji kar û xebatên xwe yên ronekbîrî û Kurdewarî berneda. Jiyana Apê Wezir herdem dewlemend, Kurdperwar û serbîlînd bû. Gerek hemû Kurd û Kurdistanî, rêxistin û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezîr jibîrnekin û Wezîrê Eşo wek Wezîrê Kurd bişînin ser dilovaniya wî.

Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê, 1ê Mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe-Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an de bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî aniye.

Wek Apê Wezîr xwe di biografiya xwe de nivîsiye, ew sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye.

Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe – Pampê (li navça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa Kurdzaniyê de ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê.

Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze de û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî de ji sala 1958a û vir de hatine çapkirin.

Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi taybetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd de jî hatine çapkirin, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandin.

Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : «Mizgînî» (Yêrêvan, 1976); «Xebera Dosta» (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî); «Dengbêj kal bibû» (Yêrêvan, 1983); «Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî» werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; «Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da» (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; «Pariyê Berdemayî» (Hewlêr, 2008) ; «Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo » (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê mezin» (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; «Simoyê Şemo: Jîyan û Kar» (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).

14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên Kurd û Ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandin, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê.

Jibilî wan gellek gotar û raporên wî yên bi taybetî ser pirsên Kurdzaniyê û ser Kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral de bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.

Weke rojnamevan-redaktor Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir de deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê de hatine weşandin, di malperên kurdî de hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana kurdên Sovyêtistanê ya çandî.

Em êdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî de nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê wisa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin.

Wezîrê Eşo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya Kurd, ser wêje û çanda kurdî, ser Kurdzanînê li Ermenistanê û piştre li welatên Ewropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.

Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên Kurd, di nava wê jimarê de yên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin.

Wezîrê Eşo warê wergervaniyê dea jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên Ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd.

Bi wergera wî her wisa jî Kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernava « Têmûr û Koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê Kurdî » ya kirêstomatîk de ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirin.

Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) de yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî.

Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê Derewîn » hatine amadekirin (çêkirin). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê « Remo, Şemo, Temo û lawik » çend salan ser dika Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandan.

Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapê ne û ji bona weşandinê tên amadekirin: «Wêjeya Kurdî li Ermenîstanê», «Stranbêjê kurd yê mezin Şivan Perwer», «Dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî», «Doxtirê kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo», «Kurteroman», «Hûnera Kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê», «Çapkirina pirtûkên Kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê» û yên din.

Wezîrê Eşo niha bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.

«Pirtûka kurdî û Pirtûkên li Ser kurdan li Ermenistanê» bi dawî hatiye û ji bo weşandinê amade dibe. Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.

Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê Kurd e li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye.

Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.

Piştî hatina Ewropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam kir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê lê piştre bûye endamê Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî.

Ew her wisa jî hatiye hilbijartinê weke serokê şerefê yê rêxistina kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.

Jiyana Wezirê Eşo, wek we bi devê Apê Wezîr bi xwe xwend, Apê Wezîr, heya roja mirina xwe ji dest kar û xebatên xwe yên ronekbîrî û Kurdewarî berneda.

Ew wek herdem, roja 9ê Çileya Paşî sala 2015a disa çû Buroya Kurdî cem neviya Cemîl Paşa Perwin Xanimê. Dema ku êvarê vegeriya mala xwe, Wezîrê Eşo kete komayê û piştî 14e rojan, di 23ê Çileya Paşî sala 2015 de ji nav me barkir û çu ser dilovaniya xwe.

Rastî 81 sal ji bo Apê Wezîr jiyaneke kin bû, bes jiyana wî herdem dewlemend, kurdewar û serbilind bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistanî, rêxistin û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezîr jibîrnekin û Wezîrê Eşo wek Wezirê kurdan bişînin ser dilovaniya wî.

ji rûdaw

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir