Jİ 16 COTMEHÊ 2017 an vir de, SALEK DERBAS BÛ!

Piştî serkeftina referandûma 25 îlonê ya serxwebûna Kurdistanê , enîya cahş û xwefiroşan bi alîkarîya dewletên dagîrker xencera bi jehr li dilê Kurdistanê dan. Dilê Kurdistanê niha dîl e, birîndar e, ji laş û hinavê wê xwîn diherike!

Salek berê weke îro, roja 16 cotmehê 2017an de qeflên xwefiroşan li ser bingeha “Kurd nebin dewlet û desthilat” bi celadên gelê Kurd re îtîfaq kirin. Encamên pêvajoya îxanetê li ber çavan e. Me çi wunda kir, me çi bi dest xist li holêye. Kesayetên xwedî ûjdan û berpirs dikarin derbarê pêvajoyê de, rexne, gilî û gazinên xwe pêşkêş bikin. Bi zimanek vekirî pêşnîyar û hêvîyên xwe li pey hev rêz bikin.

Sedemên têkçûnê çi bûn, çima rê li ber xwefiroş û xayinan nehat girtin? Di pêvajoya refarandûmê de, hewldanên cahşan li ber çav bûn, gelo çima rê li wan nehat girtin? Gelo bi rastî xwedî hêz û qewetek mezin bûn? Gelo li kîjan welatî û li gor kîjan pîvanên demokrasîyê, azadîya welatfiroşîyê heye? Kîjan pîvanên hûqûka giştî ya mirovahîyê, rê dide tawanbarîyê? Di pêvajoya referandûmê de, li bajarê Kerkûkê çi qewimî? Kê hewldana kuştina Necmedîn Kerim kir? Berîya civîna Dokanê û pişt re çi qewimî? Kî bi kê re dek û dolab zivirandin? Ev şik û yên din her yek bi xwe cîhê pirsê ye û li benda bersîvên vekirî ne! Em dikarin bi sedan pirsan rêz bikin lê belê ya girîng bersîvek zelal û rêzkirina encamên pêvajoyê ne.

Dîrok di hemû deman de xezînek dewlemend e. Ger mirov têgihiştî û xwedî asoyek kûr be, bi zanyarî û tecrubên salan, bi ked û têkoşîna bê hempa, pirrî caran mirov demên tengasîyê bi hêsanî derbas dike. Gava em bizîvirin nav rûpelên dîrokê, emê bibînin ku di heman deman de û li her perçê Kurdistanê, gava hewldanên serhildan û berxwedanê dest pê kirine, dijmînê gelê Kurd bi piştgirîya xayinan dek û dolab zivirandine!

Îro jî, ji doh ne cûdatir e. Şano, dik yeke, lê li gor demê lîstîkvan tên guhertin. “Kal, bav, zarok û nebî” yek bi yek di rêgeha xwefiroşîyê de hespên xwe didin bazdan. Ev nexweşîyek kevneşopî ye an jî erkek mîsyonerî ye? Divê em bersîva van pirsan baş bizanibin û bidin zanîn: bi sîyasetek “pişo, pişoyî” em nikarin xwefiroşan kedî bikin! Li dijî xwefiroşan û dagîrkeran sîyaseta pişo pişoyî, siyaseta “heval taktiktir” an biratîya “ xelqler û ometê” weke benîştê xapînokê ye. Bi sîyasetek bi vî şêweyî, tênê tu dikarî bingeha xwe kedî bikî. Ger armanc û bernama we kedîkirina civatê be, hewce nake hûn xwe bi êşînin weke aktorên pêvajoya 16 cotmehê vekirî derkevin ser dîkê û lotikên xwe bavêjin. Naxêr hûn doza armanc û daxwazên netewî dikin, bê tirs û bê hêvî û bê berjewendî, li dijî xwefiroşan derkevin û helwest bigirin. Bê dengî û bê helwestî, şirîkatîya sûc e!

Ev demek dirêj e, ez di hemû nivîsên xwe de bal dikişînim ser du rêgehan. Îro li seranserê Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê du rê, du alî, du xet hene: yek jê xeta netewî ye. Ya din jî xeta entegrasyon û xulamtîya dagîrkerîyê ye! Hevalbend û alîgerên her du xetan jî têra xwe hene û çalak in. Berjewendîyên netewî û berjewendîyên hizbî-şaxsî li ser şopa herdû rêgehan bi cîh bûne. Hêvî û bawerîyên bi berjewendîyên netewî ve girêdayî ne, rêgeha netewî bijartîye; rêgeha dûyem jî xeyal û xewnên bi hêvîyên rojane ve girêdayî ne; hebûna xwe li ser dijîtîya rêgeha netewî didominin. Alîyên rêgeha duyem, ji bo bi celadên xwe re li hev bikin, xencera bi jehr girtine destê xwe û rê li ber pêşketin û destkeftîyên nû digirin. Bandora her dû alîyan li ser derûnîya civatê tesîr dike. Qada sîyasetê jî li gor “kodên salên 1970 yî”, li gor sîyaseta îdeolojîk ya dorpêçkirî disa ji nû ve tê fesilandin.

Di dema pêvajoya referandûmê û piştî 16 Cotmehê 2017 an şûnde, alîyên herdû rêgehan ji hev zelal bûn. Beşek “sîyasetmedarên” li ber derîyên desthilatdaran, parsekî dikirin, wan jî erkê bêdengî û bêhelwestî çêtir dîtin. Hinek jê li gor fesal û guhertinên demkî cîh guhertin, ji bo xewnên pûç ketin nav hewldanan. Wêneyên îro li holê ne, gelek vekirî û zelal in. Pêwîst nake em li ser gengeşîyan bikin. Kesên bi rastî welatparêz û xwedî ûjdan bin, cûdahîya navbera her du rêgehan wê baş bibînin. Lê belê gava xwelîserên ber derîyan bin û di bin sîya berjewendîyên şexsî de har bûbin, mirov çi bêje, çi binivîse feyde nake. Carek bûbin murîd, êdî dev ji şex û terîqata xwe bernadin!

Temsîlîyeta her du rêgehan ji alîyê partîyên desthilatdar ve tê kirin. Lê belê, êrîş û rexneyên bêbingeh û bêwate, weke çek li dijî birêz Mesûd Berzanî bi kar tînin. Aqilmend û alîgirên enîya xirabîyê, pêlên êrîşan weke lîstoka werzişê didomînin. Di demên herî xirab û tengasîyê de, bi şûrê “Ayettullahan” êrîşî doza netewî dikin. Sedemên dorpeçkirin û êrîşên li ser birêz Berzanî û PDK ê, nîşan û navnîşana temsîlîyeta xeta netewî ye. Êrîşên ji salên 2010 an vir de, ji alîyê hevalbendên enqera, baxda, tehran û şamê ve tên meşandin ne tesadufî ne û ne jî nakokîyên îdeolojîk in! Li gor bawerîya min ev êrîşên hanê û stratejîya di rojevêde ye, ji alîyê nîzama dijî gelê Kurd ve tê organîzekirin û tê bicîh kirin.

Ez di wê bawerîyêde me ku pêvajoya 16 cotmehê û şûnde, giranîya sîyasetmedar, rewşenbîr û zanayên cıvata Kurd, ezmûnek gelek xirab nîşan dan. Di navbera parastina mafên bi destxistî û berjewendîyên kesayetî de, hevalbendîya paleyên xirabîyê çêtir dîtin. Di bin navê rexnegerîyê de, propagandeyek reş meşandin, rê li ber hêvî şikestinê vekirin, di demên zehmetî û tengasîyê de erkên xwe bi cîh nanîn. Dîrok tu tiştekî ji bîr nake, her gotin û kiryaran radestî nifşên nû dike.

Di 16 cotmehê 2017 an de me carek din dît ku yekrêzî û yek helwestîya mala Kurdî çiqas elzem û pêwîst e! Li ser destkeftina berjewendîyên netewî, konaxa dewletbûnê ji bo hemû partî û sazîyên Kurdistanê weke oksîjenê jîyanewî ye! Li ser mijara yekîtîyê, hewce nake mirov gotarê dirêj bike. Yekrêzî, yekhelwestî, enî, piştgirî û hevkarî erkên netewbûnê ne. Divê hemû hêz û rêxistin li ser stratejîyek dûr û dirêj li hev bikin û konax bi konax destkeftîyên nû bi dest bixin. Pîvanên serkeftin û pêşketina tevgera Kurd, bi cîh anîna erkên netewî ve girêdayî ye. Ew kesên doza Kurd û Kurdistanê ji xwe re kirine armanc, divê weke têkoşerê rizgarîxwazên netewa Kurdîstan tevbigere û li gor pêwîstîyên demê pergalên nû ava bikin. Ev ji bo yekîtîyê pêwîstîyên ber bi çav in. Lê divê em realîst û rasteqîn bin. Bi kê re yekîtî û hevalbendî nabe, divê em baş bizanibin. Ji bo ceribandina şorbûna şorbê, pêwîst nake em qûşxanekî biqedînin.

Yekîtî, yekrêzî û avakirina mala Kurdî, bi xwefiroş û xulamên dagîrkeran re çê nabe. Yekîtî bi paleyên xirabîyê û bi mîsyoneran re çê nabe. Yekgirtin, bi tacir û bazirganên kirasê sîyasetê li xwe dikin re çênabe. Yekîtî, bi transfer û bêkêran re çênabe. Yekîtî, bi simsarên ku “bazirganî û sîyaset” ji xwe re kirine qîble re çê nabe. Bi salan e hemû rê û rêbaz hatin ceribandin. Ji salên 1992 an û virde li qada “yekîtî” kê bi kê re çi kir? Çi bi dest xistin, çiqas bi ser ketin, li holê ye! Yekitî, bi rovî û guran re çê nabe. Li demên derbasbûyî û hewldanên projeyên “yekîtîyê” binhêrin, bişopînin, hûnê bibînin ku di heman deman de aktorên belavkirin û xirabkirinê serkêşîya hewldanên yekîtîyê kirine û dikin. Qet nebe ji bo demên biserneketinê lêborînek xwe pêşkêşî raya giştî bikin! An jî sedemên bi serneketinê bi raya giştî re par bikin.

Yekgirtî, yekrêzî, hevkarî, avakirina mala Kurdî li ser bingehek stratejîk û berjewendîyên netewî mumkun e! Kesayet, alî, derdor, partî, grup, rêxistin, sazî û komelên civakî-sîyasî gava bi dilsozî, li ser bingeha mafê desthilatdarîyê hem fikir bin serkeftin û serfirazî ne dûr e! Lê gava di bin sîya berjewendîyên hîzbî de em dijîtîya hev bikin, têkçûn û trajedî li benda me ye. 16-10-2018

Ez dizwazim çend têbinîyên piştî 16 cotmehê 2017 an bi we re par bikim:
Piştî 16 cotmehê 2017 an, li bakûrê Kurdistanê tu helwestek berbiçav pêknehat. Bi giranî bêdengîyek bê wate bandora xwe li ser civatê nîşan da. Sedemên wê bêdengîyê jî, di derheqê rûdanên 16 Cotmehê de, tunebûna înformasîyonek zelal û bêdengîya rayedarên başûr bû. Em komek heval û hogirên kedkarê doza Kurdistanê, roja 20 Cotmeh 2017 de civîyan û me biryar da ku divê li bakûr ev bêdengî bê şikestin. Me bi rêya telefonê, dîtin û daxwazên xwe bi serokê du parîyên Kurdistanî re par kir. Ji bo bêdengîya ku bakûr dîl girtibû, em dikarin çewa hilweşînin û dikarin çi bikin? Me bersîvek erenî ne girt! Du roj şûnda, ji bo pirozbahîyên kongreyê me carek din telefon kir. Me daxwaza helwestên nû, daxwazên piştgirîya başûr anî ziman. Lê tu kes, tu alî li me venegerîyan û bêdengîya xwe domandin.

Roja 23 cotmehê 2017 an de, me serdana navenda BASNEWS’ê kir. Me daxwaz û pêşnîyarên xwe bi nivîskî û tomarkirina dengî pêşkêşî karmendên Basnewsê kir:

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/387629?highlight=WyJjYW5vIiwiYW1cdTAwZWFkXHUwMGVlIiwiYW1cdTAwZWFkaSd5ZSIsImFtXHUwMGVhZFx1MDBlZSduaW4iLCJjYW5vIGFtZWRpIl0=

Ji navenda Basnewsê, em derbasî navenda kanala Kurdistan24 bûn. Derheqê rojevê de, me helwesta xwe dîyar kir û bi taybetî bangî partîyên bakûr kir, da ku werin em bi hev re dîwarên bêdengîyê hilweşînin.

Roja 24-10-2017 de em çûn navenda RÛDAW TV û WAR TV. Me armancên xwe bi rayadarên her dû kanalan re par kir û tekstek axaftinê bi nivîskî pêşkêşî van kir. Pişt re, em beşdarî bernama zindî bûn.

Ji bakur komek xwebexş piştgirîye jibo başurê Kurdistanê dixwazin

Çend roj şûnda, li Amedê 5 partîyan civinek çapemenîyê çêkirin. Lê bangî tu kesî û derokekê nekirin. Encamên civînê jî bi peyaman şandin/parkirin. Salek berê, rewşa bakûr ewha bû, niha jî tiştek ne guherîye. Ji gelek sedeman civata bakûr ketîye xewek giran! Wêneyên salek berê li ber çavan e!

Texsta axaftınê: (Ya me pêşkêşî çapemenîyê kiribû)

Kurdistanîyên hêja,
Em derdorek welatparêz û têkoşerên doza serxwebûna Kurdistanê, di derbarê van rûdanên rojên reş û tarî de, di derbarê bûyer û kerasetên Kerkûkê û hwd de rûdane, em dixwazin helwestên xwe bi we re par bikin, sedemên serdana me jî ev helwest û eşkerakirina sekna meye!

Weke hûn jî dizanin gelê Kurd, di demek gelek dijwar û xeter re derbas dibe. Destkeftî û hebûna gelê Kurdîstanê bi îxanetek navnetewî û navxoyî rû bi rû bûye. Em li dijî van êrîş û hewldanên ji bo têkbirina encamên referandûma serxwebûnê, hemû alîyên dagîrkeran şermezar dikin û bi dengekî bilind dibêjin em alîyê doza serxwebûnê ne. Em bi her awayî, piştgirî didin serokê Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî û hukûmeta Kurdistanê. Çê nabe xwefiroş û dagîrker, di derheqê dahatuya gelê Kurdistanê de biryar bidin. Divê herkes rêz li îrada gelê Kurd bigire.

Em di wê bawerîyê de ne, ew kesên bi doza Kurdistanê re îxanet kirine, wê ji alî gelê Kurd ve bê ceza kirin. Ev îxanet li hemû destkeftî û mafê gelê Kurd hatîye kirin. Li hukumeta Kurdistanê, li berjewendîyên Kurdistanê û li biryar û îrada gelê Kurd hatîye kirin. Bi taybetî, ev îxanet li Kosret Resûl û YNK ê hatîye kirin. Em wan xwefiroşan û dagîrkerên hevalên wan bi tundî şermezar dikin!

Kurdistanîyên hêja, em bangî hemû partî, rêxistin sazî û komelên Kurdistanê dikin. Di rojên ewha de pêwîstîya me bi yek dengî, yek rêzî û bi hestên netewî heye. Weke dema piştgirîya Kobanî, divê hemû Kurd bi çalakîyên sivîl û demokratîk li hemû derên cîhanê tevlî çalakîyên piştgirîyê bibin. Bi taybetî niha ji bo helwesta raya giştî, barekî mezin li ser milê Kurdên dîyaspora ye. Hûn girêdayî kîjan partî, grup, komele û rêxistin dibin bibin, hûn bawermendê kîjan olî dibin bibin, di rojên ewha de divê em xwedî yek helwest bin. Em ji hemû sazî û alîyên sîyasî yên Kurdistanî daxwaz dikin, rojek zûtirîn di mala Kurdî de yek dengî û yek rêzî saz bikin!

Em bi taybetî bangî partî grûp komele, sazî û rêxistinên civakî û sîyasî yên Bakûr dikin: Çê nabe bi milyonan Kurd bêdeng û bê helwest bimînin. Divê partî û sazîyên me zûtirîn ji bo piştgirîya Kurdistanê tevbigerin, helwesta xwe nîşan bidin. Bêdengî û bêhelwestî piştgirîya xirabîyê ye. Em bangî hemû hêz û sazîyên kurdistanî dikin: werin em bi hevra li destkeftîyên hene xwedî derkevin!

Dîsa em bi kêfxweşî û dilekî germ helwesta 32 partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê silav dikin û wan pîroz dikin. Bi kurtayî em carek din piştgirîya xwe ji bo hukumeta Kurdistanê û ji birêz Mesûd Barzanî re, Ji pêşmergên kahraman û gelê Kurdistanê re dubare dikin. Silav û rêz. Li ser navê hemû hevalan Cano Amedi. 24-10-2017 Amed

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir