Analîzek di derbarê neteweya kurd û meha Adarê de (2)

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

HÎROŞÎMAYA KURD Û KURDİSTANÊ: DI 16ê ADARA 1988AN DE QETLÎAMA HELEBÇEYÊ…

Beriya 31 salan (16ê Adara 1988an) li Başurê Kurdistanê bajarê Helebçeyê bombayên kîmyewî û jahrî li ser gelê me hatin barandin. Ew roja, roja kurdan ya tarî û reş bû; dawiya dîrokê bû. Li Bajarê Helebçeyê, li deşta Şerêzorê û li sînorê Rojhelat û Başûrê Kurdistanê bi destên du dewletan İran û Iraqê qetlîameke mezin çêbû.

Wek tê zanîn di sala 1974an de di navbeyna kurdan û Rejîma Seddam de ji bona Kerkukê şer dest pê kir. Wê demê Iraq, peyka Yekîtiya Sovyetan bû. Emerıka jî bi riya Îranê piştgiriya kurdan û Otonomiya Kurdistanê dikir. Rejîma Baasê di şer de di zehmetiyê de bû. Kurdan zora rejîma baasê dibir. Rejîma Baasê ji bona ku zora kurdan bibe, bi Îranê re li hev kir. Ji bona ku Îran piştgiriya kurdan neke, perçek erdê xwe da Îranê. Di encamê de Peymana Cezayîrê pêk hat. Serok Barzanî ji bona dît ku li hemberî wî û neteweya kurd xiyaneteke navneteweyî heye û qetlîameke mezin dê ji aliyê Rejîmê de pêk bê, şer da rawestandin. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.

Iraq û Rejîma Baasê dema ku xwe xurt dît, dît ku Emerîka û Ewrûpa jî li dijî İranê ne, ji bona ku erdên xwe ji bin bandor û desthilatdariya Îranê derxe, dest bi şer kir.

Di wan şertan de Îranê xwest ku kurdan li hemberî Rejîmê, Iraqê jî xwest ku kurdan li hemberî Îranê bi kar bîne. Lewra wê demê rêxistinên Kurdistanê bi herdu dewletan re xwediyê pêwendî bûn. Di wê siyasetê de Îran di derbarê YNKê de serkeftî bû. YNKê li hemberî Rejîma Baasê li cem Îranê şer kir. Bû sedem ku Îran Helebçeyê dagir bike. Iraqê wê demê çekên kîmyevî li Helebçeyê bi kar anî, qetlîameke mezin çêkir.

Qetlîama Helebçeyê bi pişgiriya Yekîtiya Sovyetan, Emerîka û Ewrûpayê çê bû. Lewra di qetlîamê de teyyareyên Yekîtiya Sovyetan bi kar hatin. Emerîka û Ewrûpa jî, piştî ku Rejîma Îslamî li İranê ava bû, bûn dijminên İranê. Ji Iraqê re piştgirî kirin.

Yekîtiya Sovyetan dinya manipulê kir ku li Helebçeyê Qetlîam nebûye.

Emerîka û Ewrûpa jî bêdeng ma.

Hemû welatên sosyalîst, Kuba, sosyalîstên dinyayê û tirkan, beşek sovyetparêzên kurd jî piştgiriya Rejîma Iraqê kirin ku Rejîma Iraqê sosyalıst e û li dijî emperyalîzmê ye. Di eslê xwe de Iraqê, ji emperyalîzmên çep û rast piştgirî digirt.

Kurdan bi her awayî ji Têkoşîn û Doza Filistiniyan re piştgirî kirin. Hezar mixabin Rêxistinên Filîstînê û serokatiya wan jî, ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Li hemberî jenosîda Helebçeyê bêdeng man.

Dewletên Îslamî jî li hemberî Qetlîama Helebçeyê bêdeng man. Îslamparêzên kurd jî hemen tewan kirin. Piştgiriya Seddam kirin.

Halepçe, berdewamiya hemû qetlîamên li Kurdistanê û Enfalê ye.

Ji bona ku jenosîda berdewam ya li dijî neteweya kurd li Neteweyên Yekgirtî bê pejirandin, Helebçê dikare bibe bûyereke û qetlîameke dîrokî.

Divê hemû kurd, dezgeh û partiyên kurdan ji bona vê xebat bikin.

21 ADARÊ CEJNA NETEWEYA KURD YA MILÎ NEWROZ E. SALA NÛ YA KURDAN E. ROJA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ…

Newroz, cejna neteweyî ye.

Sembola azadiyê û serxwebûnê ye.

Rênîşana li dijî zûlm û zordarî şerê neteweya kurd e.

Newroz sersala kurdan e.

Di Newrozê de (21ê Adarê) de rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike.

Neweroz, roja vejînê, têkoşîn û efirandinê ye.

Newroz, ji bona dewlet û hêzên dagirker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.

Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.

Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.

Bila Neweroza miletê me pîroz be.

Newroza sala 2019an ji serxwebûn û azadiya neteweya Kurd û Kurdistanê re derfet nû çê bike.

Kurd di vê Newrozê de ji xeterîyê hûndir û derve rizgar bibin.

*Nîjadperestî dijminê neteweya kurd û mirovatiyê ye.

Neteweya kurd di bin êrîşa nijadperestiya Tirk, Ereb, Fars de ne. Loma têkoşîna neteweya kurd ya milî di hemandem de li dijî nîıjadperestiyê ye.

Wek tê zanîn di 21ê Adara 1960yî de polîsên Efrîqeya Başûr li dijî xwepêşandina reşikan ya li dijî nîjadperestî êrişek kirin. Gelek reşik hatin kûştin. Neteweya Yekgirtî ji bona ku vê roja rûreş protesto bike: Di sala 1966an de 21ê Adarê kir, “Roja Têkoşînê Ya Li Dijî Nîjadperestî” yê.

Divê em kurd vê rojê ji bîra nekin. Di têkoşîna xwe ya milî de bikin çekekê.

ÎDAMKIRINA PÊŞEWA QAZÎ MIHEMED Û BERPIRSIYARÊN DEWLETA KURDISTANÊ; ROJA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ…

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya Azeriyan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li Meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa got:

Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerînên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

…”

Hezar mixabin piştî îxanete Yekîtiya Sovyetan û dewletên Rojava, Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin dîl girtin.

Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.

Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin.

Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.

Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.

Parastina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.

Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:

Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:

Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”

Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû.

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçirayê hatin daleqandin.

 Qazî Mihemed, hem serokekî edetî û muhafazakâr bû, hem jî serokekî hevdem û demokrat û rewşenbîr bû. Serokekî gelek zanyar bû. Ew wek kesekî ansîklopedîk bû. Zêdetir dişibiya serokên sîstema demokrat yên ku bi hilbijartinê tên tespît kirin.

Loma jî di metodên xwe de jî gelek hevdem û demokrat bû. Tu wextî nedixwest ku şiddet û kuştinê bi kar bîne.

Pêwendiyên wî û Barzanî jî, pêwendiyek gelek hevdem bû. Barzanî dema ku li Mehabadê bû, serokatiya Qazî Mihemed bêqeyid û şert pejirandibû. Barzanî her çiqas xwediya hêzek leşkerî ya mezin bû jî, tu wext nexwest ku mudaxaleyî karên serokatiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê bike.

Heta dema ku Qazî Mihemed xwest ku bi gelê kurd re êş û keserê bikşîne, Barzaniyan bi hêza xwe ya leşkerî dikarîn li Rojhilata Kurdistanê doza desthilatdarî bikiran. Lê Barzanî xwediye çandeke milî ya xurt/kurdistanî û biesalet bû ku ew yeka nekir, ji Qazî Mihemed re rêz girt.

Divê ew helwesta Barzaniyan ji PKKê re bibe ders.

*31 Adarê wek Roja Şehîdên Kurdistanê jî hatiye pejirandin. Divê em li ber hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe bitewînin û riya wan bidomînın. Ew ji me nan û av naxwazin. Dixwazin ku em ala wan ya milkî û serxwebûna Kurdistanê bilind bikin.

Neteweyek ji şehîdên xwe re xwedî dernekeve, nikare bibe dewlet jî.

Amed, 22. 03. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir