Li Hollanda Newroz Hat Pîrozkirin!

Wek her sal îro li Hollanda, bajarê Arnhem, Komeleyên Kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê, bi hev re û bi girseyî li derve û bi bilindkirina agirê Newrozê, Newroz pîroz kirin!

Wek ku her deverek Kurd lê dijîn, her sal li Hollanda jî cejna Newrozê li bajar û şêniyên cuda, bi şêweyên cuda Newroz tê pîrozkirin.

Ev bi salan e ku li Hollanda bajarê Arnhem, ji alî komele û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê Newroz di êvara xwe de û li meydanek bajar tê pîrozkirin!

Îsal jî di êvara Newrozê de, pêşî agirê Newrozê hat dadan, ji şehîdên Kurdistanê temene hat girtin û ji alî berpirsên komele û rêxistinên Kurdistanî li ser wate û girîngîya Newrozê axaftin hatin pêşkêşkirin.

Bi awaz û muzîka kurdî, bi sitran û dîlanên cûrbicûr Newroz wek cejneke netewî ya rizgarî, azadî û sersala gelê Kurdistanê hat pîrozkirin!

Li video temaşe bikin: 2ED2D9E3-01E0-4789-8E33-2E4018CA79FD

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *