Bîrhanînek li Ser Avakairina Radyoya Dengê Kurdistanê

 

Bîrhanînek li ser Avakairina Radyoya Dengê Kurdistanê

 

  1. Baran

Payiza sala 1977 an bû Min li Zanîngeha Dîcle beşê Fizîkê didomand. Salek û nîv di ser Şoreşa Gulanê de buhurî bû. Kongreya me ya PDKT yê jî teva bûbû. PDK Iraqê Qîyada Muwaqet xeber şandibûn ku wan cîhaza radyoyek hanîne lê jêre elektrîk pêwiste. Wan di vî warî de ji me alîkarî dixwestin.

Min dev ji domandina zanîngehê berda û berê xwe da sînorê navbera her du perçeyên Kurdistanê Bakur û Başûr. Ji berk u min beşê Fizîkê dixwend vî karî jî yê ku Kariba bikira û berpirsîyarî bigirtana ez bûm.  Ji xwe ez gelek caran diçûm vê navçeyê, him ji bona xebatên rêxistinayê û him jî ji bona têkilîyan bi Qîyada Muwaqetre…

Rêvebirin PDK QM li vê herîmê  Selîm (Cewher Namiq) û Hesen (Kerîm Sincarî) bûn. Gava ez gihîştim navçeyê piştî li hev pirsîn û hevpeyivînên demî yên xwezayî, em li ser Radyoyê peyivîn.

Hesen got: me cîhazek Radyoyê ji Ewropa hanîye hevalek pispor jî pêre hanîye, em dixwazin Radyoyek amade bikin. Pisporê ku ji bona radyoyê ji Ewropa hatibû jî bi min da nasîn. Navê Rizgar e pisporê van karan e. Ji bona vê jî elektrîk gereke. Min got: base, gereke em jeneratorek bînin, lê gereke ez cîhazê bibînim lê mêzebikim ka jeneratorek çend faz û çend amper jêre gereke, em li gora wê jeneratorê bikirin.

Ji xwe cîhaza radyoyê li ber me paketkirî amade bûn. Gava min got gereke ez li cîhazê binêrim, te digot qey ezê male bavê pispor ji xwe re bibim, di cîda xwe havêt navberê û got: Ez muhendizim, min cîhaz bi xwe kirîya û hanîye nepêwiste tu mêze bikî, ji bona cîhazê sê faz gereke hêza wê jî … wat pêwist e. Min cend carî xwes ku ez paketê vekim cîhazê bibînim lê vî pisporê qure pêşî girt neyişt ez paketê vekim.

Ez zivirîm Amedê hevalek di TEK (Turk Elektrik Kurumu) de dixebitî bi alîkarîya wî jî min ji Istenbolê Jeneratorek kirî. Navçe ya ku Selîm û Hesen lê diman li sînorê Qilaba bû lê Raddyo wê li navçeya Şêxan li gundê BÊDAWÊ bihata danîn. Berpirsên vê navçeyê jî Samî Ebdulrehman û Serbes (Ebdulrehman Bêdawî) bûn. Ev navçejî li sînorê Geverê bû. Ji ber vê jî me Jeneratorê şîyand Geverê cem hevalek xwe.

Lê li gor teknîka wê demê jeneratora sêfaz û hêza pêwist 200 (du sed) kg giran û yekperçeyî bû. Şensî me hema bêje qet tuneye lê wê salê gelek berf hatibû. Dar û zinarên mezin di berfê de hunda bûbûn. Rêyên gundan û bajarokên piçûk ji berfê hatibûn girtin.

Li navçeya Geverê Abdullah Salih kadroyek QM jîr û bikêrhatî hebû tim li navçeyê diman. Em bi hevre bi alîkarîya hevalên navçeyê li dora 30-40 kesên bilekan ve, wê Jeneratora girana 200 kg di ser wan çiyan, di ser dar û zinaran de rêya 8 heyşt) katjimêrî ve bi tawikê gihîştand gundê Bêdawê ku li ser sînorê Herdu alîyên Kurdistanê yê Bakur û Başûr e. Ji xwe eger berf tunebûna jeneratorek ewçend giran bi tu hawayî nedigîştinwan deveran.

 

Tevî ewçend zor û zehmetîyan û bi ked û xweydana  30 – 40 kesî ve  em gihîştn Bêdawê. Ji xwe Bêdaw di nêvê gelîde ye. Ava newalê di nava malan de diherike. Hinek xanî dikevin alîyê Bakur û hinek dikevin alîyê Başûr. Mêtinkaran gava Kurdistan parve kirine niştecîyên Bêdawê jî weka gelek gundên din yên Kurdistanê tevî niştecîyê xwe ve hinek bûne Bakurî û hinek bûne başûrî, yan bûne serxetî û binxetî, biryaek li vî alî û birayek li wî alî!…

Em piştî ewçend westandinê gihîştin gundê Bêdawê,  bixêrhatin li hevpirsîn bînvedanê hinek gundîyên nêz vegerîyan yên din li gund man roja din zivirîn cîyên xwe. Roja pişt re Pisporê me Rizgar cîhaza Radyoyê vedike bi pozbilindîyek mezin ve li avakirina wê dixebite…  Abdullah Salihjî dinav gundîyan de zivirî.

Nîvrokî min dît ku moralê Kak Samî û Serbest xirabe rûyên wan tirşe. Kak Samî li Abdullah Pirsî gotin çûye. Kak Samî got: Baran ev Ebdullah zîreke jêhatîye lê doxînsisteke, hema ji ber çavan hunda dibe weka ava ji ser kaş diherike heta Geverê ranaweste., ez nizanim çibikim jê?

Piştî du rojan kak Samî got: Niha jî pirsgirêkek me derket Rizgar,  ehmeqê ku Radyo hanîye û goya pisporê me ye dibêje ez jê fêm nakim û  elektrîk ne li gor cîhazê ye. Em tevde çûn cîyê Radyoyê, gava min li cîhaza radyoyê mêze kir ez çi bibînim cîhaza radyoyê dufaz e û jeneratora me sêfaz e! Ez qîrîyam ser Rizgar û min got: min ewçend daxwaz kir ez li cîhazê  mêze bikim û li gora wê jeneratorê bînim, te xwe qurekir nehîşt, niha tuyê çî gûyî belav bikî? Kak Samî ket navberê nehîşt ez êrîşê wî bikim. Û got çi bûye, bûye gereke em li çareyeke bigerin.

Min got başe lê ji ber van tiştê ku vî gayî  hanî serê me, gereke hun wî neşeyinin Ewropa. Kak Samî got dibêje ez nexweşim û emê çi bikin pê bi kêrê me nayê. Min got hema wek kerekî her roj keviran li piştê kin bire bibe serê gir û bîne xwarê!  Heta piştre gava ez çûm wê derê Rizgar tunebû şûnda şîyandibûn Ewropa..

Em li ser çareserîyê peyivîn. Me bi hevre biryar da ku em adabtorek bidin çêkirin ku sêfazî ji me re bike dufazî. Ji berk u hanîna jeneratorek din him buhaye û him zor e. Kak Samî got em li Sûrîyê dikarin hinek tiştan bikin, Abdulrehman Salih liwir e, eger tu karibî herî Qamişloyê ji ber ku te cîhaz dît, tu dikarî li gora pêwistîyê adabtorek bidî çêkirinê.

Ez zivirîm Amedê bi hevalan re peyivîm me pêwist dît ku ez herim binîya Xetê Qamişloyê em adabtorê liwir bidin çêkirin.

Min dev ji Zanîngehê berda berê xwe da Binîya Xetê. Ez çûm Slopya gundê Basûrînê. Gundîyên wê hevalên me bûn. Xelîl hevalek me yê ku endamên me û pêşmergeyan dibirin binîya Xetê û danîn, em bi hevre ji ser Dîcleyê derbasê  alîyê Dêrika Hemko Binîya Xetê bûn. Ji wê jî bi pîqabê di rêyên gundan de em çûn Qamişloyê. Min li wê derê Abdulrehman Salih dît û em li ser pirsgirêkê û çareserîya wê peyivîn. Lê gora xwestekê Abdulrehman kete nav têkilîyan. Piştî çend rojan wî got ku ew nikarin adabtorekî weha peyda bikin yan jî bidin çêkirin.

Li ser vê rewşê ez gerekbûm bizivirim. Abdulrehman Salih jî gereke biçûna Kurdistana Başûr. Ji ber vê em bi hevre zivirîn çşn Silopîyê, ew çû navçeya Qilaba û ez zivirîm Amedê. Abdulrehman Salih piştî çûyina xwe bi demek mayin pêve teqîya şehîd ket!

Li Amedê dîsa bi rêya hevalê Salih em bi dikandarek Elektirkçîyê Ermenî re peyivîn û navnîşanek hevalek wî l Îstenbolê jê send.

Min berê xwe da Îstenbolê. Ez çûm wê navnîşana ku me ji dikandarê Amedî sendibû. Min jê re pirsgirêk got: pêwistîya me bi adabtoreke ku elektirîka sêfazê bike dufazî heye. Camêr di atolya xwe da adabtorek ji min re çêkir. Paşê ez zivirîm Amedê.

Lê vê carê jî pêwistîya me bi pisporek elktronîkê hebû ku cihaza Radyoyê lihev bixe amade bike. Ji berk u wî kerê pispor gotibû ez nikarim li hevbixim û ez nexweşim ezê bizivirim Ewropa! Hevalek me Sebrî Mandizê Elektirîkê hebû me jê re digot Ehmed. Serê wî weka komputerekî dixebitî jêhatî bû. Wî got ezê werim seh bikim dibe ku karibim lihev bûnim. Min Ehmed me berê xwe da Geverê em çûn mala hevalek li kêleka Geverê. Êvarê li wir man roja dinê du sê hevalan da pêşîya me û em di ser çîyayê Serê Satê re li dor şeş katjimêran de gihîştin gundê Bêdawê.

Me dinav du sê rojan de cîhaza Radyoyê amade kir. Li gora keysa gund weha bi cî bû: Cîhaz li alîyê Bakur û Anten li alîyê Başûr bicî bû. Weşana sehîtîyê ya pêşî ya Radyo ya Dengê Kurdistanê min û Ehmed kir. Xebata wê rind bû! Vêca weşana vekirinê ya fermî ji alîyê kak SAMÎ ve hat amade kirin.

Piştî çend rojan ku me dît cîhaz bêpirsgirêk dixebite em zivirîn Amedê.

Merd Baran Boskan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir