Dîroka Koka Kurdan

Siddik BOZARSLAN

Di derbarê koka kurdan da hin fikir û dîtinên cuda ji alîyê aliman ve hatine pêşkêşkirin. Semedên esasî yên van lêkolînan, derengmayîna wan in ku rastê zehmetîyan hatine. Jibo ku van lêkolînan bigihin encameke ilmî, divê dîroka kurdan a ku ewil lê peyda bûne û paşê jî hin şaxên wan belav bûne û têkelê nav qewmên dî bûne, zimanê wan ku pê axifîne, pêwist e ku ji tarîtîya dîrokê derkevin ronayîyê ku ev jî pêwistîya wesîqeyên ilmî heye ku gelek zehmet e.

Gotina Kurd (Kurdî) ku pirtûkên klasik behsa wê dikin, bi ferqîyetên biçûk be jî, normal e ku di lehçeyên cuda da bi heman manayê hatine bikaranîn. Di derbarê dîroka koka kurdan da du dîtinên aliman hene: Yek jê; koka kurdan ku Berîya Mîladê (BM) sala 400î da dema Ksenofon li Kurdistanê rastê wan hatîye û ji wan ra Kardoxî (Karduk) gotîye. Yê duyemîn jî; gotina Kortî (Kur-dî-e) ye ku cîranê Kardoxan yê rojhilat bûne, ewana bapîrên kurdan in.

Jibo koka kurdan, rastîya ku heye ev e: bi texmînî 700 sal BM, koçberîya Arîyan ya ewil dest pêkirîye. Di wê dewrê da qewmên ku ber bi rojava ve koç kirine, Med di nav wan da bûne û li nêzîkê Asûrîyan cîwar bûne. Piştî şerên dirêj di navbera Medan û Asûrîyan da, di 607an da Medan zora Asurîyan birine û dawî li dewleta wan anîne. Bi vî awayî Medan sînorên dewleta xwe fireh kirine. Lê hin ji wan li Kurdistanê û derdorê wê belavbûne. Beşek jî ber bi bakur ve çûne cîyê ku ermen lê jîyane û li wir dawî li dewleta Urartu anîne. Her weha Kardoxîyên ku Ksenofon rastî wan hatîye ango Kortîyên ku cîranê wan yê rojhilat bûne, wek kok ew Med in û bapîrên kurdan in.

Her weha coxrafîzanên yunanî Strabo, Petolomi û yên dî, BM (Berîya Mîladê) di despêka sedsala yekê da Kurdistana nuha baş nas dikirin. Di pirtûkên xwe da jibo wê derê navê Kurdo lêdanîne.

Dema Hartman jibo Botanê haydarî daye, wî gotîye ku bajarê Piynakê (Finikê) ku li ser çemê Dîjleyê ye, ew bajarê Karduxan e. Strabo jî wê dîtinê parve kirîye. Dîsa ew herêma ku ji Salmasê heta Hekarîyê, ji wir jî ber bi rojava ve dirêj dibe û herêma Botan digire nava xwe, ermenî ji wî beşî ra bi wateya Kurdistanê  gotine Korteçya.

Bi kurtayî kokên kurdan digihê Medan ku ew ji qewmê Arî bûne. Ev ji alîyê ilmê dîrokê ve hatîye tespîtkirin ku welatê wan, cîyên ku ewil lê peyda bûne, derdora Wanê û Botan e. Wan sînorên xwe ji wir fireh kirine û heta Kurdistana ku îro em bi nav dikin, belav bûne.

Kurdan bi sedsalan li hemberî qewmên dî şer kirine ku ew ji Kurdistan derbas bûne û êrîşên xwe anîne ser Kurdistanê û xwestine wan deran bixin bin dagirkerî û kontrola xwe. Axa Kurdistanê rastê dagirkirina ereban û paşê jî iranîyan û osmanîyan hatîye.  Kurdistan di Şerê Çaldiranê da ku di 1514an da qewimîbû, bûbû meydana şer. Rojavayê wan deran û heta beşeka Kurdistanê ku di nava sînorê Îranê da bû, kete bin kontrola rêbirîya osmanîyan.

Piştî ku Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîm Kurdistanê xist bin dagirkerîya xwe; Şêx Îdrîs-î Bitlîsî yê ku dîrokzan û alimê kurd bû, hat wezîfedarkirin ku mîrekî û eşîrên kurdan qanih bike û têxe dûzenek ku rêvebirîya hukumeta osmanî qebûl bikin.

Tê gotin ku Ş. Îdrîs-î Bitlîsî, ji ber hin semedên politik wî li hin kurdan zorbirî kirîye ku koç bibin û herin herêmên ermenan û herêmên Anatolyayê cîwar bibin û ev hewildan pêkhatîye. Ji xwe berîya wê demê jî hin kurd koçberî cîyên cuda bûbûn. Ji xwe eşîrên koçber, li cîyên kifşkirî bi daim nediman. Mîsal, Eşîra Rewandî ku Selahaddin-î Eyyubî jê bû, di nav wan eşîrên koçber da bû, li derdora Çîyayê Dewîn digerîyan ku heta mêrgên çêrandinê yên Êrîwanê, û wan konên xwe li wî çîyayî bi cî dikir.

Wekî dî, kurd ne tenê li welatê xwe jîyane, gelek herêmên ermenan jî xistine bin dagirkerîya xwe. Ev rewş, heta sedsala XI. berdewam kirîye. Divê ji ber çav neyê dûrxistin ku ew di demên gelek kevn da bûne. Berewajî wê jî ermenan jî di hin deman da herêmên kurdan xistine bin kargêrîya xwe. Loma ji ber wê ye ku etnografiya hin herêman bûne welatê kurdan û ermenan yên muşterek (şirîkatî).

Şerefname ku çavkanîyeka herî kevn a kurdî ye, di derbarê hin îmaretan da haydarî  dide ku ew rastê dema Sultan Selîm tê. Nivîskarê Şerefnameyê Şeref Xanê Bedlîsî ku Emirê Bedlîsê bûye, bi taybetî jibo emareta xwe haydarîyên dirêj daye. Şeref Xan, di wê esera xwe da haydarîyên derbarê urfadetên kurdan, jîyana wan, şerên ku li dîjî tirkan û îranîyan kirine nivîsîye. Dema wî behsa têkilîyên Emaretên kurdî û Sultanên Osmanîyan kirîye, weha nîvîsîye:

”Sultanên Osmanî, heta dewra Mahmutê II. yê li Kurdistanê nikaribûne bi tevayî hukumranîya xwe bicî bikin ku Mîrekîyên Kurdan bi tevayî ji meydanê rakirin. Wan heta wê demê jibo xwe baş didîyan ku bi mîrekîyên kurdan ra baş derbas bikin. Mîrekîyan jî daxwazên sultanan ku ji wan dixwestin, pêkdianîyan. Ji wan ra dîyarîyan didan, di şeran da esker didan osmanîyan. Lê Sultan Mahmetê II. biryara Yavuz Selîm betal kir û ji ortê rakir û biryara ji ortêrakirina mîrekîyan da. Jibo pêkanîna wê biryarê jî di bin berpirsîyarîya Reşît Paşa da ordîyek rêkir Kurdistanê. Bi vî awayî di 1834an da kurdan wek hemwelatîyê ”tirk” hatin qebûlkirin, bi tabîreka dî Kurdistan duyemîn car û bi maneyeka temamî ji alîyê osmanîyan ve hat dagirkirin.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *