Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Batmanê bangî Dewleta Tirkîyeyê kir: Hebûna miletê Kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî bê şerd qebûl bikin!

ÎroCotmehê li Teşkîlata PAKa Batmanê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê RêzdarMustafa Özçelik bi çerçoveya xebatên PAKa Batmanê digel endam û rêveberên PAKêcivîneke taybet li dar xist. Paşê li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Brîfîngbi beşdariyeke berbiçav li dar ket. Gelek kes li ser piya man. Çapemeniyê elaqeyekebaş nîşan da. 

Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Batmanê de Serokê PAKê Mustafa Özçelik got:

Siyaseta ku va 4 sal e em dimeşînin her ku diçe me dipejirîne ku em weke PartiyaAzadiya Kurdistanê dibêjin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, bi rêyên siyasî, sivîlû demokratîk, bêyî tundûtujiyê û şîdetê divê were çareserkirin.

Her wiha rûdanên ku di nav 4 salan de pêk hatine, hevdîtinên PKK û Dewletê yên ku wekepêvajoya çareseriyêdihat binavkirin û paşê têkçûna van hevdîtinan rastiya siyaseta mezêdetir îspat kiriye ku me tim gotiye pirsgirêka kurd, bi rêyên aştiyanê û siyasî, divê wereçareserkirin

Em weke partî dibêjin ku hebûna miletê kurd, nasname, maf û azadiya wan ên neteweyîû daxwazkirina statuyeke siyasî  bingeha siyaseta me ye û em xebatên xwe li ser rêbazê dimeşînin

Em dibêjin ev mesele ne weke dewleta tirk, ev e 95 sal e dibêje ev meseleya aboriyêteror û asayîşê ye, em bi awayekî eşkere ji dewleta Tirkiyeyê re dibêjin, mafê te tune ye ku tu zimanême, nasname û hebûna me, maf û azadiyên me yên neteweyî û demokratîk, bi şîdet an bitiştekî ve girê bidîEm maf û azadiya xwe dixwazin û çi şîdet çi faktorên din nikarin bibin sedema piştguhkirina van daxwazên me yên meşrû.

Bifikirin ku 95 sal e zimanê kurdî nehatiye naskirin, kurdî ne zimanekî fermî ye. Ev 95 sal îspat kiriye ku pirsirêka kurd bi  şêwaza dewleta Tirkiyeyê çareser nabe ûdoza miletêkurd ji holê ranabe. Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku dev ji siyaseta ku pirsgirêkan kûrtir dike berde. Dev ji siyaseta şîdetê û dijayetiya kurdan berde.

Herwiha em bangî PKKê dikin ku hewla çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya şer û pevçûn û tundûtujiyê di şertên îro de pirsgirêkê kûrtir dike û çareser nake. Di heyamahendekan de me dît ku şîdet, li ber jidestdana mafên bidestxistî vedike. Ji ber em bi awayekî eşkere bang li PKKê dikin ku dawî li şer û pevçûnan bîne.”

Özçelik, di berdewamiya axaftina xwe de got di krîza aborî ya li Tirkiyeyê de rolaçaresernekirina pirgirêka kurd û şîdetê gelek zêde ye û wisa domand: Tirkiyeya ku dinav xwe de pirsgirêke çareser nake, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, êrîşî Efrînêdike, mudaxeleyî Îdlibê dike, bo jiholêrakirina destkeftiyên federe yên BaşûrêKurdistanê û pêkneanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê çi ji dest hat, kir û dike. pir zelal e ku divê dewleta Tirkiyeyê, dest ji siyasetê berde û bi kurdênbakur, başûr û rojavayê re lihevkirî be, rêzê li mafên wan bigire.

Özçelikî rewşa Herêma Kurdistanê nirxand û got digel hin pirsgirêk û kêmasiyan hilbijartina Başûr, diyardeya tiştiyê ku Herêma Kurdistanê li gorî welatên din ênRojhilata Navîn, xwediyê  taybetmendiyeke dewletbûnê ye, ji wan demokratîktir e kupêkhateyên siyasî, fikrî, etnîk û olî giş beşdarî hilbijrtinê bûne û piraniya wan liparlamentoyê têne temsîlkirinDivê partiyên Başûrê Kurdistanê  yekê baş binirxîninku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 2018an, li gorî hilbijartinên 2013an a parlamentoyêû referandûma serxwebûnê kêmtir bûye û divê bi awayekî zanistî û maqûl sedemênkêmbûna beşdariyê baş nirxandin. Em weke PAK ji bo lidarxistina hilbijartinê gelêxwe pîroz dikin û ji bo weke partiya yekemîn bi ser ketiye em Rêzdar Serok MesûdBarzanî û partiya wan pîroz dikin.

Li ser mijara hilbijartina serokomarê Iraqê Özçelik got diviyabû îradeya gelê Kurdistanêhemû partiyên siyasî biryar bidana ka bibe berbijêrê serokomariyê û diviyabûkurd bi yek namzetî li Bexdayê bûna,  mixabin ev pêk nehat. Gava ku Kurd ne yekrêzbin, destên xêrnexwazan zêdetir dikevin nava meseleyê.

Em bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi yekrêzî û bitifaq, li maf û destkeftiyên destûrî û federalî yên Herêma Kurdistanê û li encamên referandûmaserxwebûnê xwedî derkevin.

Mustafa Özçelik rewşa Rojavayê Kurdistanê  nirxand û got rêya serkeftinê li RojavayêKurdistanê cîbicîkirina peymannameyên Dûhok û Hewlêrê mixabin ev pêk nehat. Heke rêveberiyeke hevpar a leşkerî, siyasî û aborî pêk bihata îro li hember Rûsya û Emerîkayê û li tevahiya cîhanê sekneke rasttir derketaba. îro bo yekrêziyekê, bosekneke neteweyî ne dereng e. 

Li ser Rojhilata Kurdistanê  Özçelik, êrîşa li dijî baregehên HDK û PDKÎyê bibîr xist û Îranê şermezar kir û got: “Îran li aliyekî kurdan sêdar dike, li aliyekî ti maf û azadiyakurdan nas nake û li aliyekî êrîşên bi rengî pêk tîne. Li Rojhilata Kurdistanêhewleke bo yekrêzîkirinê di nav partiyên kurdan de heye û divê domandin. Bi taybetsiyaseta ya Amerîkayê ya li dijî Îranê pêvajoyeke daye destpêkirin. Divê gelê kurdheta ji dest sûde ji pêvayoyê werbigirin ku girîngtirîn tişt bo yekê yekîtiyanavxweyî ye. 

 Mustafa Özçelik li ser Bakurê Kurdistanê bale kişand pêvajoya ku piştî 2015an destpê kir û got: “Dewleta Tirkiyê bi navê têkoşîna li dijî FETO û PKKê a rastî dixwaze dengê her aliyekî demokrat û azadîxwaz bibire ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lêpirsîn û dozan di derheqê mirovan de vedike, radyo, televîzyon, rojname, komele û saziyandigirePir zelal e ev yek çareseriyê nayîne, ev rêyên siyasî, demokratîk û sivîl ji holêradike.

Mustafa Özçelik siyaseta hin partiyan rexne kir û got mixabin siyaseta ku nasnameyakurdî, mafê bidestxistina statuya kurd û Kurdistanê piştguh dike, derketiye pêş. Li ser têgihên wekîwelatê demokratîk, neteweya demokratîk, welatê hevpar û hwd.” siyaseta‘yek welat, yek milet, yek ala û yek dewlet” didine meşandin. Em bi zelalî dibêjinsiyaseta ku hebûn, nasname û mafê statuya siyasî ji bo Kurdistanê înkar dike nikare meseleyê çareser bike. Divê navê pirsgirêkê dayîn û bi  awayî çareserkirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *