MIN LEHENGÊ DADGEHÊN DEWLETA TIRK PARÊZER ŞERAFETTİN KAYA DI SALA 1962-AN DE NAS KIR Û PIŞT RE EM BI HEV RE BÛN XEBATKARÊ DOZA KURDISTANÊ Û DEMA BÛ HEVALÊ PKK-Ê HEVALTIYA ME YA NÊZIK QEDIYA…

Îbrahim GUÇLU

Şerafettin Kaya li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Îro jî (15.03.2022) li Mûşê dê bê binax kirin û veşartin.

Me çend hevalan dixwest ku biçin Mûşê. Mixabin şertên hewayê û nexweşiyê dest neda ku em biçin Mûşê. Lewma jî ez gelek xemgîn im. Ez carek din ji bona malbat, dost, heval, hezkirên wî û gelê me sersaxî dixwazim.

Min Parêzer Şerafettin Kaya di sala 1962an de nas kir. Dema min ew nas kir, ew li Qosera Enqereyê mamosteyê dibistana seretayî bû. Ez jî xwendevanê dibistana navîn bûm û di pola yekemîn de bûm. Ew dihat dersa me ya sporê. Ew di heman dem de dostê bavê min bû. Ew mamosteyekî ji xwe gelek razî bû.

Bi taybetî jî dema ku bi mamosteyeke me ya dersa Fransızî ya Qoserê re destgirî bû, pêwendiyên me pêş ketin. Lê beriya ku ez dibistana navîn biqedînim, wî û destgiriya xwe hevûdu berdan û ji hevûdu qetiyan, wî jî wek mamoste dest ji Qoserê berda. Pêwendiyên me qût bûn.

Min dema di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiqûqê kir, ez bi Mümtaz Kotan, Ruşen Arslan, Zülküf Şahin re bûm heval. Me bi hev re di FKKFê û TÎPê de kar kir. Ew jî hevbajariyên Şerafettîn Kaya bûn. Bi wesîleya wan dîsa pêwendiyên min û parêzer Şerafettin Kaya çêbûn. Pêwendiyên me pêş ketin.

Dema ku DDKO hatin damezrandin wî ji DDKOyan re eleqeke nêzik nîşan da. Ji DDKOyan re bû pişt gir. Ji bona ku ez jî damezrênêr û berpirsiyar-serokê DDKO ya Enqerê bûm, bi wî re pêwendiyên min germtir bû. Lê wê demê ew di hemandem piştgirê PDKTê bû û nêzikî Şêhîd Seîd Elçî bû. Lewma jî, ji DDKOyê re jî nêziktir bû.

Piştî demekê ew jî bû hevalê Dr. Şivan Kırmızıtoprak. Lewra hevalên wî Orhan Kotan, Zülküf Şahin, Feqî Huseyîn jî hevalê Dr. Şivan bûn. Endamên PDK li Tirkiyeyê bûn.

Di derbaya 12ê Adara 1971-an de pêwendiyên me gelek pêş ketin û germ bûn. Dema ku em (Ez, Mümtaz Kotan, Nezir Şemikanlı, Sabrî Çepik) ji hepisxaneya siwîl ya Enqereyê hatin hepisxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê Şerafettîn Kaya jî di bin çav de bû. Ji Berpirsiyarê grûba binçav bû. Lê piştî demekê serbest hat berdan.

Piştî ku ew ji hepisxaneyê serbest hat berdan, bi awayekî profesyonelî bi dozên li Diyarbekîrê re peywendar bû. Ew, ji Doza DDKOyan û ji dozên herdu PDKê re û ji hemû girtiyan re bû parêzer.

Lê bi Komuna DDKOyê re pêwendiyeke wî ya taybet hebû. Bi komunê re eleqeya wî nêziktir bû. Di komunê de bi hemû endamên komune re jî pêwendiya wî taybet bû, di çerçeweya doza DDKOyê de wek berpirsiyarê DDKOyê bi min re jî eleqeya wî taybettir bû.

Şerafeftin Kaya dema ji Doza DDKOyê re bû parêzer, ew di hemandem de wek endam û berpirsiyarê DDKOyê tevgeriya. Ew di dadgeha leşkerî de bû lehengê hiqûqê. Wî li hemberî dadgehê helwesteke kurdewarî nîşan da. Ji parêzname û nêrînên me DDKOyan re raste rast xwedî derket. Wî û bi grûbek hevalên xwe ve parêznameyeke gelek balkêş pêşkêşî dadgehê kirin.

Parêznameya wî/wan, kurdewar bû. DDKO gelek aşkere diparast. Hebûna neteweya kurd û hemû hêjayeyên neteweyî diyar dikirin û diparastin.

Ew, di hepisxaneyê de ji hemû girtiyan re ji aliyê hiqûqî û malî de bû alîkar. Loma jî wek lehengê hepisxaneyê û dema Derbaya 1971-an hat bi nav kirin.

Di sala 1974a-an de wek tê zanîn “afeke giştî” derket. Girtiyên Darbeya 1971an serbest hatin berdan. Li Kurdistanê ji bona Tevgera Neteweyî demeke nû û bihareke nû dest pê kir. Kurdperweran xwe bi lez rêxistinî kirin. Şerafettîn Kaya jî di vê pêvajoyê de ciyê xwe girt. Ew jî wek damezrênêrên Tevgera Komal-Rizgarî tevgeriya. Dema ku biryar da ku bibe dezrênêrê Tevgera Komal-Rizgarî wek gelek hevalên xwe yên din jî bi Tevgera Şivan re pêwendiyên xwe qût kir. Li Herêma Mûşê û serhedê bû xebatkarekî Tevgera Komal-Rizgariyê.

Di wê qonaxê de em wek malbat jî bûn dostên hev yên nêzik. Lewra wî û Gulfer Xanê wek parêzer jî bi hev re di Darbeya 1971an de wek parêzer kar kirin. Karên teknîkî yên dadgehê jî aliyê Gulfer Xanê de hatibûn weşand. Ew jî bû sedem ku pêwendiyên me yên malbatî xurttir bibin.

Di sala 1978an de dema ku di nav Tevgera Komal-Rizgariyê de cûdabûn pêk hat, Şerafettin Kaya bi grûba Rizgariyê re me. Dema em ji hevdu cûda bûn bi awayekî gelek medenî û li masayê û encama protokolekê pêk hat. Hezar mixabin encama êrîşeke ne plankirî hevalekî me yê hêja û xebatkarê Tevgera Ala Rizfgariyê Mursel delen ji aliyê endamekî Tevgera Rizgarî ve hat şêhîd kirin. Lê bi awayekî reaksîyonî belavokek hat belav kirin, ji bûyera nexweş re xwedî hat derketin. Di wê qonaxê de Şerafettîn Kaya rolekî baş nehilîst. Ew jî bû sedem ku di pêwendiyên me yên şexsî û malbatî de dûrketinek çêbibe. Pêwendiyên me qût bûn.

Wî di despêke darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê 1980uî de jî li dadgeha leşkerî ya Diyarbekîrê bi grubek hevalên xwe yên parêzer re ji girtiyan re xwedî derketin. Di wê demê jî roleke girîng û neteweyî lêhîst.

Lê piştî demekê di derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, ew jî derket derveyî welêt. Di destpêkê de hat Suriyeyê û Lûbnanê. Li vira bi PKKê re ket bin pêwendiyê. Pişt re jî derket Ewrûpayê. Li Ewrûpayê jî bi giştî propaganda girtiyên PKKê kir û di pirtîka xwe de cî da wan. Lê wê demê jî hîn endamê Tevgera Rizgariyê û Partiya Rizgariya Kurdistanê bû.

Dema ku em li Ewrûpayê bûn, bi awayekî pêwendiyên me dîsa domand.

Wek tê zanîn di sala 1990-91an de di navbera Tevgera Rizgariyê de cûdabûneke din hat rojevê. Şerafettîn Kaya bi grûba Kurdistan Pressê re tevgeriya. Di sala 1992a-an de Gruba Kurdistan Pressê di derbarê şêhîdbûna Mursel Delen de xwe rexne kir. Me di wê qonaxê de biryar da ku em dîsa bi hev re xabata mişterek û tevgerek mişterek ava bikin û bimeşînin.

Di wê qonaxê de damezrandina HEVGIRTIN-PDKê hat rojevê. Loma jî me pêwîst nedît ku em tevgerekê ava bikin, pişt re bibin damezrênêrê HEVGIRTIN-PDKê. Em raste rast li ser hiqûqa kesayetî bi hev re bûn damezrênêrê HEVGIRTIN-PDKê. Di kongreya damerandinê de me bi hev re di Meclîsa û di rêvebiriya HEVGIRTIPDKê de xebat kir.

Hezar mixabin piştî demekê ew û grûbek hevalê xwe ji HEVGIRTIN-PDKê veqetiyan nêzikî PKKê bû. Demekî ji di rêvebiriya meclîsa wan ya dervayî welêt ya derewîn de cî girt.

Ev yeka û bi taybetî dijminitiya wî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Bazranî û Malbata Barzanî bû sedem ku em ji hev bi her awayî dûr bikevin.

Piştî vê pêvajoyê pêwendiyên me daketin sewiyeke gelek nizm.

Piştî ku em vegeriyan Kurdistanê, Ew dema li Ewrûpayê, bû min dem-dem ew dipirsiya û jina hêja Guler Xanê re telêfon dikir. Dema min telêfonî wî dikir, derfeta wî tune bû ku qise bike.

Piştî ku vegeriya Tirkiyeyê û li Enqereyê cîwar bû, ji bona nexweşiya wî ez ji Diyarbekîrê çûm, min ew ziyaret kir. Dema hat Diyarbekîrê jî min û Gulfer Xanê, me ew ziyaret kir.

Wî pêwendiyên xwe PKK/HDP heta ku jiyana xwe ji dest da domand.

Loma dema ku wî jiyana xwe ji dest da em zêde ne li hevûdu bûn.

Lê xebatên wî yên neteweperwer û xebatên wî yên ku me bi hev re meşandibûn, hêja ne.

Ew kesekî fedekar bû. Bila ciyê wî Kurdistan be. Li Kurdistanê ji bona ku cinayetên PKKê re xwedî derketibû, xwe ji wê cirumê xelas bike.

Diyarbekîr, 15. 03. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *