SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -6

Rêzdar Salih, bi egera têkilî û danasîna jîyana rêzdar Îsmaîl Beşîkçî, behsa polîtîka dewletê li dij gelê Kurd û behsa beşek ji dîroka nêz ya 50 sal û virde ya tevgera Kurd dike.

Nivîskar, di derbarê ziman û edebîyata Kurdî de, behsa helwesta rêvebirîya pkk dike ku kesên bi ziman û edebîyata Kurdî re têkildar dibin, çawa tên şermezarkirin ku rev û dûrketina ji partîbûn û mîlîtanbûnê, ji alî îdeolojîk ve qels, bêbawerî û `netewperwerekî kevnar` (ilkel milliyetçi) dihat dîtin. Loma dibû egerê ku kesek li xwe daneyne bi Kurdî re eleqeder bibe.

Dibê: di jîyana me ya rojane û têkilî me de tirkî serwer bû. Zimanê me yê perwerdê û danûstendinê tirkî bû. Di vî warî de tu cihêbûna me ji sîstema ku me jê re digot ‘‘kolonyalîst‘‘ e, tunebû. Çawa li qişleyên wan yên leşkerî û dibistanên razanê yê herêmî zarokên Kurd bi tirkî dipeyîvîn, bi tirkî perwerde dibûn û asîmîlasyona mirovên Kurd dikirin, di jiyana partîyê de jî eynî tişt dibû. Di nava pkk de, Kurdekî Botan yan Rojava ku yek gotina tirkî nizanîbû, di nav şeş mehan de, ji dibistanê tirka yê razanê zûtir fêrî tirkî dibû; pir xweş bi tirkî dipeyivî û dinivîsand. Lê rêberên me yên ku 30 sal in ku li çiyayê Kurdistanê mane, çar gotin bi Kurdî fêr nebûne!..

Nivîskar, di kesayeta Ocalan û rêvebirîya pkk de, qiyasa îdeolojîyên ji zanîyarîyê dûr û dîn û bawerîyên mîstîk dike. Mina ku li dunyayê her dîktatorîyên bi navê çepitî û komunîzmê saz bûne, dema em cahilî û şûndemayîna mirovên Kurd jî têxin hesab, serokê pkk Ocalan jî wek merivekî super zekî, her tiştî zane û dibîne, mukemmel, bê kêmanî û bê qusûr, her gotina wî regezek bê şaşî û nayê rexnekirin tê qebûlkirin. Zanîn û zanyarî, hukmê xwe wenda kirîye.

Apocîtî, versîyona materyalîst ya cemaetek Îslamî ye. Hin axaftin û rîtuelên wê, wek yê Îslamê ne, lê xwe wek materyalîst dinasîne û di têkilî û rêvabirîya navxwe de jî tu ferqa wê ji terîqetê tune ye. Mînak: têgeha `şehîd`, rojîya mirinê, xirbûn (sapma), ezberkirina vejinandinên ‘‘serok‘‘, pîcemê ‘‘serok‘‘,  û wd…

Nivîskar, bahsa sîstema perwerda partîyê dike. Di vê sîstemê de, asta perwerdikirina yekî gundî ku nuh fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û yekî zanîngeh qedendîye wek hev e. Materyalê xwendinê jî nivîs û pirtûkên serokê partîya wan e û bi salan li ser heman materyalan perwerdekirin rêve diçe. Ev jî dibe sebebê xirekbûna mejî û qebûlkirina raman û daxwazên ‘‘serok‘‘ wek ayetên pirtûka pîroz.

Merivekî di kesayeta pkk de ku şaşîyên Ocalan yan rêvebiran rexne dike yan ji pkk diqete, çawa tê tecrîtkirin û bi cendera partîyê tê pûçkirin, nivîskar bi helwesta li dijî xwe eşkere dike.

Gava ‘‘‘serok‘‘‘ peyivî, ger guhdarîkirina kasetekê be jî divê kes tevnegere, tesbîh nekişîne, benîşt necû, di navbêna hevde nepeyive, hereketê çav, dest û linga nekin û bi terbîye rûnin. Heta li girtîgehan, li ser hevdû ji bo `’‘serok‘‘` bûne muxbir; kî çi dike çi dibêje rapor digirin û ji ’‘serok‘‘ re dişînin.

Di partîyekê an rêvebirîyekê de çawa dîktatorî sazdibe, bi xwendin û pêşniyarkirina pirtûka Etienne de La Boetie bi navê ‘‘Gotara li ser Benîtîya Xwebexş‘‘ û ya George Orwell bi navê ‘‘Çewlika Heywana‘‘ şêweyê vê dîktatorîyê şîrove dike. Behsa hêsanbûna beşdarîya partîyek îdeolojî yan cemaetek dînî dike; lê zor û zahmetîya veqetandina ji wan dike. Di vir de tê famkirin ku qetandina ji partîyek bi vî rengî ya merivekî nezan û ne perwerdekirî gelekî zahmet e.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *