JENOSÎDA BI BÊHNA SÊVA PÊKHATÎ, HELEPÇE!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî
Kürdistan Demokratik Hareketi
Democratic Movement of Kurdistan


33 sal berê di 16ê adara 1988an de, di rojek buharê de, bi gaza mirinê ya bêhna sêvan berbelav dikir, li Helebçeyê beşek ji miletê Kurd bi komkujîyê ve rû bi rû bû. Vê êrîşa komkujîyê ya bi çekên kîmyewî, wek komkujîya Halebçeyê bi nav bû.

Di komkujîya Halebçeyê de, 5 hezarkesan jîyana xwe ji dest dan. Nêzî 10 hezar kesan birîndar bûn û bi hezaran kes hetanî nuha jî nexweşin. Vê qetlîamê li dû xwe, qêrîn û hewara zarokên ku digotin: ”Dayê bêhna sêva tê! ”hîşt.

Li gor lêkolînên Neteweyên Yekbûyî, Saddam Husên gaza Xerdelê bi karanî bû. Di nava şerê Îran û Iraqê de, Kurdistanîyan Halebçeyê xistin destên xwe. Ev komkujîya bêbext piştî bidestxistina Halebçeyê 48 seatan pêk hat.

Piştî bi karanîna çekên atomî li Japonyayê, di dîrokê de komkujîya bi çekên kîmyewî ya herî mezin bû. Di 2010an de, ji alîyê mehkemeya cezayê ya Iraqê ve, ev komkujî weke jenosîdekê hate qebûl kirin.

Generalê Saddam Husên Elî Kîmyewî (Elî Hesen el Mecîd el Tikriti) jî weke gunehkarê vê jenosîdê hate îdam kirin. Bi Jenosîda Halebçeyê û bûyerên Enfalê ve dagîrkerên Kurdistanê tunekirina miletê Kurd kiribûn armanc. Jixwe ev jenosîd weke beşek ji Enfalê bi nav dibe.

Tevgera Kurdistanî, ji bo li tevaya dinyayê ev komkujî weke jenosîd bê qebûlkirin xebatê dike. Herçiqasî ev karesat, ji alîyên çend welatan wek jenosîd hatibe qebûlkirin jî ev têrê nake û divê di vî warî de xebat berdewam bike.

Birînên Jenosîda Halebçeyê, hînê jî nehatine kewandin. Birînek di laşê miletê Kurd de ye Halebçe. Kewandina vê birînê, tenê bi avakirina Kurdistana serbixwe mumkun e. Ji bo avakirina Kurdistana serbixwe jî pêdivîya yekîtî û hevkarîya sîyasî, leşkerî û aborî ya başûrê Kurdistanê û tevaya tevgera rizgarîxwazîya neteweyî heye.

Halebçe nayê jibîr kirin!

Em weke TDK-Tevger, komkujî û jenosîdên dagîrkerên Kurdistanê şermezar dikin!

Rûreşî dê her para wan be!

Bijî Kurd û bijî Kurdistan!

16.03.2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-Tevger

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *