Yilmaz Guney

Efsaneya Kurda ku tu carî nayê ji bîrkirin.
Îro 9.09.2022ê salvegera 38′ mîn ya koça dawî ya nivîskar, romannivîs, lîstikvan û derhênerê Kurd ê navneteweyî Yilmaz Guney e, ku di roja 9.9.1984 ‘an de li Parîsê koça dawî kir.
Li gundewarê bajarê Edeneyê ku 27 km dûrî wî bajarî dikeve , li gundê înca, hunermend û efsaneyê kurd Yilmaz Gûnî ji dayîk bûye, ku yek ji mezintirîn zanayarên derhênerî û lîstikvaniya sînemayê ne tenê li ser asta Kurdistan û Tirkiyê û herwiha liser asta hemû cîhanê.
Ew ji dê û bavên kurd hatiye dinê, bavê wî” Hemîd Bûtûn “e ku zazayî ye bi eslê xwe ji Sivrîcê ye û diya wî Gulê ji Vartoya navçeya Mûşê ye.
Yilmaz Guny piştî ku xwendina xwe ya lîse qedand, di sala 1956 ‘an de tevlî Koleja Hiqûqê li Zanîngeha Enqereyê dibe û ji ber şert û mercên zehmet ên malbata wî xwendina xwe ya zanîngehê temam nekir, dev ji zanîngehê berda û vegeriya Adeneyê û dest bi kar kir, ji bo alîkariya malbata xwe re bike.
Di sala 1957’an de wek alîkarê derhênerê fîlmê (Kurên vî welatî) ket nav cîhana sînemayê.
Tenê 47 sal jiya, ji wan 11 sal di zindanê de û çend sal di sirgûna bi darê zorê de ma.
Tevî jiyana xwe ya kurt Yilmaz Guney ,senaryoya 53 fîlman nivîsiye ,di 110 fîlman de cih girtiye û derhêneriya 17 fîlman jî kiriye.
Yilmaz Guney di warê wêjeyî de (edebî de) bi sedan kurteçîrok nivîsandine û xwediyê çar romanên navdar e (Stûxesrî an Ew mirin bi serşorî – Salba- Hucreya min û tawanbarî).
Di sala 1970 de, romana wî ya bi navê “Stûxwarî” xelata Orhan Kemal wergirt, ku li Tirkiyê xelata edebî ya herî bilind e, û romana wî “Salba” ya ku ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat hilbijartin, di sala 1973an de dema ku li zindana Selîmê nivîsandibû, ew romana wî bû sedem ku 18 mehan li girtîgehê de bimîne ji hêla rayedarên tirk bi sûcdariya “rewşenbîrê sor ”.
Yelmaz Guney 17 xelatên sînemayê yên li Tirkiyê û derveyî welat wergirtin, di nav wan de Xelata Mezin a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya li Locarno ya Swîsreyê, bi filma xwe ya bi navê ” Kerî “di sala 1981 de wergirt , herweha Xelata Palmiya Zêrîn wergirt bi navê filma xwe ya bi navê ” RÊ _ YOL” di Festîvala Fîlman a Kan de di sala 1982an de, Fîlma wî behsa jiyana dijwar a herêmên bakurê Kurdistanê dike û nîvê vê fîlmê di dema ku di girtîgehê de bû derhêneriya wî kiriye , her wiha çend fîlmên xwe di girtîgehê de nivîsîn û derhênerî ji wan re kir.
Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên fîlmên wî yên sînemayî, rasteqîn û ronîkirina êş û azarên gelên di bin siya rejîmên mêtinger û stemkarî de dijîn.
Di payîza sala 1982an de Yilmaz Guney dest bi kişandina fîlma xwe ya dawîn ya bi navê “Dîwar” kir ,bi awayekî rasteqnî tiştên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin nîşan dide ku serhildana girtiyan dibe sedema bê hêvîbûnê û desthilatdarî wan diperçiqîne.
Yilmaz Guney di 12.10.1981ê de ji zindanên Tirkiyê reviya û berê xwe da Swîsreyê ji bo mafê penaberiyê bigire, lê qebûl nekirin, ji ber wê jî ber bi Fransayê ve çû, Fransa ew hembêz kir û dilrihet kir, lewra bi jineke fransî re zewicî ku piştgirîya wî dikir, û ji bo wî zemînek afirîneriyê çêkir , wê demê Goney dest bi hilberîna fîlimên xwe kir bi riya beşgeha xwe ya taybet .
Yilmaz Guney, mîna ku bi demê re di nava têkoşînê de be, an jî zanibe ku jiyana wî kurt e, kêliyek jî di afirîneriya xwe de ranewestiya û di dîyalogên xwe yên dawî de wiha gotiye: (….armanca min ya jiyanê ne hunerî bû. , lê hewldanek bû ku bi vê hunerê gelê xwe azad bikim….. )
Li Parîsê, bi taybetî di 9/9/1984 de, perde li ser jiyana vî afirînerê mezin hat xwarê ku li gel mezinan li goristana “Pierre Lachaise” were veşartin û gelek kesayetên siyasî yên navdar ên Fransa beşdarî rê û rismê (merasîmê) cenazeya wî bûn. .
Hin ji fîlmên wî yên herî navdar :
(Kerî – Rê – Hêvî – Firar – Kabûs – Bav – Feqîr – Gurên birçî – Dijmin -Mirovê pîs – Sîperê birîndar – Şahê padîşahan – Dema titûnê – Seyîd xan – Kurên vî welatî û Dîwêr ).
Hezar rehmet li giyanê wî yê pak û temîz be .
https://www.facebook.com/groups/404481610566997/user/100073968971617

Leave a Reply

Your email address will not be published.