12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (7)

Cano AMEDÎ

Pêl û bahozên îtîrafkarîyê her diçû di qawişan de, bandorek xirab çêdikir. Hinek kadroyên balkêş hatibûn dorpêçkirin. Kuştina Mazlûm Doğan û xurtbûna sîyaseta îtîrafçîtîyê bandorek gelek xirab di nav kadroyên heremî û navçeyan de belav dibû.

Esat Oktay û tîma îtîrafkaran, pêşî dest bi şerê dêrûnî kirin. Kesên dixwestin îfadê wan bigirin, du sê roj berê dihatin bangî wan dikirin, çavên wan ditirsand û ji wan re digotin: “ Heşê xwe bîne serê xwe, emê çend roj şûnde bi te re alaqadar bibin.”  Bê hêvîtî, tirs û bandora kadroyên bûbûn îtîrafkar, tesîrek giran li ser qawişan çê dikir.

Hinek kesan helwestên mirinê li hemberî lehîya îtîrafan ferz didît. Lewra ew kesên li ser wan îfade didan, an bi wan re rûbirû dibûn berpirsên navendî bûn û do wan kesan ferman dabûn, bi hevra beşdarî çalakî û bûyeran bûbûn. Niha jî wan fermandaran digotin: “Bêjin em poşmanin û li ser hevalên xwe îfadeyan bidin!” Di bin derûnîyek ewha de, êdî helwestên serbixwe derdiketin pêş…

Di 18 Gulanê 1982 an de, li qawişa 33 an de, Ferhat KUTAY, Eşref ANYIK, Mahmut ZENGİN, Necmî ÖNER li dijî pêvajoya îtîrafçîtîyê xwe şewitandin, jîyana xwe ji dest dan.

Li dijî îşkenceyan û sîyaseta îtîrafkarîyê, di 14 Tîrmehê 1982 an de, rojîya mirinê li salona mehkemê bi deng û awazên Hayrî Dûrmûş destpê kir. Ev çalakî du meh zêdetir dom kir. M.Hayrî DÛRMÛŞ, Akîf YILMAZ, Alî ÇÎÇEK û Kemal PÎR di navbera 54-65 rojan de jîyana xwe ji destdan.

Berxwedana 5 Îlonê. Rojîya birçîbûnê. Cara yekem bi girsayî hemû qawiş û girtîyên dîl bi coşekî mezin beşdar bûn. Bi yek dengî, bi yek helwestî bi hevra, li dijî dijmînê xwe, bi awazên Kurdewarî qîrîyan û bi ser ketin!

Piştî sê salên ku li şûna qîrîna dengê merşên nijadperest, êdî dirûşmên berxwedanê, li taxa Rezan (Bağlar) deng vedida! 

General Kemal Yamak, Yüzbaşı Abdullah Kahraman û üsteğmen Ali Osman Aydın bê çare mabûn. Li hemberî hêza berxwedanê, mecbûr man bi girtîyan re bikevin dîyalogê û paş ve gav bavêjin.

Berxwedana 5 ê Îlonê moral û kelecanîyek mezin da girtîyan, serkeftinek mezin bû. Bi qasî çar mehan, di qawişan de jîyanek normal dom kir lê belê dijmînê hov li pey heyf û tolhildanê bû!..

Berxwedana 3 Çile 1984 an de, dijmîn carek din bi êrîşên giran dest bi operasîyonê kirin. Berxwedan li seranserê zîndanê belav bû.

Dijmin, bi hêzên taybet rojê êrîşî qawişekî dikir; pefçûn, lêdan, işkence, xwe daleqandin, xwe şewitandin û çalakîyên ferdî dest pê kiribû. Rojîya mirinê dest pê kir. Her 20 rojekî şunda qeflekî dinê beşdarî rojîya mirinê dibû.

Berxwedan û çalakîyên xwe parastinê, bi qasî 50 rojan dom kir.  Di encama rojîya mirinê de Cemal ARAT,  Orhan KESKÎN jiyana xwe ji destdan. Necmeddin BÜYÜKKAYA bi îşkencê hat kûştin, Yılmaz DEMÎR û Remzî AYTURK ji bo îşkence rawestin û li dijî dijmînê hov jîyana xwe bi dawî anîn.

Armanca operasîyonê, cardin dîlgirtina girtîyan bû,  ji bo wê jî dixwestin cilên yek reng bi girtîyan bidin qebûl kirin; dîsa mîna berê merş û talîma leşkerî bi me bidin kirin û sirûdên nijadperestîyê bidin xwendin. Lê belê dijmînê hov bi serneket, ji bo vê divîyabû gelek girtîyê Kurd bikuştina, ji ber vê mecbûr man ku şertên berxwedanê qebûl bikin.

Di wê dojehê de, jiyana rojane tune bû, em wek dîlên qampên Nazîyan her roj bi mirinê re rû bi rûdibûn. Bi sedan şêweyên îşkencê hebûn. Hemû şêweyên îşkenceyan li ser me hatin ceribandin.

Dewleta Tirk ji bo pergalên îxanet û îtîrafçîtîyê bi ser bikeve, hemû derfet û îmkanên xwe bi kar anîn. Ewqas hewldanên ku, dixwestin hizrên fikra netewî pûç bikin, bi ser neketin. Girtî û dîlên zîndana 5 nolîyê, li dijî dewleta Tirk, bi mêrxasî, girseyî û hestên kurdewarî rawestîyan û bi gelê xwe re ixanet nekirin.

Qawîşên îtîrafçî û xayinan cûda bû, di bin fermandarîya “Minik Astsubay” de, tîmê îşkence û îtîrafkaran hatibûn amade kirin. Yek ji wan îtîrafçîyên navdar jê jî, Hidir AKBALIK bû. Di dema darizandina dadgehkirina rêxistina me de, îddîanama doza me, di bin çengê wî de bû û wek fermandarekî artêşa Tirk, hat li ser me îfade da. Hinek heval nîşanî heyeta dadgehê kir, hinek hevalên ne hatibûn girtin û li ser karên xwe bû, eşkera nebûn (deşîfre nebûn) navê wan û navnîşana cîhê karê wan ji mehkemê re digot. Ji devera Elezîzê, Şirnex û Çolemergê navê hevalên berpirs digot.

“Minik Astsubay”, di destpêkê de weke polîsekî bi rutbe hat nasandin. Digotin ji Enqerê hatîye û cigirê komser e. Lê belê, bi salan şûnde derket holê ku “Minik Astsubay”, Îbrahîm Şahîn bi xwe ye.

Di dema, lêpirsîna doza dijî berpirsên 12 îlonê Kenan Evren û hevalên wî û li dijî rêvebirîya Zîndana Amedê Kemal Yamak û îşkencecîyên din de doz hat vekirin, di nav wêneyên îşkencekaran de wêneyê Îbrahîm Şahîn jî hebû. Gelek heval û dostan wêneyê wî teşhîs kirin/naskirin. İbrahîm Şahin di dawîya salên 1988 an de, bû serokê daira taybet ya şer. Di doza ergenekonê de hat girtin pişt re berdan. Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir