Dİ 377 SALÎYA QESRA ŞÎRÎN DE, 100 SALÎYA SYKES-PİCOT

Îro li hemû beşên Kurdîstanê û li gelek deverên dunyayê Kurdîstanîyên hêja bi xwepêşandanên girseyî, bi konferans û daxuyanîyên civakî ev neheqî û zilma di bin bandora peymanên dagîrkerî de didome, şermezar dikin.

Rûreşî û berpirsîyarîya dîrokek tarî eşkera dikin. Bi helwestên netewî,  mafê dewletbûnê û desthilatdarîyek Kurd, li rûyê dewletên Cîhanê diqîrin.

Ev helwestên netewî pirsa Kurd û Kurdîstanê di rojeva dunyayê de zîndî digire û rê li ber bersîvên çareserîyê vedike.

Di sed salîya Peymana Sykes-Picot de, em dikarin bi kurtasî vê mijarê binîrxînin, li ser encam û sirê vê peymanê bisekinin. Ev peyman ji bo gelê Kurd û ji bo netewên din çi bû, çi wate îfade dike?

Weke em hemû zanin: dabeşkirina Kurdîstanê, cara yekê bi peymana Qesra Şîrîn ku di sala 1639 an de, 17ê Gulanê de, di navbera Împaratorîya Osmanî û dewleta Safewî ya Ecem de, bi awayekî fermî hatiye îmze kirin.

Gelê Kurd di heman deman de, di bin êrîşên pir alî û pir îtîfaqî de li dijî peyman û rêkeftinên dagîrkeran bêdeng nemaye û peymanên wan pesend nekirîye û li dijî wan serî hildaye.

Belê, mafê dewletbûnê û desthilatdarîyê bi peymanên dagîrkerî û mêtîngehî hatîye asteng kirin.  Lê gelê  Kurd  bi derfetên kêm, di pêvajoyêv teng û tarî de li dijî dagîrkeran hertim têkoşînek berdewamî meşandîye. Li gor  îmkan û derfetên demê li hemberî dijmînê xwe serî netewandîye û berxwedanek nîşandaye. Ev jî rastîyek e.

Taybetî û girîngîya rêkeftina Sykes-Picot ew e ku, li alîyekî ji bo gelê Ereb û netewên din rê li ber dewletbûnê vekirîye û di encamên rêkeftinê de, bi dehan dewlet netew hatine damezirandin. Ev rêkeftina veşirtî, bûye dezgehekî statuyê, buye sîstemek dagîrkerîyê.

Lê belê, rêkeftina Sykes-Picot ji bo gelê Kurd bûye sedema dagîrkerî û bêstatuyê.

Ev rêkeftin, sinor di nav dewletên cûda de ava kirîye. Lê mixabin, di nava gelê Kurd de sînor hatîye sazkirin, erdnegarîya Kurdîstanê carek din hatîye perçe kirin.

Ev rêkeftin, ev sed sal e ji bo gelê Kurd bûye astenga azadîyê û rê li ber dewletbûna Kurd girtîye.

Dewletên dagîrker û sîstema emperyal, vê rêkeftina neheq wek dezgehekî bi kar anîye.

Di heman deman de, ji bo gelê Kurd nebin xwedî heq û hûqûkê xwe, ji bo mafê çarenûsa xwe bi destê xwe tayîn neke, li ser bingeha vê rêkeftinê peymanên nû îmze kirine. Gelê Kurd, bi van rêkeftinên dizî û vekirî, ji hemû mafên xwe yên çandî, sîyasî û netewî bêpar maye!

Sînorên di nava gelê Kurd de hatine kişandin, di kûraya salan de, di navbera  perçên kurdîstanê de bûye sedemên pirsgirêkên dêrûnî û civakî.

Ziman û raman, li gor sînor û dorpeçkirina hereman, li gor perçekirina Kurdîstanê şekil girtîye.

Bi sînorên dagîrkerî, herdem xwestine di navbera perçên Kurdîstanê de cûdayan pêkbînin û alozîyan kûr bikin. Ji bo wê jî di heman deman de, bi bandora propagandayên îdeolojîk û olî, berjewendîyên netewa Kurd binpê kirine û ji xwe re dezgehên kedîkirinê avakirine.

Dewletên dagîrker û hevalbendên wan, hertim berjewendîyên şexsî û îdeolojîk bi qîymet nişan dane. Ji bo gelê Kurd, maf û berjewendîyên netewî weke qebehetek mezin dane nasîn.

Hevalbendên xirabîyê û simsarên kedîkirinê, wezîfa dagîrkeran herdem bicîh anîne.  Di jiyana xwe de, di mêjîyên xwe de peymana Qesra Şîrin, rêkeftina Sykes-Pîcot, Sevrê, Lozanê, Sadabatê, rêkeftina Cezayîrê û hwd. bi cîh kirine.

Em baş zanin ku, sed sal derbas bûye, lê encamên rêkeftina Sykes-Picot li ser partî û rêxistinên îdeolojîk bandorek xirab, tesîrek negatîf kirîye.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, di bin bandora  berjewendîyên şexsî û îdeolojîk de, bêdeng mane û di nav demê de ji xeta netewî dûr ketine. Ev rewşa hanê jî,  dide xuya kirin ku ev rêkeftin di nav salan de, weke statuyek bindestîyê di jiyana me de bicîh bûye.

Hezên serdest, dewletên dagîrker û simsarên kedîkirinê li ser statuya bêdewletbûna Kurdan li hev kirine.

Qada sîyaseta Kurd, piştî bayên îdeolojîk, ji wargeha netewî dûr ketin û di bin sîwanên mêtinkarên serdest de paleya paytextên din kirin.

Li şûna, li ser astên berjewendîyên netewî û siyasetek hevkar tevbigerin, pirî caran li ser berjewendîyên şexsî û hîzbî tevgerîyane. Ev jî bûye sedemên nakokîyên nû.

Xeta olî û îdeolojîk, her dem xewstîye rê li ber xeta netewî bigire û sîyaseta Kurdî bifetisîne.

Referans û pîvanên xwe, li gor berjewendîyên alîgirên xwe hilbijartine. Pirî caran “pîrozgeh û qîbla” wan, paytextên serdestan bûye.

Pirî caran alîyên îdeolojîk û olî li dijî xeta netewî piştgirîya hev kirine û astengên mezin derxistine holê.

Ev jî tesîrek xirap li ser sîyaseta Kurd kirîye û aktorên sereke yên derketine holê, di bin bandora dîwarên îdeolojîk de ji rastîya welatê xwe dûr ketine.

Kadroyên wan deman, îro em dibînin ku gelek kadro û endamên salên 1980 an xwe ji referansên salê 1970 an azad nekirine. Em bi xemgîni dibînin ku ev derûdorên hane, li gor pêwîstî û girîngîya demê ne xwedî  rojevek rasteqînin.

Piştî 100 sal şûnda em rêkeftina Sykes-Picot şermezar dikin û zirar û ziyanên li ser netewa Kurd diaxifin.

Lê belê tu kes cesaret nake ku qala sîyaseta perçebûyî, ya hîzbî û îdeolojîk ku di bin bandora dagîrkeran de tê meşandin îfade bikin.

Li ser dijîtîya hev, partî û rêxistinên Kurd, di navbera hevde dîwarên rêkeftina Sykes-Picot nûjen dikin û cûdayên navbera xwe bi ziman, bi raman û stratejîyên şaş her tim kûr dikin.

Rewşenbîr û zanayên  Kurd,  di bin  bandora  desthilatdarîya sîyaseta hîzban de, bêdeng in.

Beşek jê, lîstoka sê meymûnan dilîzin!

Metirsîya herî mezin avakirina sînor û dîwarên di nav gelê Kurd de, di nav partî û rêxistinên Kurd de ye. Ev metirsî ji peymana Sykes-Picot xirabtir e û nexweşîyek sereke ye.

Di 377 salîya peymana Qesra Şîrîn de, di 100 salîya  rêkeftina Sykes-Picot de divê rewşenbîr, sîyasetmedar, partî, rêxistin û sazîyên  Kurdîstanê carek din li ser berjewendîyên netewî rawestin û rê li ber helwestek netewî û ya hevpar avabikin.

Sîyaset û helwestên xîzmet û piştgirîya perçebûna Kurdîstanê dike,  divê rojekî zûtirîn bê mehkûm kirin.

Ew kesên xwe Kurd bi nav dikin, divê rojek zûtirîn wê nexşeya gemarî û bi xwîn biçirînin!

Parastîn û pîne kirina nexşeya Sykes-Picot, ne karê rewşenbîr û rêxistinên Kurd in.

Mafê tû kesî tuneye perçebûna Kurdîstanê weke tiştekî sirûştî bi nav bike an nîşan bide.

Tu partî, tu serok, tu hêz, tu kes ji Kurdîstanê ne mezintir e!

Mafê tu kesî tuneye ku beje: “ez ji bo gelê Kurd dewlet an serxwebûn naxwazim”.

Ji bo xwe an ji bo partî û rêxistinên xwe dikarin tiştekî nexwazin, lê ser navê gelê Kurd ew mafê wan tüne ye.

Mafê azadîyê ne li gor daxwaz û berjewendîyên şexsî ne, azadî mafekî sirûştîye.

Lê mixabin di salên dawî de rêzlêgirtina al û sembolên dijmînên Kurd, parastina sînorên dagîrkeran, weke nexweşîyek şewbê bandorek xirab li ser civatê dike.

Ew nexweşî, bi alîkarîya rêya medya ragihandinê li dijî al û sembolên Kürdîstanê neyartîyek bê wate dide meşandin û bertekan avadike! Di nav perçên Kurdîstanê de û di nav civatê de dîwaran ava dike! Ev rewşa hane, neyarên gelê Kurd şad dike. Nîrxandin û tesîra rêkeftina Sykes_Picot divê li ser vê babetê em şîrove bikin û jê encaman derxin!

Di salên 1910an de, Mark Sykes û Goerge Picot mîmarê nexşeye rojhilata navîn û Efrika bûn. Kirasê wan li gelên rojhilatanavîn kir, mafê dewletbûnê û desthilatdarîyê  bû, lê ji bo gelê Kurd, ev kiras  ji xencî zilm, koçberî, trajedî, jenosîd û golê xwînê û pêve, tu tiştekî din bi xwe re neanî!

Gelê Kurd, di heman deman de, li hemû perçeyên Kurdîstanê, di nav pêlên qetlîam û jenosîdê de  jîyana xwe domand û li hemberê dijmînê xwe serî netewand.

Herdem, dengê şoreşa Kurdî li bajar û çîyayên Kurdîstanê deng veda!

Dewletên dagîrker û yên emperyal, bi îtîfaqên  sirî û eşkera piştgirîya hev kirin û xwestin rê li ber dewletbûna gelê Kurd bigrin. Lê gelê Kurd heta îro, tu carî ev nexşeyên bi xwîn û genî qebûl nekirîye.

Gelê Kurd li hemû perçan, bi dehan serhildan û berxwedanên dîrokî nexşeyên dagîrkerî çirandîye!

Îro derfetên zêrîn derketine holê, gelê Kurd bi îtîfaqek netewî, li astên serxwebûn û dewletbûnê, dikarin dîwarên dagîrkeran di nav me de kişandine hilweşînin!

Başûrê Kurdîstan gava yekê ye, dûre Başûrê-Rojevayê Kurdîstan li bende ye.

Ev derfetên hanê tu carî evqas bi hêsanî bi dest nakevin. Ji bo xewn û xeyalên dîrokî, pêwîstîya me bi hev heye û rêkeftinek netewî weke av û nan li benda sîyasetek netewî ye.

Divê partî, rêxistin, sazî, sîyasetmedar,  rewşenbîr û serokên civata Kurd, xwe ji bin bandora  sînorên îdeolojîk û hîzbî azad bikin!

Sînorên perçekirin û bindestîyê hilweşînin!

Sinorên dagîrkeran ava kirîye, divê ji holê bê rakirin û ji nû ve sînorên Kurdîstana mezin ava û nûjen bikin! 20/05/2016 – Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir