Seyîd RIZA û Mêtinkarîya Tirk

Rêvebirên dewleta Tirk ku ji leşkeran û brokratên Îttîhat Terrakî pêkdihat, piştî qewirandina Împaratorîya Osmanî ji herêma Balkan û têkçûna wan di Şerê Cîhanê I. de, biryar dan ku li ser navê Hindikayîyek Muhacir, li Anatolya û Kurdistanê, dewletek li gor qanûnên emperyalîstên Ewropî ya netewî ku li ser navê neteweyek tune avabikin.

Ji bo ku li ser navê neteweyek Tirk dewleta xwe ava bike, pêşî fermana gel û cemaetên ne Musluman rakirin. Îsawî, Musawî, Êzîdî, tev ji warê wan qewirandin û qirkirin. Piştre bêbawerî xist nava hemî hûrgel, mezheb û terîqetan û yên mayî jî bera hev dan. Mirovên xwedî erk jî yek bi yek yan kirîn yan jî xistin bin taqîbê.

Di hundir deh salan de, êdî sazîyên dewletê ji nuh de reorganîze kirin, pêwendî û peymanên bi hêzên emperyal yên dagîrker re sazkirin, amadekarî, proje û planên ji nuh de dagîrkirina Kurdistanê xistin jîyanê.

Di wê serdemê de, mîna her neteweyê, berpirs û rewşenbîrên neteweya Kurd jî doza mafê xwe yê netewî dikir û ji loma rêxistinîya xwe saz dikirin. Ji van rêxistinan ya herî girîng yek jê rêxistina Azadî û ya din jî Xoybûn bû.

Hêzên mêtinkar, ji bo ku rêxistina Azadî bê bandor bike, pêşî rêvebir û serokê wê yê herî girîn Xalit Begê Cibrî û Yûsif Zîya girtin û bi lez qetil kirin.

Piştî ku bihîstin Şêx Seîd bûye serokê vê rêxistinê û Kurd bi giştî, ji bo serhildanê amadekarîyan dikin, bi provokasyonan, berî ku amadekarîyên serhildanê biqede, şer dan destpêkirin û li hemberî serhildêrên Kurd ji xeynî alîkarîya Ewropîyan, ji Sitewrê, Dêrikê, Ruhayê û gelek deverên din, di bin navê “Korîcîtî”yê de axayên hevalbendê dewletê, endamên eşîra xwe birin şerê dijî tevgera Kurd!

Piştre berdewamîya rêxistina Azadî, Xoybûn ava bû û li herêma Agirî wek çekdar bi rêxistin bû. Endamên rêvebirîya vê partîyê, hemû rewşenbîr, serok eşîr, şêx, axa û begên Kurd yên welatperwer bûn. Rêvebirên wê yên leşkerî jî bi giranî, serbazên Kurd yên welatperwer ku berê di Artêşa Osmanî mîna Îhsan Nûrî Paşa, Biroyê Hisikê Têlî, Ferzende Begê Hesenî malbata Şêx Seîd û gelekên din cîh girtibûn.

Dewleta Tirk, nikarîbû serhildana Agirî têk bibira, bi alîkarî û hevkarîya mêtinkarîya Îranê û piştgirîya Brîtanya, Fransa û Sovyetê tevger têk birin.

*****

Piştî têkçûna serhildana agirî, mêtikarîya Kemalîst, dest bi planê dagîrkirina Dersim`ê û fermana tunekirina Elawî`yên Kurd kir.

Dewleta mêtinkarîya Kemalîst, hîn ji dema Împaratorîya Osmanî de, li hember gelê Dersimê bi kîn û rik bû; ji bo ku tu demê li Dersimê serwer nebûne, Dersimê wek “kwînêrek”ê bi nav dikirin û digotin: “em`ê vê kwînêrê ji kokê de paqiş bikin!”

Dewleta mêtinkar, nêzî du salan Dêrsim xistin bin dorpêça artêşê û bi bahaneya hevdana çekan dest bi operasyonan kir. Ketin nava êl û eşîrên Dersimê, diçûn kîjan gundî jî jin û mêr, kal û pîr, heta zarokên pêçekê, ya didan ber singoyan yan jî bi hev girêdidan û dişewitandin yan jî dixistin şikefta û bi gazê û dûyê agir difetisînin! Yanî rastî û serî tewandin jî tu fêda wê tune bû. Çimkî kesên bi rêber û şervanên xwe re xayin ketin, ew kuştin û serê wan jêkirin û birin ji Alpdogan Paşa re jî dîtîn ji wan û zarokên wan re jî mafê jîyanê nayê naskirin!

Elîşêr`ê ku yek ji rêvebirê tevgerê bû, ji alî birazîyê Rêber û Zeynel`ê xayin ve tevlî xanima xwe Zarîfe Xatûn hat kuştin! Ne tenê Elîşêr, yên mîna Şahan û kurê Seyid Riza Rşik ku serok û rêvebirên berxwedana Dersimê bûn piranî bi destê xayinanên xwe firoş yan hatin kuştin yan jî bi artêşa Tirk dan girtin!

Tevlî jina Seyid Riza Besê, kurê wî Seyîd Husên, 47 kes ji malbata Seyîd Riza hatibûn kuştin! Tevlî kesên ji alî artêşa Tirk hatin kuştin, yên revîyan derên din û yên hatin nefîkirin ji 110 hezar serjimara Dersimê deh-panzde hezar man.

Seyid Riza dît ku welatê wî wêran û gelê wî telef bû, lê jê re pişt û gazîyek jî tune bû; dunya hemû jê re bûbû neyar û dijmin! Loma tevlî ku êdî tu bawerîya wî bi dewleta mêtinkar ya hov nedihat jî li ser banga walîyê Erzîncanê, ji bo dan û stendina li hevhatînê, tevlî hevalê xwe Hisên û Rizoyê Bertal di 10 Îlon 1937 de çû Erzîncan`ê, lê li wir hêzên dewletê ew dîl girtin û qaşo ji bo dadgehkirinê veguhestin Alezîzê.

Dema Seyid Riza derxistin dadhegê û jê pirsîn: “çima te li hember dewletê serî hildaye û şer kirîye?” Bersîva Seyid Riza ji wan re ev bû: “ji bo dardakirina me Enqerê ferman li me birîye, loma pêwîstî vê şanoyê jî nake! Hûn baş zanin ku çi li Dersimê qewimî! Wê gavê hûn baş zanin ku me serî hilnedaye jî, ji bo qetla me êrîşa li me hat kirin, me jîyan û şerefa xwe parast!”

Şeva 18`ê Mijdara 1937`an Serokê Gelê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî birin meydana dardakirinê û daxwaza wî ya dawîn jê pirsîn. Wî jî yek daxwaz ji celatan kir û got: “min berî Kurê min dardakin!”

Dewleta mêtinkar, li gor qanûnê xwe çê nedibû zarokekî 17 salî kalekî 75 salî dardakin; loma temenê kurê Seyîd Riza ji 17 kirin 21 û yê Seyid Riza jî ji 75 kirin 58, berevacî daxwaza Seyid Riza, berê kurê Seyîd Riza Reşik, li ber çavê wî daliqandin û piştre jî Seyîd Riza û hevalên wî daliqandin!

Dema Seyid RIZA dibin ber kindirê, celat defdide û derdikeve ser kursîyê, mîna ku meydan tijî meriv be, bi dengekî bi heybet ban dike:

‘Em ewladê Kerbela ne, ev zilm e, ev cînayet e.‘ Kindirê dixe hustiyê xwe û peînê li kursîya xwe dide!

Şehîdê gelê Kurd, ji bo rizgarî û azadîya gelê xwe, zarok û nevîyên neteweya xwe şehîd bûn! Divê em fedekarî û qahremanîya wan her gav bi bîrbînin û ji xwe re bikin meşaleya tekoşînê! 15.11.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir