Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, June 18, 2018

MEDKOM 

Ji mêj ve, ez dixwazim de derheqê vê mijarê de çend gotinan bibêjim. Lewra, demek pirr direj ku em di nav jîyana ramyarî de van dîtinan, gotinan dibînin û dibihîzin.

Lê belê, em hemû dizanin ku, her tim û tewayê beşên jîyanê de, mîrov divê di jîyana xwe de afiradkar bin. Ji bo ku, em pêş kevin û di hemû warên jîyanê de xwedîyê cîhekî taybetî bin divê pêkhatinên bingehîn bên hole. Rîya wan jî di afirandina me ya ku pêş dikeve de derbas dive.

İro di warê ramyarî de gellek mirov wekî “tiralê bin dara xurmê”, ku tu karî nakin û destê xwe dûrî agir digirin lê gava ku dor tê gotinê nahêlin tu kes bipeyve. (Bi akifve) . Ev camerên han, gava fersenda peyvê dikeve destê wan wekî “kewên gozel dibe “kiba kiba” wan. Bi dîtina wan “egîtan” şoreş bê wan namefle û gava ew nebin wê tu carî meş pêşnekeve! An bi gotina wan tunebûna wan tunebûna jîyanê ye! Li gor dîtinên wan têkoşîna îroyin û her tişt bi saya wan çêbiye… Rast e, têkoşîna gihiştîye wê merhelê bi saya gellek mirovan fedakar û cefakar çêbûye. Belê, de vê geşbûnîyê de çêdibe ku gilopekî wan camêran jî hebe, lê ev na wê watê ku her tişt bi saya wan çêbiye!

Di warê têkoşînê de “mîsyona” sazgêhan divê çeva be? Gava sazgêh ne xwedîyê armancekî bin û tu bernamên wan tunebin em dikarin ji wan re bibêjin sazgêh? Raste, em nikarin jê re bibêjin sazgêh. Lewra, em hemû dizanin ku sazgêh bi çalakîyên xwe tên nîrxandin. Sazgêhekî ku di warê hilbirandina çandî de pêşneketibe ne afirandkar be mirov nikare jê ra bibêje sazgêha çandî!

Pifltî van dîtinên gelemperî ez dixwazim gotinê bînim ser MEDKOM ê, bi qasî ku em dizanin, gava bîreverê MEDKOM ê damezrandina sazgêhê eşkera kirin, digotin: MEDKOM di warê çandî, hûnerî û civakî de xebatekî bingehîn ji xwe re kirîye armanc… Niha wê hinek kes bibêjin tu çima ewha dinivisî, tu çima neheqî dikî? Pirsa rastî, berî ez van dîtinan nenivisînim ez gellek di derheqê vê mijarê de fikirim û li ser sekinîm. Lê, ji mêj ve ez mêze dikim ku tu deng ji MEDKOM ê dernayê? Hebûn û tunebuna xwe na de xuyakirin. Dibe ku hinek sedemên em pê nizanin hebin. Dibe ku li hemberê wê sedemê bersîvekî berpirsîyarên sazgehê hebin. Lê tiştê ji alîyê me de tê xuyakirin ev in!

Em hemû dizanin ku hewce nake em rabin ji nûv de rewşa welêt û hoyên ku dijîn dîsa binivisînin û bibêjin. Lewra, em hemû dizanin ku ji alîyê dagirker û zordaran de bi hezaran gundên Kurd hatine şewitandin, çiya û warên me bi bomban hilweşandine. Ronakbîr û welatparêzên me her roj li ber çawan, li nav sûk û kolan tên kuştin… Bi wî awayî xwînmij dixwazin qeydekî pirr dijwar bixin devê me.. Ji bo vê qeydê divê ziman, nav û pirsên me bi qedexî bên domandin.

Ji bo ev tabloya han neyê domandin divê em çi bikin? Di nav warê têkoşînê de divê em çeva rabin û rûnên? Di hemû qadên jîyanê de rola têkoşîna em didomînin çiye? Li gor min bersîva van pirsan di hunirê têkoşîna pratîk de veşartîye! Gava em bixwazin bersîvan bibînin divê em li rengê têkoşînê û li pratîkê binihêrin.

Piştî van dîtinan ez dixwazim dîsa bêm ser pirsa sazgehê. Bi taybetî jî, pirsa MEDKOM ê. Em îro dinihêrin tu şaxekî MEDKOM ê li bajarên din nehatîye avakirin. Sedemên vê rewşahan çiye? Çima ev rewş didome…? Divê ji nêzîk de berpirsîyar û alîkarên MEDKOM ê, li ser vê pirsê serê xwe biêşînin û bersîva van pirsan bidin.

 

15.10.1997

Hinek nivîsên din:

Nerîna te