12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (2)

12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (2)  

Cano AMEDÎ

Piştî salên 1974 an şûnde, li bakûrê Kurdistanê bi dehan rêxistin û partîyên Kurd hatibûn damezrandin. Di dîroka nêzîk de, em dikarin tevgera netewî, di sê beşan de bi nav bikin:

Beşa yekem: Ji salên 1965 an heta 1974 an e; ev pêvajo, damezrandin û zarokatîya tevgera netewî ye. Di vê pêvajoyê de fedakarî, bawerî, dilsozî û asoyek zelal heye. Di wê pêvajoyê de, trajedî, bêbextî û birînên bi êş hene. Nîrxandina sîyaseta dunyê û Kurdistanê, li gor şertên deme, bi zimanekî zelal hatîye rojevê.

Beşa duyem: Ji salên 1975 an heta dawîya salên 1980 an e,  ev pêvajo jî xortanî û geşbûna tevgera netewî ye. Di vê pêvajoyê de fedakarî, dilsozî, bawerîyek îdealîst û kelecanîyek bê sînor mohra xwe li rojevê xist. Bi dehan rêxistin, partî û grûp li seranserê Bakûrê Kurdistanê dest bi karên rêxistinbûnê kirin. Bi salan bû ku ew erdê beyar li benda xebat û rêxistinan bû. Partî û rêxistinên Kurdistanî di demek kin de li hemû bajar, navçe û gundan xwe bi rêxistin kirin. Bandora partî û rêxistinan bi taybetî di nav xortan de, di nav gundîyan de zû belav bû. Di nav sê salan de, her rêxistina ku li heremên xwedî bandor û desthilatdar bûn, xwe birêxistinî kiribûn. Di nav hemû beşên civatê de şaxên rêxistina xwe saz kiribûn. Nakokîyên nav civatê, problem û pirsgirêkên malbatî, heremî an tîcarî di bin desthilatdarîya partî û rêxistinan de dihat çareser kirin. Li hinek bajaran bi beşdarbûna namzetên serbixwe rêvebirîya şaredarîyan ket destê şoreşgeran. Diyarbekir, Agirî, Rûha, Batman, Dêrik, Hilvan, Nisêbîn û Şirnax em dikarin mînak nîşan bidin.

Dewleta Tirk li hemberî wan pêl û lehîyên guhertinxwaz ket nav lêgerînek nû. Endezyar û pisporên civatê yên Tirk, ji bo cardin civata Kurd kedî bikin û projeyên asîmlasyonê bidomînin, pêwîstîya hevalbendên xwe yên kurd dîtin. Ji bo xapandina gelê Kurd, wasîte û alavên herî baştirîn, di kirasê Kurdî û îdeolojîya çepîtîyê de dîtin.

Dewleta Tirk ji alîyekî dest bi tatkîbat û provayên komkujîyê kir. Bi taybetî jî, li ser sînorê bajarên Kurdistanê û Anatolîyê dest bi amadekarîya projeyên qirkirinê kirin. Komkujîya Sêwasê, Meletya, Çorûm, Mereş û deverên din.

Dîsa di sala 1977 an de li Stenbolê qetlîma 1 Gulanê, amadekarîya bingeha kodeta leşkerî bû. Ev bûyerên hanê, ji bo xurtkirin û şîyarkirina nijadperestîya Tirk bû.

Dewleta Tirk, bi qatlîam û kûştinan xwest cıvata Kurd di warê olî de, mezhebî de ji hev dûr bixe, derizandin û dijberîyên olî, civakî û sîyasî kûr bike. Ew bajarên ku bûn armanc, lê qetlîam pêkhatin, bi giranî bajarên di warê ol, mezheb û gelan yên tevlehev û rengîn bûn.

Hesabê dagîrkeran ew bû ku, gava metirsîyên olî, mezhebî û netewî di nav civatê de geş û xurt bibe, ji bo êrîş û qetlîamên xwe dikaribûn kirasê “meşrûtîyetê” peyder bikin. Ji ber wê jî her tim hewldan û armanca wan terorîzkirina tevgera netewî bû. Encamên wan polîkayan roj bi roj zêde dibûn û dagîrkeran dest bi kuştin, talan û qetlîaman dikirin.

Li gelek bajarên Tirkan, di nav baregehên serbazî û leşkerî de “qampên komando” hatibûn damezrandin. Kûjer û pravaktorên bijarte ji alîyê serbazên Gladîyo/kontr-gerilla ve dihatin perwerde kirin. Di bin kirasê “tirsa Komunizmê”de, li her bajarî, li her navçeyekî bi navê “komelên li dij komunîzmê têkoşin” avakiribûn. Helbet ji bo mesrefên van perwerde û çalakîyan pere ji Amerîka distendin, lê tekoşîna herî mezin li dij doza gelê Kurd dihat karanîn.

Kadroyên li ser wî sergoyî perwerde dibûn, têkoşîna gelê Kurd û hêzên rizgarîxwazên netewa Kurdistanê weke metirsîyekî mezin dîtin. Di sala 1978 an de li Çolemergê di bin navê “cendirmên bi bask-78” (Kanatlı jandarma-78) tatbîqatek çêkirin. Di wê provayê de hêzên dijmîn bi cil û bergên Kurdî hatibûn nîşandin. Di davîya tatbîqatê de, ew kesên cil û bergên Kurdî lê bûn, di televîzyona xwe de kuştî nîşandidan. Mesaj vekirî bû, dewleta dagîrker digot: “Eger hûn daxwaza mafên xwe bikin, dawîya we, wê weke encamên tatbîqatê be.”  Di sala 1979 de li Erziromê disa bi wî rengî li dijî gelê Kurd tatbîqatek çêkirin û Kenan Evren û hevalên xwe li cîhê protokolê wêneya kodetê didan çapemenîyê!

Di amadebûna wê rojevê de, şagirtên “Îttîhat Terakkî” yên bijarte, di nav rêfên çep, rast û gelê Kurd de hatibûn bi cîhkirin, ev xêrnexwazên hanê, rolekî mezin dilîstin. Ew kesên di “Komelên bi Komunizmê re têkoşin” de hatibûn perwerde kirin, li ser rêgeha Şefîk Husnu, Mihri Belli, Mahir Kaynak, Doğu Perinçek, Yalçin Kûçik, Necip fazil Kisakurek û mamosteyên her wekî wana ji bo dewleta xwe karên “zêrîn” dikirin.

Ev hêz û şagirtên hanê, di heman deman de xwedî rolên sereke bûn. Li dijî serhildan, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd radiwestîyan û polîtîkayên asimlasyon û nijadperestîyê di bin navê çepîtîyê de didomandin. Ew kadroyên hanê endizyar û mamosteyên derizdina îdeolojîk ya nav gelê Kurd bûn. Komara Tirk, ji dema damezrandina xwe heta niha nikaribû zimanê Kurdî ji nav malbatan rabike, lê bi saya van “mamoste”yên Tirk, ziman bû “Tirkmancî”, çanda civatê bû şorbenîskek tevlîhev!!.

Dayîkên doh ziman diparastin, ewlekarîya ziman dikirin, weke erkê netewî teslîmî nifşê pey xwe dikirin, bi lorî û dengê zelal rêgeha vejînê vedikirin; piştî salên 1980 an şûnde, li ber rêzefilm û bernameyên asîmlasyon  “hêstirên” Tirkî dibarînin!

Sîyaseta îdeolojîk ya kor, hêdî hêdî hestên netewî ber bi “Tirkîyeyîbûnê” herikand.

Biratîya celad û dagîrkeran, bû strana “xelkler kardeştır, Kürtler qeleştır”. Bi hişmendîya demokratîkbûna Tirkîyê, sed sal şûnde Teşkîlata “Îttîhat Terakî” bi xwîna gelê Kurd, cardin xwe ji nû ve guncav kir. Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir