Sebebê Qetla Jîna Emînî bêdewletbûn e!

Serdestên dagîrker ji bo gelê Kurd têxe xizmeta xwe û ji xwe re bike kole, dîn û îdeolojîyên qaşo wekhevîya umet û gelan dipêreze jî ji xwe re wek pergalekî nîjadperestî û faşîzmê bi kartînin.

Dewleta faris ya bi navê Cumhûrîyeta Îslamîya Îran, ji sala 1979an de, bi seroktîya Xumeynî qașo șoreșa îslamî pêk hat û li șûna rejîma Xanedanîya Pehlewî, rejîma komara îslamî ava bû.

Di vê șoreșê de Kurdan jî serî hilda, hêz û rêvebirên rejîma Șah ji welatê xwe qewirandin û hêvî kirin ku rejîma nuh bi nûnerên miletê Kurd re rûne, mafê wan yê netewî û çandî qebûl bike, bi kêmanî mafê otonomîyê ji gelê Kurd re nas bike. Lê hêviya gel û hêzên neteweyî vala derket. Rejîma nuh jî zordarî û mêtinkarî hilbijart. Bi hovîtî êrîşî gelê Kurd kir; Kurdistan bi darê zorê ji  nuh de dagîr kir. Dest bi girtin, îșkence û kuștina Kurdan kir. 

Di warê demokratik, sîyasî, çandî an neteweyî de Kurdê ku doza  mafekî kir, bû armanca ișkence, zîndankirin û dardakirina dewleta Îran. Bi taybetî Kurdên ne ji mezhebê Șîa xistin bin gef û tadeyek girantir. Li Kurdistanê bêkarî di asta herî bilind de ye. Rejîma hov, dixwaze gelê Kurd bi șkence, sêdarê û birçîbûnê terbîye bike. 

Roj tuneye ku barhilgir/kolberekî Kurd li ser sinorên ku Kurdistan par kirine neyê kuștin; roj tune ye ku kurdek yan çend Kurd neyên girtin, îșkencekirin yan dardakirin! Ev nebes e, êdî dest dirêjî xîreta jina Kurd jî kirin! 

Gelo li nav sînorên vê komara îslamîya nijadperest û fașist, ji Kurdan pêve kesî sûc bike tune ye!? Yan rejîma hov tenê Kurda neyarê xwe dibîne! Di vir de em dibînin, dînê Îslamê yan hukmê şerîetê, ji bo zordarîya rêvebirên dewelta Faris, li dijî gelê Kurd û hemî gelên blindest, tenê maskeyekî ajotina zordarîyê ye! Ne werêba, wê rûmetên wan yên netewî, çandî, ziman û welatê wan qebûl bikira!

Di van mercên dijwar de, dest dirêjî keça Kurd Jîna Emînî kirin, bi helwest û berxwedana vê keça Kurd ya bi xîred, bi îșkenceyên polîsên bêehlaq yên vê rejîma fașist, Jîna jîyana xwe ji dest da! 

Berxwedan û şehadeta Jîna Emînî, li dijî vê rejîma hov bû pîrîskek serhildan û berxwedana gelê Kurd û hemû gel û merivên ji vê rejîma hov ne razî.

Çima ku wek demên berê, Ewropa û Amerîka piştgirîya hovîtîya vê rejîmê nake, ew jî serhildan û ne razîbûna gel li dijî hovîtîya xwe, wek tilîya van dewletan di vê tevlîhevîyê de heye rêdide û vê şîrova xwe dike sebebê êrîşên xwe yên hovane û bi xwîn. Heta niha nêzî sed mirovî jîyana xwe wenda kirîye!

Çendî buyer ji kontrola sofîyên devgenî dertê, ew bêtir har dibin. Loma bi hemû hêza xwe êrîşî wargehên penaber, partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê wellêt niştecî bûne dikin. Bi dehan zarok, jin û mêrên bêguneh kuştine û birîndar kirine.

Ji bo gelê Kurd xweş bextekî mezin e ku vê carê cîhan li dijî hovîtîya rejîma hov bêdeng nema. Ji Yekîtîya Netewan bigire heta Yekîtîya Ewropa, Yekîtîya Ereban, Amerîka, Brîtanya, Misir, Siûdî gelek dewlet û sazîyên navnetewî êrîşên dewleta Îran riswa û şermezar kir. Parlamento û Rêvebirîya Hukumeta Herêma Kurdistan, PDK û YNK dewleta Îran bi tundî şermezar kir. Berevacî vêya, bêbextîyek gelek diltevzîn jî ku hin şexsîyetên Kurdên wek Musluman xwe didin nasîn, partîya HudaPar û Pkk bi devê Îranê, li dijî serhildêr û şermezarkirên rejîma hov ya Îran daxwîyanîyên nerast û dezenformatîf dan û rejîma hov parastin.

Hukumeta Federal ya Iraq û Kurdistan, divê ji Konseya Ewlekarî û Yekîtîya Netewan bixwazin ku li dij êrîşên Îran helwestekê bigrin. Herêma Kurdistan ji bombebaranên Îran biparêzin. Tu ferqa vê dewletê û DÎIŞ ji hev tune ye. Ji bo cîhanê, Îran bi gelekî ji DIÎŞ tehlûketir e!

Rûsya, Çîn yan kî dibe bila bibe, yê ku piştgirîya Îran bike, rasterê şirîkê sûcê Îran e. Hela hêz, rêxistin û partîyek bi navê Kurd be, ev rûreşîyek mezintir e!

Divê Kurdên hemû cîhanê, li dijî dewleta hov ya Îran bi yek helwestê, piştgirîya gel û hêzên Rojhilatê Kurdistanê û gelên li Îran serî hildane bikin.

Gelê Kurd, îro li perçeyên din, bi taybetî li Bakur û Başûrêrojava bêdeng mana wan şermezarîyek mezin e!

Tiştên ku îro dewleta Îran yan a Tirk tîne serê gelê Kurd, ji bê dewletbûnê ye. Tenê Kurd bibin dewlet, hêza wan ya parastinê hebe, dikarin xwe biparêzin û di azadî û aramîyê de bijîn! Îro Başûrê Kurdistan, ji bo ku ne dewletek serbixwe ye nikare gelê xwe ji dewletên cîran yên mêtinkar biparêze. Her roj ji alîkî Tirkî û ji alîkî jî Îran axa wê bombebarn dike û welatîyên wê dikujin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *