Zindana Diyarbekir

Doh di rojnamên Tirkan de nûçeyek derket lê naveroka nûçeyê hê zelal nebûbû derheqê wê nûçê de şîrovên cuda cuda di çapemenîya Kurd û Tirkan de çîh girt. Herkes li gor dilê xwe nûçe nîrxand.

Naveroka nûçêyê ji alîyê wezîrê Kiştûkalê Mehdî Eker ve bi kurtayî ewha hatibû dîyarkirin: “Di xebatên Desteya Ewlekariya Milî (MGK) biryara berdewamîyê saloxdana (tewsîye) hatîye girtin û çi bikeve ser me emê bikin. Emê Girtîgeha Dîyarbekir derxin devreyî bajar.”

Di berdewama nûçê de tê gotin ku, piştî wala kirina girtîgehê wê li şûna wê de Dibîstanek mezin û bargeha sporê bê avakirin. Ji bo wê projeyê jî hukumeta Tirk 24 milyon lire butçê hatîye veqetandin.

Girtîgeha Diyarbekir an jî “zîndana 5 nolû” wekî tê zanîn warê berxwedan û jîyanê ye. Dewleta Tirk piştî cûntaya 12 Îlonê biryarek girt ku di doza Kurdperwerîyê di girtîgeha Amedê bin ax bike. Lê bi hemû qewet û pergelên xwe bi ser neket û zîndana Dîyarbekir bi îşkençên taybet di Dinê di nav zîndanên herî xirab de cîh girt. Zîndana Diyerbekir wekî bi hezaran xort û keçên Kurd, tesîrek mezin li beşek jiyana min jî kir. Di wan demên herî tarî de li wir bûm û di zîndana diyarbekir de 8 salê min derbas bû! Di tewayî zîndanbûna min a 20 salî de, şertên herî xirab û dijwar di zîndana Diyarbekir de derbas bûn. Bi sedan heval û hogirên min di wir de şehît bûn. Bi hezaran mirov seqet man, bi hezaran malbat belav bûn. Li ber derîyê zîndanê bi hezaran xizmên girtîyan di îşkencên xirab de derbas bûn. Di hemû beş û derên zîndanê de xwîn û keda şêhîdan heye.

Di van 30 salên dawî de rola Zîndana Dîyarbekir nayê ji bîrkirin. Navê Zîndana Diyerbekir wek ala tolhildanê hatîye nasandin. Lewra ew îşkenceyên bi şew û roj dihat kirin di bin fermandarîya Artêşa Tirk û di bin ala Tirk de dihat kirin. Ji general Kenan Evren bigirin heta general Kemal Yamak hemû tawanbarin û xwedî fermanên îşkencêne. Esat Oktay Yildaran, Ali Osman Aydin. Bîrol Şen, Abdullah Karaman û îşkençecîyên din li ser navê dewleta Tirk projeya ku dixwestin pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê bin ax bikin dan meşandin. Ew zulumkar û îşkencevanê wê demê diha generalin an teqawût bûne û di nav civatê de dijîn.

Eger hukumeta Tirk ji dil dixwaze pirsgireka Kurd û Kurdîstanê çareser bike divê berîya her tiştî dev ji lîstokên xapandinê berde. Zindana Diyarbekir navekî dîrokî, cîhekî taybete. Di bin navê “vebûna Kurd” de “modela Tirk” bi listokên Osmanî bi kar anîn pirsgirêkan çareser nake. Ev helwestên genî û gemarî dest û lingê xwedîyê xwe girididin.

Gelo dewleta Tirk cihê Zindana Diyarbekir gava bike Dibîstan wê navê wê Dibîstanê çi deyne?
An wek general Muğlali ku 33 gundîyên Kurd Kuştubû navê wî dan Tabûra Ozalpê, niha jî wê navê Dibîstanê bikin Dibîstana Kemal Yamak an Dibîstana Esat Oktay Yildiran?

Tu mafê kesî tuneye bi lîstok û berjewendîyên şexsî keda gelemperî derxe bazara guran! Ew kesên di wê Zîndanê de şehît ketine, seqet mane, berxwedane û beşek jiyana wan di wir de derbas bûye divê ew biryar bidin da ku Zîndana Diyarbekir bibe çi? Dive biryar ji alîyê kesên şahid û birîndarên îşkencan bê dayîn!

Ez yek ji wan kesame û dibêjim berîya her tiştî dewleta Tirk ji dil dixwaze hinek gavan bavêje, divê pêşî lêborîn ji gelê Kurd û ew kesên di Zîndanê de îşkence dîtine bixwaze! Pişt re wê zîndanê vala bike û bike muzexana îşkence û mafê Mirovan. Ji bilî wî ew kesên îşkence kirine, ferman dane û berpirsîyarin bên eşkera kirin û di derheqê wan de doz bê vekirin. Ew kesên îşkence dîtine, kesên seqet mane, kesên şehîd bûne û malbatên wan divê li gor pîvanên huquka navnetewî zirarên wan yên maddî û manevî bê bi cîh kirin. Bi kurtayî divê rêveberîya Muzexana îşkence û mafê mîrovan, di destê ew kesên îşkence dîtine debe. Ew pêşnîyarên hanê niha bi kurtayî dinivîsim lê pêşeroj de platforumek berfireh hebe ezê dîtinê xwe zêdetir fireh û kûr bikim. Nihal i ser pêwîstîya rojevê ez dîtinê xwe pêşkeşî civatê dikim.
23:08:2009

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *