
Zanîn û marîfeta dinyayê bextewarî ye,
mirovê li zimanê xwe miqatebe anku haj ji zimanê xwe hebe, dê serbest be û nakeve astingiyên gotinê , başî û xirabî ji ziman derdikevin weka dû kanyêt avê yeke tahl û yeke şêrîn , heke te dest avît kaniya tahl tû bûyî pahra dojê û rexnêt ser dinyayê lewma ji edebê dînê me Êzdiyan dibêje:
„Hey zimano yê sotinê
Xeberek ya hey neya gotinê
Dê bo çî tû dahirkey rûyê dnê .
Heke te dest avîte kaniya şêrîn dê zimanê te bibe qelema îmanê, bo rêya Xwedê û rêberiya karên baş û pêşkeftna ser diniya û dê bibe kilîla xêrê li baxê cinetê lewma ji edebê dînê dibe:
Hey zimano î xebate
Xebera xoş şekir û nebate
Xebera nexoş çî mefîate
Tu dilê însana pê dikey rehte.
Hindek ji ristin û vehunandina bi zmanê têne gotin û diyarkirin wek qelema îmanê bo jîn û jiyane li ser rûyê erdê:
1- 99 û neh erkanên pîroz yên Xwedê nasînê .
2- ferzên îbadetê wek secûde bo Xwedê
3- oldar , derwêş, qelender, xilmetkar, extiyar û aqildarî.
4-şîret û wesyetên baş , xêrxwaz û rêberyên pêşkeftî û serferazya demî
5- perwerda û bawrename , pêle û serbestî.
6- yasa û parastin, tena û eramî, tifaq û tebayî.
7- lêborîn û lêk xoşbûn , rêz û qedir, nasîn sîfetên zmanî ne.
Gelek gotin û ristin û vehunandinên zimanî yên heyine û her bo zanîn xirabî û tehlî jî yên hey lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:
Min gelek ziman dîtin bi ser
Roja axretê qîr dihelandin û berdane ser
Hemû ew bûn yên ji nebûyê dan xeber
Min gelek ser dîtin bi zimanê xwe di hilwase
Li roja axretê zebînî dihatinê bi duzan û dase
Hemû ew bûn yên ji nebuyê dikrin qal û behse.
Belê di Êzdiyatiyê da zimanê baş qeleme îmanê ye , lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêje:
Ev dinya dinyayeke pir rengîne
Û ye tijîye ji qewm , meseb û dîne
Û her kes bi zmanê xwe Xwedê dihebîne.
Li vê dinyayê bibexiş be
Li dîwana bêhna gulêt geş be
Li gotina zimanê xwe bi neqiş be .“
Ji ber çavkanî https://sematv.net/kmr/2025/01/12034
