Gelo Helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Di Derbarê Dewleta Kurdistanê De Ne girîng /Êrîşa PKKê li Hemberî PDK Îranê / Biryara YNKê ya Ji HDPê Re Bibe Piştgir…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Ez dixwazim di sê pirsên bingehî de bîrreyên xwe pêşkêş bikim. 

                               ….. 

Gelo Helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Di Derbarê Dewleta Kurdistanê De Ne Girîng E…

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 21-ê Gulana 2015-an de şev di kanala televîzyona tirkî AHaberê de axivî.  Ew axevtina ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng bû.

Rojnamevan Mehmet Barlas pirsiya Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan bersîv da.

Rojnamevan Mehmet Barlas pirsa serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Emerîkayê û minaqeşeyên di heqê serxwebûna Kurdistanê de ji Erdogan kir û Erdogan got: 

“Hikûmeta federal ya Iraqê mafên destûrî yên Kurdistanê jî bi temamî nade kurdan. 

“Divêt mirov bi hûrî li vê meseleyê temaşa bike. Divêt em vê meseleyê di dereceya yekê de wekî meseleyeka daxilî ya Iraqê bihesibînin. Heger Iraq problemeka xwe bi cidabûnê bigihîne netîceyekê ew meseleyeka daxilî ye. “

Yanî Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje ku dema ku kurd biryar bidin, dewlet ava bikin, em li dijî dewleta wan dernakevin.

Dema ku ev gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê hatin rojevê, beşek kesên kurd ev daxuyaniya biçûk dîtin.

Siyasetvan û rewşenbîrên kurdan jî nexwestin bibînin. Ev helwesta girîng nedîtin. Sedema vê yekê statuparêziya wan e. Girêdayî çanda wan ya dema Şerê Sar e.

Heta hat gotin ku “daxuyaniya Serokomeraê Tirkiyeyê di derbarê Dewletbûna Kurdan de ne girîng e. Ew ji bona berjewendiya xwe van nêrînan pêşkêş dike.”

Hîç şik tune ye ku her miletek û her dewletek ji bona berjewendiya xwe tevdigerin. Em kurd jî divê gor berjewendiya xwe ya milî tevbigerin.

                                            *****

Wek tê zanîn ku siyaseta klasîk ya Dewleta Kemalist ya Tirk ew bû, ku ne bes li Bakûrê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê li dijî Tevgera Milî ya Kıurdistanê bû.

Dewleta Tirk, dema ku li beşeke Kurdistanê tevgera millî pêş diket, mûdaxele dikir.

Di sala 1970-yî de dema ku Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û Rejîma Baasê bi PDK a îraqê re Peymana Otonomiya Kurdistanê çêkir, dewleta tirk ji vê rewşê qet memnûn nebû. Lewra dizanî ku ew model a ya li Iraqê avabûye, dê ji bona Tirkiyeyê jî bibe mînakekê..

Loma jî dema ku Peymana Cezayîrê çêbû, ew jî bû teref û bû piştgir.. Peymana Cezayîrê bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.

Di ev dema nêzik de Dewleta Tirk li dijî federal bûna Iraqê derket.

Dema ku di Makezagona 2005-an de biryar hat girtin ku rewşa Kerkûkê bi referandûmê diyar bibe ku bi desthilatdariya Kurdistanê re, an bi desthilatdariya Hikûmeta Navend re bê girêdan, gelek eciz bû. Gelek aşkere diyar kir ku dema Kerkûk bi desthilatdariya Kurdistanê re bê girêdan, ew dê bibe sedema şer.

Heger Hikûmeta AK Partiyê nûha bi Dewleta Federe Ya Kurdistanê re di nav tîfaqekê de be û ev hikûmeta bibêje ku “dewletbûna kurdan pirsa hûndir ya Iraqê ye. Em mudaxeleyî vê pirsê nakin”,  ji aliyê din de dewleta navendî ya Iraqê tewambar bike ku heqên kurdan nadin, ev helwesta ji derveyî siyaseta Dewleta Tirk ya klasîk e.

Bi taybetî baş tê zanîn ku Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Mesud Barzanî de  di vê merheleyê ji bona dewleta Kurdistanê xwe bikin, xwe amade dikin. Loma jî dixwazin dinya ji wan re bibe alîkar.

Emerîka û dewletên Ewrupayê piştgirî didin dewletbûna kurdan.

Erebên sûnî yên Iraqê, Sûûdî Erebîstan û Urdun jî wek dewletên erebî ji, dewletbûna kurdan re piştgırî dikin.

Di hemandem de ji bona dewletbûnê Başûrê Kurdistanê, hewcedarîı alîkariya cîranên xwe jî heye.

Hezar mixabin dewletên kolonayalîst Îran, Iraq û Suriye vekirî li dijî dewletbûna kurdan e.

PKKê jî wek hevalên wan dewletan li dijî dewletbûna kurdan e.

Gelo di van şertan de helwesta Hikûmeta AK Partiyê çewa girîng nabe?

 Amed, 29. 05. 2015 

                                  …… 

Li Rojhelata Kurdistanê PKKê bi awayekî nemirovî êrişî pêşmergeyên PDK Îranê kir.

Loma jî li holê şerêkî birakûjiyê tune ye. Wek her dem êrişek PKKê heye. Wek her dem PKKê çewa êrişî rêxistinên din yên Kurdistanê kiriye, nûha jî êrişî PDK Îranê dike.

PKKê, li Rojhelata Kurdistanê xwediyê tu mafekî nin e ku mudaxaleyî tevger û rêxistinên Rojhelata Kurdistanê bike.

Hezar mixabin li Rojhelata Kurdistanê, ji bona ku pêşiya Tevgera Milî Ya kurdistanê bê girtin, partî û rêxistinên Kurdistanê bên tasfiye kirin, PJAK ava kir. Piştî ku PJAKê rola xwe lîst, teslîmî Îranê kir.

Heger wek tevgerek Kurdistanê tevbigere heqê PKKê tune ye ku vî karî bike.
Lê PKKê ji bona ku xizmetî dewletên kolonyalîst dike, hiqûqa kurdan û kurdperwerî nas nake.

Loma jî li hemû beşên Kurdistanê raste rast mudaxelayan dike, partiyan ava dike, ji bona ku partiyên Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê
Divê pêşiya PKKê bê girtin. PKKê xwe ji hemû beşên Kurdistanê paşve vekişîne, ji hiqûqa kurdan û parçeyan/beşan re rêz bigre.

Heger rêxistin û partiyên her parçeyî ji hiqûqa hev re rêz negrin, di navbeyna wan de şer derdikeve. Kurd tên kûştin. Ew jî tewanek mezin dibe.

Divê di nav kurdan de û li Kurdistanê jî desthilatdariya hîqûqê pêk bê.
Hîqûq desthilatdar nebe, dewlet avakirin, yekîtiya milî, demokrasî avakirin mimkun nabe.

Divê her tewanek bê darizandin û ceza kirin.

Divê Êrişa PKKê li hemberî PDK Îranê bê şermezxzar kirin. Jê bê xwestin ku dev ji Êrişên xwe berde.

                                       ***** 

YEKÎTIYA NIŞTÎMANÎ YA KURDİSTANÊ (YNK) JI BONA ALÎKARIYA HDP-Ê GRUBEK PARLAMENTER ŞANDIYE BAKÛRÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ. GELO EV HELWESTA RAST E, AN NA? 

YNKê, rêxiştineke Başûrê Kurdistanê ye. Rêxistneke kurdî û kurdistanî ye. 

YNKê, di sala 1976-an de li Sûriyeyê piştî hilweşandina Otonomiya Kurdistanê ava bû. 

YNKê, ji aliyê sê grubên siyasî de hat ava kirin. 

YNKê, ji aliyên Komeleya Marksîst-Lenînîst (ku pişt re navê wê bû: Komeleya Rêncderan/Xebatkaran), Bizutnaweya (Tevgera) Sosyalîst û Xeta Pahn. 

Berpirsiyarên wan yên karîzmatîk: Celal Talabanî, Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyîn, Omer Şêxmûs, Noşîrvan Mistefa, Omer Dabebe, Cemal Axa, Dr. Kemal Xoşnav, Dr. Kemal Fudat, Şêx Şahap, Aram, Mamoste Cafer bûn. 

Celal Talabanî sekreterê giştî yê YNKê bû. Nûha jî ev erka/berpirsiyariya xwe didomîne. Celal Talabanî siyasetvan û pêşmergeyekî gelek kevn bû. Ji PDK Iraqê re jî berpirsiyarî kiribû. Di sala 1966-an de dema ku di PDKê de cûdabûn çêbû, wî û xezûrê wî îbrahîm Ehmed xebata xwe ya siyasî bi navê PDKê meşandin. Piştî demekê û bi taybetî jî piştî avabûna Otonomiya Kurdistanê, navê partiya xwe guherandin. 

Berpirsiyarên YNKê Elî Eskerî, Dr. Xalıd, Şêx Huseyîn, di sala 1978-an de di şerê di navbeyna YNKê û PDKê de hatin dîl girtin û paşê hatin kûştin. Kûştina wan, şerê herdu partiya dijwartir kir. Hezar mixabin şerê herdu partiyan bûn sedem ku bi hezaran kurd û pêşmergê bê kjûştin. 

Lê piştî Şerê Korfezê (Kendavê) demekê li hev kirin. Şerê birakûjiyê dawî anîn.

Herdu partiyan bi hev re biryar dan ku Meclîsa Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê ava kirin.  Hilbijartin pêk anîn. Hikûmeta hevbeş/mişterek ava kirin. 

Ji bona serokatiya Kurdistanê hilbijartin çêkirin. Celal Talabanî û Mesud Barzanî qasî hevûdu deng girtin. Loma carek din jî hilbijartina serokê Kurdistanê li dar nexistin. 

Di vê qonaxê de jî, piştî hilbijartina giştî, YNKê jî, di Hikûmeta Kurdistanê de ye. Di nav koalsiyonê de hêzekî girîng e. 

Li Başûrê Kurdistanê dewlet avakirin di rojevê de ye. 

Gorî agahdariyên Serokê Kurdistanê, diyar e ku Emerîka û dewletên ewrupayê bi piranî piştgiriya dewletbûna Kurdistanê dikin. 

Urdun û Sûûdî Erebîstan, wek dewletên erebî piştgiriya dewleta Kurdistanê dikin.

Li Iraqê erebên sûnî jî ne li dijî dewleta Kurdistanê ne. 

Siyaseta Dewleta Tirk ya klasîk li dijî her hejayeke Kurd û Kurdistanê ye. Lê Hikûmeta AK Partiyê diyar kir ku “pirsa deweletbuna kurdistanê, pirsa hûndir ya Iraqê ye. Dema ku di hûndirê Iraqê de ji bona dewletbûna Kurdan biryar bê girtin, em li dij nabin.” 

Ew helwesta hikûmeta AK Partiyê tê wê wateyê ku dê Dewleta Kurdistanê re erê bibêje. 

Divê hemû partî û rêxistinên Kurdistranê, Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê gorî berpirsiyariya dewletbûna Kurdistanê û gorî berjewendiya milî ya miletê kurd tevbigere. 

                                                        *****      

Hîç şik tune ye ku her partiyek azad e ku bi kîjan rêxistinê re danûstandin bike. 

Lê dema biryara danûsatandinê kır, divê ew danîûstandina li dijî berjewendiya miletê kurd û avabûna dewleta Kurdistanê nebe. 

YNKê biryar girtiye ku ji HDP-ê re piştgir be. Loma jî grubek parlamenterên xwe şandine Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê. 

                                      ***** 

Gelo helbet YNKê dikare biryarek wusa bigre. Lê ev biryara li berjewendiya miletê kurd e, an na divê li wê were mêze kirin. 

Gelo YNKê nizane ku HDP, partiyek kurd û Kurdistanê nîn e? 

YNKê nizane ku HDPê dibêje ku partiyên neteweyî miletan û grubên etnîkî meşrû nîn in û kevneperest in. 

YNKê nizane ku PKK/HDP, li dijî dewletbûna Kurdistanê ye. 

YNKê nizane ku PKK/HDPê, ji bona Filîstîniyan û Tirkên li Qibrisê ne ku ne Milet in jî, dewlet dixwaze û ji bona miletê kurd dewlet naxwaze. 

YNKê nizane ku PKK/HDP, li dijî dewleta milî ya kurd şer dikin. 

YNKê çima nizane ku PKK/HDPê, dibêje ku Kerkûk bi Kurdistanê re nayê girêdan û Kerkûk bajarê Kurdistanê nîn e. Divê Kurdistan jî bibe çend beş. 

YNKê nizane ku PKK/HDP, Dewleta Başurê Kurdistanê wek dewleta Îsraîla 2-emîn terîf dike ku muslumanên li dijî Îsraîlê Êrişî Kurdistanê û kurdan bikin. 

YNKê Kurdistanê nizane ku PKK/HDP, ji dewletên kolonyalîst re dibêje ku em dikarin pêşiya dewletbûna Başurê Kurdistanê bigrin. 

YNKê çima nizane ku PKK/HDP, partiyên, parlamento û hikûmeta li Başûr Kurdistanê rewa/meşrû qebûl nakin. 

YNKê çima nizane ku PKK/HDPê ji bona ku desthilatdariya xwe, li Başûrê Kurdistanê dixwazin desthilatdariyê hilweşînin û dîktatoriya PKkê ava bikin. 

YNKê nizane ku PKK/HDP bi Kemalîst re di nav tîfaqekê de ne. Kemalîst wek hevalbend û xulamê Îngilîzan sedema pirsgêreke Kurdistanê li Rojhelata Navîn e. Kurd kûştine û kurd înkar kirine. Sed sale ku jenosîdek domdar didomîne. 

                                      ***** 

YNKê eger bi partiyeke li dijî dewletbûna Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê re danûstandin dike, ev tê çi wate ye? 

Ev tê wê wate ye, ku di vê helwestê de xêr tune ye. 

                                              ***** 

Ji aliye din de partiyeke di hikûmeta Kurdistanê de be., divê di pêwendiyên dewletên xwe yên cîran re hîn xesas û bi berpirsiyarî tevbigere. 

YNKê bi ev helwesta xwe raste rast mudaxeleyî karên hûndir yê Tirkiyeyê dike. Lewra HDP partiyeke Tirkiyevî ye. 

Lê Hikûmeta AK Partiyê di vê merheleyê de piştgiriya dewletbûna Başûrê Kurdistanê dike. Dema ku tu li dijî wê hikûmetê xebat bikî, tuyê sibê çewa ji bona dewletbûnê piştgirî ji wan dixwaz bikî. 

Di pêşerojê de AK Parti bê li Kurdistanê piştgiriya partiyên Turkmena û partiyên îslamî bike, dê çewa bibe. 

                                            ***** 

YNKê divê berpirsiyariya xwe baş bizane. Ji biryara xwe ya aktîf ya HDPê dev berde.

Ew helwesta YNKê, şik dibe ser ku ji aliyê Dewleta Kolonyalîst ya îranê de hatiye girtin. 

Lewra tê zanîn ku Şerê Hikûmetê û PKKê, Şerê Tirkiyeyê û İranê ye. 

Amed, 27. 05. 2015. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *