Li Sûriyeyê şer qediya lê mayin hîn jî hene, xeterên mayinan berdewam dikin û qurbanên nû jî roj bi roj zêdetir dibin.
Tevî ku rejima Beşar Esed nema û şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dawî bûye jî bandor û bermayiyên şer hîn jî berdewam in û qurbaniyan didin.
Mayin yek ji wan bermayiyên herî metirsîdar e ku bi sedan kes seqet kirine û bi hezaran kes kuştine.
Silêman Xelîl yek ji wan 340 welatiyên Sûriyeyê ye ku piştî rejima Esed ji ber mayinan seqet bûye.
Silêman Xelîl dibêje, “Ez wekî karkerê rojane kar dikim. Piştî azadkirina herêmê, ez û hevalên xwe çûn baxçeyekî zeytûnan, meger mayin li wir hatibûn danîn.
Du mayin bi min teqiyan û min lingekî ji dest da.”
Li gorî amaran, di çar mehên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê, bi kêmanî 335 kes ji ber teqînên mayinan mirine.
Selah Swêd, birayê yek ji qurbaniyên mayinên li Îdlibê ye.
Selah Swêd behsa birîndarkirina birayê xwe dike û dibêje, “Dema ku wî mayineke pûç dikir li herêmeke bi navê Trêşe, li bin wê mayinê mayineke din danîbûn û bi wî de teqiya û canê xwe ji dest da.”
Kêmbûna mesrefan hêsanbûna çêkirina wê û zêdebûna bandora wê, wisa kir ku hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê di 14 salên şerê navxweyî de mayinan wekî çekeke bingehîn li dijî hev bikar bînin.
“Mayin herî zêde li Reqa û Helebê ne”
Her çend hejmareke piştrastkirî nîne lê tê texmînkirin ku bi dehan hezar mayin li piraniya 14 parêzgehên Sûriyeyê hatine danîn.
Li gorî agahiyan, ji sedî 50yê mayinan li her du parêzgehên Heleb û Reqayê ne.
Li gorî raporan hinek ajans û rêxistinên navxweyî yên Sûriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî di dawiya 2011an de, nêzîkî 3 hezar û 800 kes ji ber mayinan canê xwe ji dest daye.
Her wiha zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.
Ji ber ku xelkê Sûriyeyê piranî cotkarî û ajeldariyê dike ew jî dibe sedem ku rastî teqînên mayinan bên û di wan teqînan de yan birîndar bibin an jî bimirin. (Rûdaw)