Peykerê Omerê Xewar li avahiyeke fermî ya Brîtanyayê hat danîn

Peykerê Omerê Xewar Serbaz Berzincî

Peykerê Omerê Xewar ku sembola Komkujiya Helebceyê ye bi fermî li Salona Konferansê ya Parêzgariya Lambetha Londonê hat vekirin.

Serbaz Berzincî peyker anî û li kêleka alaya Kurdistanê danî.

Serbaz Berzincî Kurdek e li Londonê dijî ku ew vê dawiyê bi fermî wek Şaredarê Lambethê hat hilbijartin.

Ev cara yekem e di dîroka rojava de ku Kurdek dibe şaredarê beşeke girîng a paytexta Brîtanyayê.

Niha Kurdek li welatê ku tê gotin roj lê naçe ava, şaredar e û Şahzadeyên Brîtanyayê tên û pîrozbahiyê lê dikin, serbaz bi wî re wêneyan digirin û siyasetmedar bi wî dişêwirin.

Serbaz Berzincî çîroka hatina xwe ya Brîtanyayê cara yekem di bernameya Dîasporayê de anî ziman.

Ew behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û çawa gav bi gav di siyaseta Brîtanyayê de bi pêş ve çûye, pirsgirêkên ku ew wek şaredar rû bi rû ye dike.

Li salona ku Şaredarê Kurd bi cil û bergên xwe yên taybet serokatiya civîna parêzgehê dike Serbaz Berzincî ji temaşevanên Rûdawê re behsa kevneşopiyên demokrasiya Brîtanyayê dike.

Kesên ku dibin welatiyê Brîtanyayê li ber siyasetmedarê Kurd sond dixwin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *