Medyaya Tirkiyeyê dîmenên bombebarankirina xaniyekî li gundê Şilînê yê nahiyeya Batîfayê ya Zaxoyê belav kirin.
Medyaya nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê di vîdeoya bombebarankirinê de û got, “Me tola şehîd Ufuk Akinci hilda.”
Muxtarê gundê Şilînê Remezan Şilînî jî doh li ser bombebaranê ji Rûdawê re ragihand:
“Roja înê, piştî ku şer di navbera PKK û parêzvanên sînoran ên Îraqê de derket, saet 16:00an a heman rojê, balafireke şer a Tirkiyeyê xaniyek wêran kir.”
Roja înê di navbera gundên Sorya û Şilînê yên Zaxoyê de 2 endamên parêzvanên sînoran hatin kuştin.
Heman rojê, Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniyekê de “kuştina 2 gerîlayên PKKyê li Zaxoyê” ragihand û got:
“Wan rê li ber çalakiyên hêzên me yên ji bo kontrolkirin û xurtkirina ewlehiya herêmê girtiye.”
Muxtarê gundê Şilînê da zanîn ku gundiyekî bi navê Mihemed Şerîf Zubêr li wî xaniyî dijiya lê ji ber şer û pevçûnên PKK û Tirkiyeyê bar kiriye Batîfayê.
Li aliyê din, medyaya nêzîkî PKKyê li ser kuştina 2 parêzvanên sînoran a li Zaxoyê ragihand ku wan “di encama bombebarana Tirkiyeyê de” canê xwe ji dest daye.