Zanîn û zargotina li ser ramana nav û rêvebiriya gundê şimzê

Li gorî agahdariyên min ji ber çavkanî*1 girtiye, navê gundê Şimzê yê berê heta sala 1884an weke “Şems/Şimis*1 buye. Di çavkanî *1a de jî dibêje, “navê gundê Şimzê heta sala 1912 Şems e û ji sala 1928 pêve buye Şimiz”*1a. Ev nêrîna di nav zargotina ruspiyê Şimzê birêz Nayîfê apê Himîdê Reşît, yê ku temenê wî vêga(20.02.2025) 83 saliye de jî tê gotin, “midûrekî me yê Şimzê ku, kurmanc bû, bi tirkî û erebî dizanîbû digot, navê Şimzê yê berê Şemse bû û dûre jî buye Şimiz. Şems bi erebî tê wateya rojê.”

Jixwe gava meriv li erdnîgariya gundê Şimzê binêre, meriv vêga jî dibîne ku, gundê Şimiz di nîvê newalekê de ye û dû taxe. Berê taxekê jê li roj hilt û ya taxa dinê jî li rojava ye. Êdî tekez dibe ku , niştecîhên gundê Şimzê yê kevn heta sala 1912an , ji ber cîh û baweriya bi rojê ve girêdayî,  xwe weke Şems-î ango  rojperest dahne naskirin. Jixwe em Şimzî vêga hêjî  xwe weke “rojperestî” dinasin, ji nûra rojê bawerdikin û roj qubleta tevaya Êzdiyan e.

Nivîskarê me yê rêzdar kekê Wasfî Ak di prtûka xwe de*4-24  daye xwanê ku, „Pêşiyên Kurdan yên kevin wekî Gûtî, Xorî, Sumerî, Qasidî, Mîtanî, Xaltî, Ûrartûyî, Medî, ji rojê re Xor, Zerza, Mîthra û Şems  gotine.“

Her wusa  nivîskarê Êzdî Tosinê Reşît dibêje, „Seva êzdîyên Kavkazê sonda lape belavbûyî, ku dikari bêjî ser zarê gişkan bû, ew bi navê “Şems” bû.  Qurbana me yekemîn bi navê Şems e, ji ber ku Şems e xweyê serê me.  Her maleke êzdîya gava dixwaze qurbanê bide, gerek berî gişkî qurbanê bi navê Şems bide.*5 „

Min jî di sala 2006 de li ser “baweriya bi rojê  gotiye*6,128-136,Roj di mîtolojiya gelek olan, tevayiya mîletên arî (îndo-ewropiyan) û bi taybetî jî di nava Êzdiyatiyê de symboleke herî mezine. Me Êzdiyan berî her kesî pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê ku di dokumentên mîtolojiya kevn de weke şemeş, şamaş, şimayîl, şems, şams û whd. hatiye binav kirin naskiriye.

Li ba me Êzdiyan navê Xwedanê rojê yê ruhanî vêga hêjî Şêşims e. Em Êzdî hêjî di nava ilm, sed û hedên xwe de dibêjin: “Roj nûra Xwedê ye, Roj qubleta me ye , gava germaya rojê li ser û bin erdê de tunebe, dê jiyan, xêr û bereket jî li vê dinya yê tûnebe û whd.“*6

Bi dîtina min, pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê ji Êzdiyatiyê derbasî olên dinê buye. Ne şixwe, ji bo xêr û berekata rojê (Şêşims) li ser vê dinya yê her berdewam be em vêga hêjî gelek duha dikin, qurbanan (hêjî li Lalişê serbira gayê Şêşims) didin, rojiyan digrin û cejnan pîroz dikin.

Wekî dinê jî zargotinên me Êzdiyan gelekî kur û dirêj li ser pîrozî û menfêata nûra rojê radwestin. Meriv nikare tevan şîrove bike.

Hinek qewl, duha û dirozên me Êzdiyan ku ji ber zilm û qetliyamên heftê û dû fermana mane de meznatî, pîrozî, xêr û bereketa Xwedanê(Melekê) rojê (Şêşims)weha tê xwanê kirin:

2 – Beyta Subê(Beyta Şêşims) – (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

3 – “ Beyta Cindî (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

4- Duha Fecrê (Şeveqê?) (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

5 – Duha Subê (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

6 – „Duha Hêvarî (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

7 – Beyta Êvarê (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

8 – Duha berî razanê (Şehda Dînî)(Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel:..)

Wekî dine jî gava Êzdî radibin, rûdinên, di bîhnijin, berê xwe didine xêr û şeran, bi rê yekê ve diçin, di gelek sond û adên xwe de dibêjin: „Ya Şêşims xêr, bi Şêşims ê Xwedanê te, bi hemeta Xwedanê rojê, ya bi quweta Xwedê û Şêşims, Şems bi hawar û gaziya me ve were, Bi Şêşimsê mêfera evdê Êzdî, bi Şêşimsê Xwedanê risq û qismeta û whd.“

Dema roj diçe ava û şunde, Êzdî gora miriyan na kolin û dibêjin:” Dergehê xêr û şeran hatiye girtin”.

Li gorî zanîna xwe dibêjim, em Êzdî ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji hemû ruhilberan re xweş bive, ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji hemû Xwedanê (Şêşims, Xwedan, Êzî û whd.) xwe re digrin û cejnên wan pîroz dikin. Gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo Xwedanên xwe digrin û cejnên( weke îda: bilindê, batizimî, çilê zivistanê, Xidiryas, Xidirnebî, Newrozê, Çarşema sor û whd.) wan pîroz dikin.

Dîsa, weke ku ez ji zargotinê me fahm dikim, di mîtolojiya me de navekî Xwedayê rojê jî MITRA ye. Gotina Mîr anjî Mîrê Şêxan jî ji gotina MITRA hatiye û li ser wê baweriyê ye ku hêjî Mîrê Êzdîxanê, serokê civata ruhaniyên Êzîdiya ye û Bavê Şêx, serokê oldarên Êzîdiya ye û ji binemala şêxên Şêşims têye hilbijartin û hwd.“*6

Weke em di dokument û zargotina rûspiyê gundê me de jî zelal tê zelal fêhmdikin, vêga hêjî tê gotin ku niştecîhên gundê “Şems/Şimis ê yê kevn Ermen û Êzdî bûne..

Pismamê Aqo Açlan dibêje, kurapê min Ozmanê Xelîl digote min, gava mela me di 1933 de cardinê hate gundê Şimzê, hingê Dêra Mergogîs ya di gunde de avabû. Baş têye bîra min avayiyê vê dêra Mergogîs heta sala derdora 1940î mabû, me zarokên gundê Şimzê di nav avayên wê de ji xwe ra dileyîst. Hikûmet û  Jendermê Qereqolê serê avayiyê D. Mergogîs ê xirakirin.

Rûspiyên gundê Şimzê birayê Aqo Açlan, kekê Nayîf Ekincî û birayê Hiseynê Elî dibêjin, “em şahde ne lê nizanin , ka ew malbatên berê tevî pêşiyên me Xendeqiyan di  gundê Şimzê jiyan e, Ermen , Asûrî anjî Cihû bûne?. Em û hemû kesên li gundê Şimzê jiyan dizanin ku, bermayên kavilê Dêra Mergogîs(mixabin min ti dokûment û agahdarî diderheqê vî navî de peyda nekirin), ya ku niha hêjî di nav me Êzdiyên Şimzê de pîroze. Me Şimziyan dawetnebiya vê dêra  Mergogîs ê hersal di 23 Nîsana kurmancî de çêdikir, wextê bûk û zavên di gunde dizewicîn, pêşîn diçûn li vê dêrê ziyaretî dibûn.”.

Birayê min Hiseynî Elî dibêje, tê bîra min ku hinek gorên Cihuyan di guhara Hijîrokê de, di binê girê Reşk ê de hebûn. Ev darên hijîrên bejî heta sala ez di 1969 de hatime Almaniya yê jî hebûn.

Di zargotina me de eşkere dibe, gundê  Şimzê di dema Osmaniyan de û heta fermanê Ermeniya di sala 1915 de derketiye de jî weke nahiyeyeke li ser navça Bişiri “Kubîn *3” a di nav parêzgeha Sêertê de dihate  naskirin.

Li gorî ku di zargotinê de tê gotin, ”gundê Șimizê di sala 1868’an de jî nahiye buye. Gund gelek caran ji ber neheqiya dewletê û serokeșîrên Misilmanan hatiye șewitandin û talankirin.„*2,223 Dîsa di agahdariyên Tirkî de jî kifşdibe ku, nahiya gundê Şimzê li ser  navça Bişiri “Kubîn” a di nav parêzgeha Sêertê de bûye*3.

Gava Mihemedê Hesê û 38 neferên malbata wî di dema fermanê Ermeniyan de hatine qirkirin*2,223-225  û komara Tirkiyê di sala 1923 de hatiye demazirandin şûn de jî, îdara nahiya gundê Şimzê berdewamkiriye.

Heciyê Reşt

Her wusa amê min Heciyȇ Reșît Açlan (1939 de ҁȇbuye) jî dȇbêje: “Gava ku gundȇ Șimzȇ ji niștecîhȇ xwe dîsa șȇn dibe, qereqola jendermȇn Tirkan, di sala 1936 de hatiye gundȇ Șimzȇ ew di xaniyȇ Mamedȇ Temo de vebuye.”

Çavkanî didine xwanê ku, „rêvebiriya  Sancaq (liva), navçe, bajarok û gundên herêma navçeya Sêert/Batmanê heta sala 1914 bi Wilayeta Diyarbekirê ve girêdayî bûne.“ *3a-44

Belê di dokumentên ser demê osmaniyan de eşkereye ku, rêvebiriya îdara Şimzê, ya di nav navçeya Kubîn*3-Bişêriyê de nahiye-bucak buye. Nahiya Şimzê bi rêvebiriya muxtarekî û encûmenî- extiyarên şêwirdarên gund ve hatiye îdarekirin. Muxtarek anjî keya û 4 aza- merivên di gunde temen mezin ji bona şêwirdariya gund 5 salan carekê ji aliyê gundiyan ve dihatine hilbijartin.

Li gorî zargotinê de tê gotin, muxtarên ku di gundê Şimzê de muxtarî kirine : Eliyê Îskan, Reşît ê Emer-, Şêx Mîro, Hizêrê Elî, Feremezê Hizêr, Usivê Silo, Eliyê Ozman, Cemîlê Xelîlê Elî, Dawidê Xelîl  Musilman e.

Bekçî(kesekî gundî ku, ji aliyê gundiyan ve tê hilbijartin û bi fermî    weke nîvekarê qereqol, muxtar û gundiyan dike)yên gundê Şimzê ne bi temamî bin jî, Hemîdê Reşît  , Koçê Seferî-Erkik, bavê min Eliyê Kelo, Ahmedê Hizêr, Simayîlê Hecî, Arif ê Xelîlê Emer û hwd..

Di çavkanî*3 de diyardibe ku, îdara karên gundiyan yên fermi, nehiye û qereqola gundê Şimzê heta sala 1990î li ser navça Bişir î û parêzgeha Sêertê bûn. Lê ji sala 1990 pêve parêzgeha wan buye Batman.

Wekî dinê jî binêren li „HINEK SERPÊKHATIYÊN BAV-KALÊN ME YÊN PIŞTÎ DAMEZIRANDINA KOMARA TIRKAN –Koça Êzdiya ya bi ber Ewrûpayê ve“*6, 402-422

KEMAL TOLAN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *