Yekrêziya PDKê û YNKê ji bona hemû kurdan û Kurdistanê girîng e  

Îbrahîm GUÇLU

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di sala 1946-an de di dîmena Komara Mehabedê ya Kurdistanê de ava bû. PDKê, ji aliyê  siyasetvan û têkoşerên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê ve ava bû. Serokê Giştî yê PDKê, Serokê Neteweyî yê Nemir Mele Mistefa Barzanî bû. Ew gelek kesên di sala 1975an de Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNKé) avakirin jî, damezrênêr û endamên PDKê bûn. Di sala 1966an de di nav PDKê de nekokî bi cûdabûnê encam da. Hezar mixabin piştîbeşbûna PDKê di navbeyna herûdu terefan de bûyerên gelek nexweş hatin holê. 

Ev dijiatiya herûdu terefan heta damezrandina Peymana 11 Adara 1970yî ya avabûna otonomiyê dom kir. Her çiqas di navbeyna herûdu terefan de bûyerên gelek nexweş û zirara mezin dane hev û gel çêbibûn û di wê cûdabûnê de gelek qedroyên hêja yên Kurdistanê jiyana xwe jî wenda kiribû, di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de yêkrêzî û yekîtiya herdu terefan çêbû. 

Wê demê herdû terefan ji bona ku bi berpirsiyarî tevgeriyan û berjewendiya neteweya kurdan dan berçav, yêkîtî ava kirin. 

Dema ji bona ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê peymana rêferandûma Kerkukê pêk neanî di navbeyna kurdan û ereban de şer di sala 1974an de dest pê kir, PDKê û hemû kurdperwerên Başûrê Kurdistanê bi hev re li hemberî Rêjîma Baasê û Dewleta kolonyalîst ya Iraqê şer kirin. Hezar mixabin encama xiyaneta Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetan û Îranê kurd mecbûr bûn ku di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de şer bide rawestandin. Ew şerrewastandin di hemandem de bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê jî têk biçe. 

Ew têkçûna bû sedem ku  li Başûrê Kurdistanê cûdabûyeneke mezin û dîrokî çê bibe. Li Hemberî PDKê û an jî li cem PDKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke din ava bibe. Ev rêxistina jî YNKê bû. Di bin serokatiya Celal Talabanî de li Sûriyeyê li bajarê Şamê bi piştgiriya Rêjîma Sûriyeyê avabû. Lewra wê demê Baas a Iraq û Sûriyeyê dijminê hevdu bûn û şerê hevdu dikirin. Herduyan dixwestin ku hevdu ji holê rakin.

Piştî ku YNKê ava bû, di navbeyna PDKê (Qiyedaya Mûwaqqet) û YNKê de bûyerên gelek nexweş hatin rojevê û herdu terefan ji hevdu gelek qedroyên hêja şehîd kirin. Bûyera nexweş ya mezin Şerê PDKê û YNKê li Bakurê Kurdistanê li Herêma Beytûlşebabê bû. Di wî şerî de YNKê gelek damezrandin û endamên xwe û PDKê jî gelek endamên xwe wenda kir. 

Lê pişt re dîsa ji bona berjewendiya neteweya kurd, berpirsiyarên herdû rêxistinan bi berpirs tevgeriyan û di bin serokatiya Serokê PDKê Mesûd Bazranî û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Telabanî de enî (cephe) ava kirin.Wan  bi hev re bi hêzên ereban yên Iraqê re jî yek rêzî û enî çêkirin. 

Piştî wan salan jî di navbeyna herdû rêxistinan de nekokî û nexweşiyên mezin çêbûn. Lê herdu rêxistinan di bin sîwana berjewendiya neteweya kurd de yekrêzî û yekîtî çê kirin. 

Encama wê yekîtiyê ji Herêma Azad ya Başûrê Kurdistanê re serpereştî û desthilatdarî kirin. Dîsa bi hev re biryar dan ku Iraq bibe dewleteke federal û Kurdistan bibe herêmeke federe ya girîng. 

Dîsa ev yekîtî û yekrêziya wan bû sedem ku dema Emerîkayê û hevkarên wê destwerdana Iraqê kirin, li Kurdistanê pêşiya şer hat girtin, gelê me di nav aramiyê de jiyana xwe domand. Piştî ku dewlet û rêjîma baasê hat rûxandin, di sala 2003an de herdu partiya ji bona ku li Iraqê dewleta federal ava bibe bûn alîkar. Wek terefa kurdan bi terefa ereban ve Makezagona Dewleta Federal amade kirin û di sala 2005an de makezagona Dewleta Federal ya Iraqê hat pejirandin. 

Piştî ku Herêma Federe ya Kurdistanê ava bû, biryar dan ku Meclîsa Kurdistanê ava bibe. Ji bona Meclîsê hilbijartina parlemanî û serokê Kurdistanê li dar xistin. Bi hev re Hikûmeta Kurdistanê ava kirin û bi hev re wek hevî desthilatdarî li Kurdistanê kirin. 

Dîsa di wê demê de di navbeyna wan de pirsgirêk jî çê dibûn, wan bi awayekî demokrat û medenî ew pirsgirêkên xwe çareser kirin.   

Di encamê de dikarim bibêjim û rastî jî ew e ku herdû rêxistin avakarên Dewleta Federe ya Kurdistanê ne. Rêxistinên din yên Kurdistanê piştî ku Dewleta Federe ya Kurdistanê avabûn. 

Herdu partiyan rêferandûma  serxwebûna Kurdistanê li dar xistin. Partiyên din jî alîkarî kirin. 

Di vê qonaxê de jî bê guman herdû rêxistin ji bona Dewleta federe ya Kurdistanê gelek girîng in. Hebûna herdû partiyan ji bona hebûna Dewleta Federe ya Kurdistanê nebe, nabe.     

Ji bona Hikûmeteke xûrt ya Dewleta Federe ya Kurdistanê hebûn û yekrêziya herdû rêxistinan gelek girîng e. 

Ji bona ku li Kurdistanê demokrasî û aborî û civakî pêşbikeve yekrêziya herdû rêxistinan gelek girîng e. 

Ji bona aramiya Kurdistanê û gelê me yêkrêziya herdû rêxistinan gelek girîng e. 

Ji bona ku pirsgirêk di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de çareser bibin yekrêziya herdû partiyan gelek girîng e. 

Ji bona ku îşgala Kerkukê ji holê rabe, rêferandûma Kerkukê bê lidarxistin, makezagona federal cî bı cî bibe yekrêziya herdu rêxistinan girîng e. 

Ji bona ku encama Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê di nav pêvajoyekê de cî bi cî bibe, yekrêzî û yekîtiya herdû rêxistinan pêwîst e. 

Ji bona ku Sîstema Federal ya Iraqê xûrt û pêş bikeve yekrêziya herdû rêxistinan pêwîst e. 

Ji bona ku di Hikûmeta Federal û Meclîsa Federal de ji bona berjewendiya neteweya kurd xebat bikin, yekrêziya herdû partiyan pêwîst e. 

Ji bona ku serokkomarê Kurd bikare xebateke baş û li berjewendiya kurdan bimeşîne, yekrêziya herdû rêxistinan pêwîst e. 

Herêma Federe ya Kurdistanê, mala hemû kurdên çar parçeyan û kurdên dinyayê ye. Ji bona ku hemû kurd bextewar bibin, reşbîn nebin yekrêzî û yekîtiya herdû rêxistinan pêwîst e. 

Ji bona ku di çareserkirina pisgirêkên rêxistinên beşên din yên Kurdistanê de bibin pêşeng û model, divê yekrêzî û yekîtiya herdû rêxistina pêk bê. 

Herdû partryan nekokî û pirsgirêkên gelek mezin û stratejîk yên di navbeyna wan de çareser kirin. Pirsgirêkên di vê qonaxê de di navbeyna herdû rêxistinan hene tiştekî mezin nîne. 

Berpirsên herdû partiyan xwediyê berpirs û qebiliyetê ne ku pirsgirêkan çareser bikin. 

Hemû kurd li benda yekrêzî û yekîtişya herdû rêxistinan e. Divê ev daxwaz hemû kurdan bê vcîh. 

Diyarnbbekîr, 16. 12. 2022   

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *