YAR Û MIRAD – I

Xidir ÛSO

Nivîskarê hêja WELÎ SEBRÎ vê pirtûka hêja li pirtûkxana Kurdî zêde kir. Pirtûk 239 rûpel e. Pirtûk bi gotinek pêşîya ya ku ji xeynî Kurdan tu gel bikar nayne destpêdike: ‘‘Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê!‘‘

Helbet di her berhemê de tiştên erênî û neyênî ku bên rexnekirin hene. Ev roman, ne bi terza romanên heta niha em dixwînin hatîye nivîsîn. Mîna rûsipîyekî Kurd li civatê rûne behsa serpêhatîyekê bike û pê re teswîra welatê Serhedê, çîya û gelî, deşt û zozan û demsalên vî welatî dike.

Welî Sebrî, ev roman bi Kurmancîya devokê Serhedê nivîsîye. Yên terefê standartîzekirina Kurmancî ne vê terzê rexne dikin, lê beşekî din jî devokan wek dewlemendîya vî zaravî dibînin.

Nivîskar, bi awakî têkilî, edet û toreyên civatê, tevger û helwesta jina Kurd ya di mala xwe û di nava civata Kurd de jî dide nasîn. Jinên Kurd yên wek Fata Reş û Besê şervan û qehreman jî wek Cîhan Ara, Celale, Mestûre Erdelan û gelek şairên jin yên Kurd ji berî bi hezar salî de tên naskirin. Hela yên helbesat dixwînin, bêhejmar in.

Birêz Welî, di romana xwe de vejinandina têkilîyên civatê, çanda civatê ya hunerî û behsa alavên debarê dike. Ya girîng jî mijarên xwe bi peyvên pêşîya û bi bîranîna edet, bawerî û rûmetên civata Kurd dixemilîne. Vî şêweyê gotinê, dewlemendîya wêjeyê dide ravekirina zimên.

Nivîskar behsa asêbûn, heybet û demsalên Çiyayê Qertewînê, Kela Zincîrê û Newala Gulan dike, çawa pî û baskên xwe ji Navdarê Leheng û Kerem Begê Zirkî û koçberên ji ber qetlîam, zilm û zordarîya hêzên Ûris û Ermenîyên Daşnaksutûn revîyane; behsa Rûs û Ermenîyan ku yekser Kurd dabûn ber xwe gund û bajarên wan şewitandibû û hilweşandibûn dike! Ji alîkî xela û koçberîya zav û zêç, kal û pîran ji alî din ve berxwedana mêrxasên Kurd hebû.

Heta niha, kesî zêde li ser dagîrkirin û qirkirinên Rûsa û hevalbendê wan Ermenîyên nîjadperest nenivîsandîye. Piranî hin nivîskarên Ermenî, ji bo tehcîr û qetlîama Ermenîyan, ji Osmanî û Tirkên Îttîhat-Terakkî bêtir Kurd tawanbar kirine. Ordîya Rûs, bi rêberîya Ermenîya heta Betlîsê herema Kevirê Qul dagîr dikin û çi şênîyên Kurdan dikeve ber wan wêran û kavil dikin û Kurdan jî qetil dikin. Nivîskar, di vê pirtûka xwe de, balê dikişîne ser dagîrî û wêrankirina Rûs û Ermenan ya li dijî gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd.

Helbet gelê me di bin dagîrîya dewleta Osmanî de ye û ev şer ne şerê serxwebûna Kurdistanê ye; lê bi piştgirî û dagîrîya Rûsan Ermenîyên rêberîyê ji ordîya Rûs ra dike û derên tên dagîrkirin ji Kurdan paqiş dikin û wek welatê xwe rizgardikin dihesibînin. Kurd, di şerê cîhanê 1. de di bin êrîşa qetlîam û koçberîyek giran da ne. Loma şerê Kurdan, ji parastina dewleta Osmanî bêtir, parastina man û nemana gelê Kurd li welatê bav û kalan e jî! Qahremanên vê romanê, yên mîna Kerem beg, Xalit begê Cibrî û Ferzende Begê Hesenî di dema êrîş û dagîrîya komara tirk jî ji bo serxwebûna Kurdistanê bi qehremanî berxwe didin û xwe feda dikin.

Helbet wê serdemê, rêberên civata Kurd mîr, axa, beg û şêx bûn. Gava serpêhatî yan romanek dîrokî û belgesel hat nivîsîandin, divê li gor rastîya wê demê ya civatê bêt nivîsandin. Ev di romana Rûs, di romanên Tolstoy, Gogol, Gonçarov ûwd de pir vekirî tê dîtin.

Helbet pirtûk hîn neqedîyaye, ev cilta 1ê ye. Ez hêvî dikim bi rexne û şîroveyên rexnegîr û xwendevanan wê cîldên pêş xweştir û herikbartir bin!

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *