Xwêya Dêrsimê: ‘Dermanê her nexweşiyê ye’ -Video

Li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê, xwêyeke taybet tê derxistin.

Xwêya Pilemûriyê hem li nava bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hem jî li cihanê cihê xwe girtiye.

Karkerên di kargeha xwê de dixebitin eşkere dikin ku xwêya Dêrsimê dermanê hemû nexweşiyan e.

Cihê ku xwê jê tê derxistin 3 kîlometreyan dûrî navenda Pilemûriyê ye.

Xwê bi şêweyên kevneşopî tê derxistin û yek ji cureya herî baş a xwê ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Zanîngeha Munzurê lêkolînê li ser xwêyê kiriye û tê gotin ku ti madeyên zerermend tê de nînin û gelekî baş e.

Li sînorê navçeya Pilemûriyê 3 çavkaniyên xwezayî yên berhemanîna xwê hene.

Salane li wan her 3 cihan nêzîkî hezar ton xwê tê berhemanîn.

Ji ber başiya wê, daxwazeke zêde li ser wê xwêyê heye.

Xwêya Dêrsimê li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cihê xwe girtiye.

Li gorî gotina xwediyê kargeha xwêyê Mehmet Zekî Tosun ew hinardeyî bazarên cihanê jî dikin.

”Zerera wê nîne”

Mehmet Zekî Tosun li ser kalîteya xwêyê ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Ez dikarim bibêjim xwêya me xwêya herî bi kalîte ya Tirkiyeyê ye.

Zanîngeha Munzurê ev xwê test kiriye, madeyeke ku zererê dide tê de nîne. Ev ji bo tenduristiyê gelekî girîng e.

Firoşkarên me hene vê xwêyê dibin Balikesîrê û parêzgehên din.

Em dixin paketên yek kîloyî û du kîloyî û ew jî dibin derve.

Bi taybetî hemşariyên me yên ku li vir û derve dijîn, tên û ji vir xwêyî dibin.”

Hewz ji bo berhemanîna xwêyê hatine çêkirin, destpêkê hewz bi ava xwêyê tên tijîkirin.

Germahiya rojê beşeke zêde ya avê dibe hilm û xwêya di binê hewz de dimîne.

Piştre tê komkirin û tê paketkirin û ji bo bazarên navxwe û derve tê şandin.

Nurî Geyîk li kargehê karker e li gorî gotina Nurî Geyîk xwê piştî 7-8 rojan hazir dibe û çi qas tavê bistîne wê demê baştir û xweştir dibe.

Ew karkerên ku li Kargeha Xwêyê ya Hiverê dixebitin dibêjin, di jîngeheke paqij de xwêyê berhem tînin û welatî dikarin bêtirs bi kar bînin.

”Xwê dermanê her tiştî ye”

Karker Ahmet Alataş eşkere kir ku bi salan e xelk xwêya ku ew derdixin bi kar tîne û heta niha ti kesî gazin ji xwêya wan nekiriye.

Ahmet Alataş dikene û dibêje, xwêya wan dermanê tansiyon û her nexweşiyê ye.

Li sînorê navçeya Pilemûriyê sê çavkaniyên xwezayî yên berhemanîna xwêyê hene.

Salane li wan her sê cihan nêzîkî hezar ton xwê tê berhemanîn.

Ji ber kalîteya wê daxwazeke zêde li ser heye.

Komkirina xwêyê di hefteyên yekem ên meha Hezîranê de dest pê dike û heta dawiya meha Îlonê berdewam dike.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *