Li gorî ku, ez ji zargotin û lêkolînan fêhmdikim, barî aqla ye ku “Reşa-Reşî”*1yên pêşiyên eşîra Xendeqiyan , “di wextekî de ji herêma Hekariyê çûne Qers, Bazîdê û herêma Heskîfê. Vêga jî li vê herêma Hekariyayê navê êlata Xendeqiyan heye”*3 . Vêca gava “êlata Xenqeqiyan” ji herêma Çolemergê jî koçber bûne, hatine(..?`)ketine wî çiyayê li hemberî şîkeft û kela “Hesenkêfê*1 û 2” bicîhbûne . Ew li virê jî dîsa bi navê êla xwe “Reşan-Reşî*1” û eşîra Xendeqiyan jiyane. Lewma jî navê wî çiyayê lê akincî bûne bi navê çiyayê Xendeqiyan hatiye binavkirin.
Mixabin piraniya antîk û şopa hukumdariya Hesenkêfê , tevî dîrok û şopa baweriya bav-kalên me Xendeqiyan li derdora Hesîkfê hebûn hatine tûnekirin.
Min di sala 2000 de dabû xwanê ku “Şerefxanê Betlêsê (“yê ji eşîra Rojkî ya ye 30: 18” û bi eslê xwe Êzdî bûye) di pirtûka xwe ya beriya 460 salan nivîsandiye de jî, bahsa eşîrên li herêma Heskîfê -Hesenkêfê kû di wî wextî de xwedî navdeng bûne dike û dibêje :“Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlê Piçuk, Reşan, Kişkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (4:191). Xweya ye di wî wextî de gelek ji wan sêzde eşîran hîna Êzdî bûne.
Nimûne:
Pîr Xetîp jî di destpêka sedsale de dibêje; “Di wexta min ev Mişêwra xwe nivîsan de eşîra Stûrkiya mirîdê me bûn û berpirsyarên eşîra Xendeqiyan jî di çilexane de bûn”
Wekî dinê, vêga hêjî gelek Êzdiyên ji eşîra “Reşan, Cilkî, Xendeqî, Suhanî” û hwd hene”*1,54
Ji bo berfireh nasîn û lêkolînên li ser êla „reșî–reşan“ divê binêrin li*3, rûp.:121-126
Nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Ak jî, di danesîna „Fermanêrîşên li ser Xana Ezdaya Hekariyan „ de dibêje, „di serdemên pêşî de tuxûbên Hekariyê, ji Goma Wanê û Goma Ûrmiyê heta Robarê Mûsilê bû. Hekarî du beş bû, Hekaryana jorîn û Hekaryana jêrîn. Van êlên kurd li hember dagirkeran şer kirine. Li binê quntêra Çiyayê Gareyî li binê Tirbê Botan û her weha li rojhilatê Gundê Gûzerewş Tiyê, Xendekê heye. Hin gotin li ser wê jî hene, dibêjin êlata Xendekiyan li wî tîrmilî ji bo ku Gumbeta Pîr Mendê Geliyê Xanê ji êrîşên Dagirkeran bi parêzin xendek kolandine. Pişterast dikim ku, pêşiyên eşîra Xendeqiyan , di wextekî de ji herêma Hekariyê çûne Qers, Bazîdê û hatine Heskîfê, ango çiyêXendeqiyan.
Bajêrê Heskîfê B-Z. Paytextê Mîtanî, Hîtît, Ûrartû, (piştî Ûrartûyan jî demek dirêj paytextê Welatê Xaldan-Xaltiyan k.t.- bûye )Medî, Asûrî, Şêrwanî, Merwanî, Artuklûyan û P.Z. Paytextê Bîzans, Sasanî, Emewî, Eyûbî û Osmaniyan bûye. Ev welat di navbera Çiyayê Garzan û rêzeçiyayên Raman de bûye. Di wê ser demê de ji 366 gundan pêkhatiye tev jî kurd bûne û ji baweriya xwe jî Êzdî bûne.“*2
Belê Hiseyîn Tolan yê vêga 83 salî ye di zargotina xwe de dibêje, „rahmetiyê xalê min Mecîdê Mamed digot, pêşiyên bavikên me Xendeqiyên li gundê Şimzê dimînin tev ji hêla Qersê hatine û em ji êla “Reşî- Reşa nin. “
Gava meriv baş bala xwe berde ser erdnigarî, gotin û serhatiyên van sitranên rahmetiyê xalê me Mecîdê Mamed, li ser singa xwe parastibûn û distira, tevjî didine xwanê ku, pêşiyên me ev çanda xwe di wextê li herêma Qersê û Hekkariyayê jiyane girtine.
Mînak : 1“ Kilama Asê û Hesen – Mecîdê Mamed
Hesen delalîkê nav mala hê hê hê…, lê li ser xaniya hê hê hê…,
Lê li ser kaniya hê hê hê…,
Wela bira dê û bavên min evdala Xwedê xêrê bikin , xêr nêbînin, yê dilê min tê hebû Hesen delalîkê malaê, terwanê hê hê hê… lê ser xaniya , Ezê dame yetîmê Xelef Xiro , dilê min jê reșe , mîna ye pûș û palașê çolê bigere ,
êvdal hê hê hê… lo li nav diriya,
êvdal hê hê hê… nemînê Asê bes bigirî yê yê
Hesen heyran min go, ava Murada șewitî hê hê hê…,
Lê avê sar e , û wele qamîșên nîvê golê bûne çîtê hê hê hê…, wele dar e hê hê û,
Wele heft kurê minê ji yetîmê Xelef Xiro hebin guhê minê di ser Hesen delalîkê mala a a a a û min de xwar e yê ûû û û ,
Wele ezê ser kezîk û guliyên xwe ji canîkê Hesen delalîkê mala xwe ra tême gem û rișme hê hê hê…, lo dox hefsar e
êvdal hê hê hê… ne mînê Asê hê hê hê…
Hesen heyran min go, yetîmê Xelef Xiro here karê hê hê hê…, lo karê xwê yo..
Ezê nifrekê bikim, Rebê alemê bike ji vir ve here hê hê hê…, lo ji wir ve nêyo.. yo yo yo
Ezê bi çeplê Hesen delalîkê mala xwe bigrim , eger bi dil be, ne bi dil be , ezê wî bînime hê, hê hê û lo ser male yo yo yo
Êvdal, Êvdal, êvdal ne mînê Asê hê hê hê hê …
Hesen heyran min go, ezê çume hê hê hê…, lê zozan xalî ûû û û ,
Wele heft kurê minê ji yetîmê Xelef Xiro hebin, dilê minê di Hesen delalîkê mala min de heye yê yê û ezê dîsa serkezîkên xwe êvdala Xwedê ji canîkê Hesen delalîkê malê ra bikime gem û rișme hê hê hê.. , û lo dox hefsar yê yê yê
Gava Hesen delalîkê mala minê, di nava heval û hogiran de siwar be, xelqê nebê je, erê serê dotmama wî ye kur be, çi siwarekî șeqûlî û șerpeze yê yê yê û lê bê pergal e…. „“
Mînak 2 „Binefşa Narîn û Cembeliyê mîrê Hekariya
Xelîl begê dibê apo dilê min dibê,
Wele Tê bidî min Binefşa Narîn ,
ximşa xezala , rewşa bêrîvana , kara xezala Têye berbanga sibê
Ez ê her sê lawên te bizewicînim ji êlê
Ez ê bidime te sê cotê kotan ê,
Sê kerî pezê li dêşta Binalixê,
li sedemê çavê Binefş ê , Lo yê , lo, yê
Fariz begê diçe dibê lê lê Binefşê lawo, dilê min dibê ,
Her e tê biki Dewrêş begê anjî nakî Dewrêş begê
îro serê sê rojan rûniştiye li binê konê reşî erebî,
Sebebê çavê te qîzê lêy lêy ……
Binefşê dibê, bavo dilê min divê,
Qesem û qirardikim bi navê Xwedê
ez piçûkim hê ne hatime zewacê
Gava ez bême zewacê
Wezê kesî nakim ji xeynî Cembelî Mîrê Hekarî yê
Begê zozanê , mezinê hezar û hefst siwarê cengê
Eger tê min bidî Dewrêş begê,
Min ê sondek xwariye,
Bi qesem û qirarê navê Xwedê
Ez ê bikişînime serê xwe , eyarekî rêxê,
Ez ê bigerim li dewrana dinê,
Bila kes nizanibe ez qîza kê loy loy loyo ay bavo loyo
Ere dilê min dibê, gava Binefşê wusa dibê,
Fariz begê ji sedemê xatira Binefşê
Gazî dike xwilam , xizmetkar, şivan , gavan û serwanê ebrê,
Dibê lawo rabin ji erdê,
Çît û berçîtên kona berdine erdê,
Lihêf û doşekên nû hatine ji Yemenê
deynin ji aliyê odê , kar berxan berdin ji kozê,
Hesp û hêstiran berdin ji tewlê,
Hûn ê mala barkin , bidine ser rêka dûzê
Em ê derên ji topraxê Dewrêş Begê
Em ê herne cem wî Cembelî Mîrê Hekarê û Begê zozanê loyo loyo….
Erê malan bardikin ji erdê,
Dine ser rêka dûzê , cahda helê
Dertên ji topraxê Dewrêş Begê
Diçin dikine qista topraxê Cembelî Mîrê Hekarê, begê Zozan ê
Mala datîn li ser wê mêrga dûzê, cahda helê
Çît û ber çîta berdidine erdê,
Kar û berxan berdidine çêrê,
Ez ê bala xwe didime Binefşa Narîn,
ximşa xezala û rewşa bêrîvana kara xezala bitenê,
Weke lokizekê, dîsa vêketiye li vêderê ,
Li ber şewq û şemala Binefşê
Xelqê kar û berxên xwe berdane çêrê lêy , lêy , de lêyê…“
Ji ber sitrana rahmetiyê xalim Mecîdê Mamed hatiye nivîsan din, maf tûne kesek bêyî razîbûna Kemal Tolan parvebike !
Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 18.02.2025