Xeletiya tenê ya kurdan jî ew bû, ku giştpirsî di demekê zûtir de nehate kirin.

Mesûd Barzanî radigihîne, herçend piştî giştpirsiyê hinek astengî derketine lê bi vê giştpirsiyê paşeroja gelê kurd hatiye garantîkirin. Barzanî dibêje, xeletî tekane ew bû, ku demekê zûtir de giştpirsî nehatiye kirin.

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Newsweek a amerîkî re ragihand, operasyona desteserkirina Kerkûkê bi serkirdetiya Îranê, bi agahdarbûna berpirsên Brîtanya û Amerîkayê bûye.

Barzanî got: “Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayîn.”

Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku heta derfet hebe kurd xwe ji rûbirûbûnên leşkerî yên li gel artêşa Iraqê dûr digre. Herwiha tekez kir, ku ti hewldanek nikare nasnameya navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biguhere.

Derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Barzanî dibêje, Amerîka û civaka navdewletî dikarin pêşiya pevçûnan bigrin, eger şer dest pê bike jî diyar e ji aliyê wan ve glopa kesk ji şer re hatiye vêxistin.

Di hevpeyvînê de Mesûd Barzanî destnîşan kir, ku biryara giştpirsiyê ne biryarekî nû bûye û di nîvê sala 2014ê de hatiye wergirtin, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha Parlamentoya Kurdistanê ev biryar wergirtine.

Barzanî got: “Ji ber şerê DAIŞê wê demê giştpirsî hate paşxistin. Xeletiya tenê ya kurdan jî ew bû, ku giştpirsî di demekê zûtir de nehate kirin.

Mesûd Barzanî, ku serpereştiya giştprisiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ji sedî 93yê beşdaran dengê belê dane cihêbûna ji Iraqê, di hevpeyvînê de amaje bi wê yekê kir, ku herçend piştî giştpirsiyê hinek astengî derketine lê bi vê giştpirsiyê paşeroja gelê kurd hatiye garantîkirin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/081120172

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *