Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li ser HSDyê daxuyanî da

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre li ser herêmên di bin kontrola HSDyê de got, “Bi îzna Xwedê herêm dê rizgar bibe lê divê xelk sebirê bike.”

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre di hevpeyvîna xwe ya bi The New Arabiyê re diyar kir ku ji bo rêlibergirtina kuştina mirovan hevdîtin bi hemû komên çekdar re berdewam dikin.

Murhif Ebû Qesre di bersiva xwe ya li ser pirseke derbarê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de got:

“Bi îzna Xwedê herêm dê rizgar bibe lê divê xelk sebirê bike. Çareserkirina vê mijarê dê bi rêyên aştiyane baştir be.”

Ebû Qesreyê ku berê operasyonên leşkerî yên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bi rê ve dibirin, da zanîn ku niha di girtîgehên li herêmên di bin kontrola HSDyê de gelek çekdarên DAIŞê hene û ji ber vê yekê radestkirina wan kampan “gelekî girîng e.”

“Hemû jî dixwazin welatê wan rizgar bibe”

Ebû Qesre da zanîn ku dema ew li Şamê xwendekarî zanîngehê bû gelek hevalên wî yên Kurd hebûn û wiha axivî:

“Helbet hemû jî dixwazin welatê wan rizgar bibe lê eger ev yek bi rêya dîplomatîk û aştiyane pêk were dê çêtir be.”

Bi gotina Ebû Qesra birêvebiriya nû ti plana wê nîne leşkeriya mecbûrî ji nû ve bîne ji ber ku gelekî kesên dilxwaz hene û pêwîstî bi vê yekê nîne.

“Mafê şervanên biyanî heye di lîsteyên wezaretê de cih bigirin”

Qesra li ser mijara şervanên biyanî yên di nav HTŞyê de jî got:

“Berî her tiştî hejmara wan kêm e. Ji ber ku ew jî wekî Sûriyeyiyan beşdarî têkoşîna li dijî rejîmê bûne, mafê wan heye ku di lîsteyên wezaretê de cih bigirin.”

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre herî dawî jî got:

“Em wekî birêvebiriyê niha Tirkiye û welatên Ereban ziyaret dikin.

Armanca van serdanan naskirina hevdu û jinûveavakirina pêwendiyan e.

Çimkî rejîma berê Sûriye ji hemû welatan, çi yên Ereban bin çi yên ne Ereban bin, qut kiribû.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *