27 rêkxiravên Îranî li Ustraliyayê daxwaza xistina navê spaha pasdaran bi lîsteyê rêkxiravên terorîstî kirin

Roja Şemî 3ê Befranbara 1402 aRojî, Yekîtiya Rêkxiravên Îranî ku li Ustraliyayê de akincî ne, li nameyekê de ku bo serokwezîrê Ustraliyayê “Anthony Albanese” û Dadstanê Giştî yê wî welatê, daxwaz kirine ku spaha pasdaran a rêjîma Îslamiya îranê bêxne nava lîsteyê rêkxiravên terorîstî.

Li wê nameyê de hatiye nivîsandin ku bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê welatê Ustarliyayê ve pêngavek girîng bo rawestan li hember her gefekê ye ku bi tenî li ser axa Îranê û xelkê Îranê nîne, belku gefek li ser hemû cîhanê ye.

Herwisa li vê nivîsê de îşare bi êrîşên Hûsiyên Yemenê yên ser bi rêjîma Îranê ji çend heftiyan berî niha ve li deryaya Sor, êrîşên mûşekî yên rasterast bo ser axa Herêma Kurdistanê û Pakistanê û herwiha îşare bi kuştina xelkê bêtawan li navxweyê Îranêl de jî hatiye kirin.

Wan 27 rêkxiravan li vê nivîsê de tekezî li ser vê yekê kirine ku kiryarên spaha pasdaran, nîşanderê pêbendnebûna vê rêjîmê bo yasayên navnetewî ye ku ne bi tenê rewşa Rojhilata Navîn aloz dike, belku rê bo teror, şer û pevçonên mezintir xweş dike û bi terorîstnaskirina spaha pasdaran, pêngavek bo parastina aşitî û aramiya cîhanê ye

Li derheq bi terorîstnaskirina spaha pasdaran, li heyamê berê de jî nûner û senatorên Ustraliyaê ew daxwaza ji berpirsên payebilind ên welatê xwe kiribûn.

KM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *