Wezîrê Kinyaz û Zaza Kalaşov li ser Kurdên li Qazaxistan û Gurcistanê agahî dan Rûdawê.
Endamên Birêvebiriya Konfedrasyona Diyaspora Kurdistanî Zaza Kalaşov û Wezîrê Kinyaz, di bultena Nûrojê ya Rûdawê de behsa rewşa Kurdên li Gurcistan û Qazaxistanê kir.
Şandeyeke Birêvebiriya Konfedrasyona Diyaspora Kurdistanî hatibû Hewlêrê û bi Serok Barzanî re civiyabû.
Li gorî agahiyên ku endamên şandeyê dane Rûdawê, civîna wan a bi Serok Barzanî re seet û nîvekê ajotiye û Serok Barzanî bal kişandiye ser perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Diyasporayê.
Zaza Kalaşov: Li Gurcistanê 20 hezar Kurd mane, hejmara Kurdan kêm bûye
Serokê Komeleya Kurdî ya Gurcistanê Zaza Kalaşov got ku li Gurcistanê mafê xwendina bi zimanê dayîkê, mafên çandî û ragihandinê hene lê ji ber nebûna mamoste û pirtûkên bi zimanê Kurdî ev maf nayên bikaranîn.
Kalaşov anî zimên ku li Gurcistanê hejmara Kurdan kêm bûye, berê 40 hezar Kurd hebûn lê niha tenê 20 hezar Kurd mane.
Wî diyar kir ku Kurd ji ber sedemên aborî koçî welatên Ewropa û Rûsyayê dikin.
Zaza Kalaşov daxuyand ku pirsgirêkên perwerdeya bi zimanê Kurdî dê werin çareserkirin û zarokên Kurdan dê careke din li dibistanên Gurcistanê hînî zimanê xwe bibin.
Wezîrê Kinyaz: Li Qazaxistanê 100 hezar Kurd dijîn, dibistanên zimanê Kurdî hene
Endamê Birêveberiya Konfedrasyona Diyaspora Kurdistanî Wezîrê Kinyaz ragihand ku li Qazaxistanê derdora 130 neteweyên cuda hene û li gorî destûrê, mafê hemûyan heye ku li dibistanan hînî zimanê xwe yê dayîkê bibin.
Kinyaz da zanîn ku li dibistanên Qazaxistanê waneyên bi Kurdî hene û mafê Kurdan heye ku li zanîngehan bixwînin û bixebitin.
Wezîrê Kinyaz eşkere kir ku li Qazaxistanê 100 hezar Kurd dijîn lê tevî wê jî di vê gera parlamentoyê de ti nûnerên Kurdan tunin.
Wî got ku di hilbijartinên berê de ciwanekî Kurd ê bi navê Wekîl Nebîv parlamenter bû.
Divê were bibîrxistin ku Kanûna Pêşîn a 2021ê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya Serok Barzanî û 150 nûnerên diyasporayê, kongreya damezirêner a Konfederasyona Diasporaya Kurdistanê hat lidarxistin.
Konfederasyonê di daxuyaniya xwe de ragihandibû, ew dixwaze Kurdên ku baweriya wan bi serxwebûna Kurdistanê, bi rêyên demokratîk û bi Alaya Kurdistanê heye di bin sîwanekê de kom bike. (Rûdaw)