Wezîra derve ya Swêdê bi nûnerên tevgerên kurd re civîya

Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde duh bi nûnerên rêxistinên kurd re civîn pêk anî û di prosesa daxwaza endametîya Natoyê de agahdarî da nûnerên rêxistinên kurd ku ji Hevkarî, Federasyona Kurd a li Swêdê û Diakurd pêk dihat.

Ann Linde di axaftina xwe de behsa êrîşa desthilatdarên Rûsyayê ku çend sal berê li hember Gurcîstanê kiribû û ji sedî bîst axa wê dagîr kiribû kir û paşê jî êrîşî girava Kirimê kiribû û ew jî dagîr kiribû. Wê dîyar kir ku welatên ku ji Rûsyayê piştî têkçûna Yekîtîya Sovyetê rizgarîya xwe wergirtine, yên weke Lîtauen û cînarên wê, piştî wê ketina şikê ku Rûsya dîsa welatê wan dagîr bike. Ann Linde dîyar kir ku ew ketine wê şikê ku Rûsya eşkere hewil dide ku vegere weke rewşa berê an ku herêma berê ya dema Sovyetê dîsa bêxe bin destê xwe.

Wê her wiha eşkere kir ku ji mêj ve keştîyên bin avê li dora welatên wan û Fînlandîyayê digerîyan û piştî êrîşa ku birin ser Ukraynayê, şik û fikarên wan hê zêde bûbûn. Di encama prosesa guftûgoyên bi Fînlandîyayê re eşkere bûbû ku ew ê serî li endamîyê bixin û ger Swêdê jî ev nekira, ew ê di herêmê de bi tenê û bê parastin bima. Tu hêzek an jî welatekî ku bikarîbûya Swêdê biparasta tunebû û Swêdê jî ji mecbûrî ev biryar da.

Wezîra derve eşkere kir ku peymana bi tirkan re hatîye kirin tiştekî nû li têkilîyên herdu welatan zêde nekirîye û ew ê Swêd tu caran kurdên sîyasî û hemwelatîyên xwe neşîne Tirkîyê. Wê her wiha lê zêde kir ku çi lîsteyeke ku hikûmeta tirkan dabûn wan tuneye û dîyar kir ku Swêd welatekî demokratîk e û her tişt eşkere û li gorî yasayên pêk tê. Ji bo wê pêwîst nake kurdên Swêdê di vî awayî de bikevin şikê yan jî bêhizûr bibin.

Nûnerên rêxistinan yek bi yek pirsgirêkên Kurdistanê û têkilîyên bi Kurdistana Başûr re bi lêv kirin û daxwaz û pêşnîyarên xwe pêşkêşî wezîra derve kirin. Nûnerên Hevkarîyê jî ku ji her welatekî yek beşdar bûbû, fikir û ramanên xwe pê re parve kirin û nûnerê TDK-Tevgerê jî di vê babetê de bal kişand ser nûçeyên şaş û ne di cî de ku di medyayê de berbelav dibûn û ji ber vê tesîreke negatîv li ser kurdên hilbijêr dikir û jê daxwaz kir ku di vî awayî de agahdarîyeke berfireh ji raya giştî re vekirî beyan bikin.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *