Wêneyên Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê gelekî rengîn e

Festîvala Sêyemîn a Şal û Şepikan a Zaxoyê bi gelek çalakiyên cuda û rengîn berdewam dike.

Gelek cureyên cilên Kurdî li Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê tên nîşandan.

Her wiha gelek hunermendên Kurd bi kilam stranên xwe reng didin festîvalê.

Kerîmê Jirkî û Hesen Şerîf ji wan hunermendan bûn ku li festîvalê cihê xwe girt.

Pira Delal a Zaxoyê bi deng û rengên Kurdan xemilî û mazûlvaniya mêhvanên ji 4 parçeyên Kurdistanê kir.

Festîvalê îro dest pê kir û dê sibe jî berdewam bike.

Wêne: Bilind Tahir-Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *