Welat, Welatînî û Al
Welat erdê bav û kalikèn me ye.
Welat ew der e ko, pèşîyèn me li wè rabûne, Ji bona avahiya wè xebitîne û li wê mirine. Welat ew diyar e ko, em têde sekinîne û rùjekè di nav axèn wî de bène veşartin.
Xelkê welateki, welatiyên hev in . Borî, hal û dawiva wan bi hev re girè dane. Zmanè wan, girèdana wan, her hal û lebtèn wan mîna bev in. Pêşiyèn wan li rex hevdu rabûn, rûniştin ù mirine.
Welatî bi qencîya hev şa dibin, ber xirabîya hev dikevin. Şîn ù şahîneta wan yek in.
Xelkê welatekî brayèn hev, pismamên hev in. Hergav bi hev re, dest bi dest, ji bona xweşî, avahî û azahîya welatè xwe dixebitin. Kam û armanca wan yek in. Ji bona welatê xwe can û malèn xwe didin der, xwînên xwe bêperwa dirijênin. Herê dixebitin ko welatê wan me kevit bin destên miletên din.
Lê miletin hene ko welatê wan, bi awakî, ketiye bin destên neyar û dijminan. Wek welatê miletê me, Welatê Kurdistanê. Ev miletên ha ji bona rizgarîya welatê xwe dixebitin. Xebata wan ev e: Rojekê berè biyanîyan ji welatê xwe derînin û mina miletèn din biserxwe bibin, di nav hev de bi xweşî, ù bi qencî bijîn.
Herkes hej welatê xwe. hej welatîyên xwe dike. Hejkirina welêt di dilê me de hêvîyeke mezin û bilind e. Em pè xurt, zexm û canfeda ne. Jê re welatînî dibêjin..
Welatînî di hundirè me de agirekî mikedes e. Pêta wî agirî ji me re her tiştèn welèt dide hez kirin. Ji lewre, di ber çavên me de ax, av, çiya deşt, dar ù kevirèn welatê me ji yên welatèn din spehîtir, xweştir û şêrîntir in.
* * *
Her milet xweyîyê alekê ye. Al nîşana milet ù welèt e.
Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rùmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bi qedrbùna ala xwe, bèperwa xwe didin kuştin.
Ala her miletî je re beha ye. Di cejn û sahinetan de kesr, seray, xanî û kuçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, slivan lê dikin, wè maç dikin, datînin ser serên xwe.
Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pèl dibin, di rêveçùna leşkerî de divekin pêşîyê.
Lê alên miletèn dîl, wek ya miletê me, ji her derè biderkirî, lihevtewandî Ii ser’ dilê zarowên wan de hilandî ne.
Miletèn dîl dixebitin, xwînén xw dirijênin ko biyaniyan ji welatên xwe biqewirinin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin.
Ala her miletî bi çend réngan û bi şiklekî din e. Ala kurdan, ji jor ber bijêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.
Hwar hejmar 183 30 Îlon 1932
www.arsivakurdi.org