Wefata Şukrî Goktaş û rewşa Girtiyên Zîndana Amedê

Sîraç KIRICI
 
Çend roj in dixwazim li ser wefata hembajarîyê xwe û hevalê xwe yê zindana Amedê nivisek binivsinim…
Destê min nediçû ser klavyeyê..
Îşev bi xwendina şiîra helbestvan Sûleyman Kaya, min zor da xwe.
“Ey Şukrîyê weke şêr
Te ji jîyanê nedî xêr
Du zik birçî yeke têr
Te pir dît êş û ezîyet
Şûkrî bû malê milet
Kesî neda wî qîmet”
Yên li Zindana Amedê mane, baş dizanin ku di nav çar dîwaran de wext qet derbas nedibû.
Her roja li wê zindanê, wek sal û demsalan dirêj dibû…
Niha lê mêze dikim, piştî jiyana me ya girtîgehê, sal wek avê diherikin.. Herikandina salan li alîkî, dem dem ew herikandin wek pêlên deryayên dijwar, mirovan li vî alî, li wî alî dixine.
Hew mirov dinere ji sedema êş, nexweşî, bê wefatî, qehir û qotikên jiyanê hevalekî we yê ji wê zindanê, di nav tabûteke sar de dirêjkirî ye.
Xocê mizgeftê, bi dengekî xerib “hûn heqê xwe li vî camêrî helal dikin?“
Bersîva ”erêêê!“ nişana poşmanîyek ku guruzîyek dixe canê mirovan.
Bêyî ku hay û erêkirina kesê di tabûtê de dirêjkirî ye, rêwîtîya xwezayê despêdike.
Ev demek e, ez li Waranşehrê me.
Bi telefona kek Alî Bahçelî pê hesîyam ku Şukrî wefat kirirîye!
Ez û Mamoste Fahrî Kaya, me berê xwe da navnîşana ku Alî dabû me.
Me li ber nexweşxanê kek Kemal Kodin dît!..
Tevî hevalê wî kek Îsa Misafirci, Sefer Aytar, kek Ali û mamoste Fahrî ji ber nexweşxanê em çun mizgeftê.
Li hewşa mizgeftê, komên biçûk biçûk sohbetên xwe didomandin. Hêdî hêdî girse kom dibû. Ez û kek Fethî Tek li ser banqa li hember tabûta Şûkrî runiştin. Me behsa kiryar û helwestên wî û bûyerên aktuel kir.
Şukrî li ber me, di nav wê tabûta sar de dirêjkirî bû… Celallettin Ekmen û Vahit ji Rihayê hatibûn.
Sohbetên min û Şukrî hat bira min…
“Kes qîmeta kedê nizane, her kes milada tekoşînê ji xwe ve despê dike”
Tespitek rast û di cih de bû.
Ya xerab û êşek dide mirovan di nav 40 salên vê taliyê de, kultirek pirozkirina mirîyan û afaroz kirına zindiyan saz bûye.. di saxîya wan(wî/wê )de ew şoreşgerana di çi halî de ye kes nizane.
Heyf!!.
Ji kijan doraliyên siyasî dibe bila bibe, aliyên mûşterek yên li Zindana Amedê mane pir in…
Jiyana kolektiv, girêdana bi doz û tekoşînê ve…
Dem dem wexta ez dihatim Wêranşehrê, me hev didit û me dest bi sohbetên germ û berhemdar dikir.
Xortanîya me, bi rikberîya fikrên di bin bandora îdeolojiya çeptîyê de derbas bûbû.
Piştî berxwedana 5 îlonê, di têkiliyên me de kultirek nû ava bû. Şuna fikir û ramanê min rast e, danûstendinên nûjen û hevûdin qebûlkirin dest pêkirirbû.
Hûn ji kijan rêxistinê dibin ferq nake, jîyana Zindana Amedê we bi şiklekî dikemîlîne.
Kesên ku di dema wehşet û îşkenceya li Girtîgeha Amedê de bi hev re mane, çanda parvekirinê dixin navenda jiyana xwe.
Dilê wî dişewitî!..
Niha dilê min ji wî bêtir dişewîte, wî vê encama qet heq nekiribû!
Li ser gora wî naveroka axeftina kek M.Ali Xencer û kek Vahit Akgûn, bi hevokê bijarte êşa hevalên wî siviktir dikir…
Yên wefat dikin bi şiklekî xelas dibin..
Li ser rêya mala ku şîn lê dihat kirin.. Du keçên milê hev girtine nêzî me bûn, yek ji wan bi rûkenî li dor kekê min Eyub û Mamoste Fahrî doş dibû. Nizanibû çi zahmetî li pêş wê ye. Keça din bi awayekî şermok li me mêze dike. Hin pir biçûk bûn. Temenên wan di navbêna 8 û 10 salan de bûn..
Gelo ev kî ne?
Mamoste Fahrî, ev Delila ye keça Şukrî ye.
Mala minê…yekcarna gotin diqedin!..
Bi hêviya ku kesayet û dezgehên li hemberî Şukrî, vatiniya xwe bi cih neanin, ewê li hemberî Delila û zarokên din bi cih binin.
Oxir be!
Stara stêrkên azadîyê ji ser serê te kêm nebe. 07.02.2024 Siraç Kirici
 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *