Van rojan sedan kes bi hêceta banghêjî bo baykota hilbijartinê ji aliyê rêjîmê ve hatine girtin

Tenê li Urmiyê de 50 kes bi sedema banghêjî bo baykotkirina dengdan hatine binçavkirin.

“Rehîm Cehanbexş”f ermandê hêza tepeserkar a întizamî ya rêjîmê li Urmiyê ragihand her cure naverokek li torên civakî de bi armanca alozkirina hizra giştî û herwisa banghêjî bo baykotkirina dengdanê dê ceza bi dude hebe û herwisa ragihandiye ku li vê derheqê de 50 birêveberên malper û rûpelan li torên cîvakî hatine binçavkirin.

Li çi ciheke cihanê de ji bilî welatên ku desthilatdarên wan dîktarorên tundajo ne, banghêjî bo nedana deng tawan nîne.

Binçavkirina wan kesan ji aliyê rêjîma dîktator a Îranê li halekê de ye ku heta niha piraniya aliyên siyasî û medenî û kesayetiyên li dijî rêjîma Îranê, dengdan baykot kirine.

Ti zanyariyek zêdetir li derheq nasnameyan kesên binçavkirî û herwisa şêwaza binçavkirin û cihê vegihastina wan 50 kesan, belav nebûye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *