VÎNA JIYANÊ

Bîrdozî, têkoşîn, berxwedan, bawerî û hişmendîya hestên netewî geş bibe û xwe birêxistinkirin bike, dikare weke hêza xwezayî demsalên têkçûn û bêhêvîtîyê biguherîne, rê li ber biharên rasteqîn vebike.
 
Di rêgehên dûr û dirêj de, di kûrahiya demsalên têkoşînê de îradeyek li hevkirî bi hev bawer û li ser berjewedîyên netewî û armancên stratejîk hem fikir û lihevkirî dikarin lat û zinaran bi qelêşin, deşt û çîyan bi têkoşîn û keda xwe ji nû ve bixemilînin û ji xwe re rêbazên nû peyder bikin, bi cehd kirinek rasteqîn dikarin hêvîyen xwe xurt bikin û barên xwe sivik bikin.
 
Ew karwanên bi hişmendîya doza netewî tevdigerin, divê ji nexweşîyên doyîn û yên demode dûr bisekinin. Bi hişmendîyek milî, divê rêgehên nû bigerin, metod û pêwîstiyên têkoşîna demê baş binirxînin xwe ji nexweşîyên îdeolojîk yên çargoşe azad bikin.
 
Vîna netewî, têkoşîn û armancên stratejîk gava li ser bingeha berjewedîyên netewî bi meşe, berxwedana li dijî zor û zehmetiyên giran, pişkî hêsan dibe. Lê gava kom û kozikên konforê, berjewedîyên şexsî, berdewamiya nexweşîyên doyîn, hevaltî û dostanîya li ser menfaeta rojane asoyê mirov kor dike û hêdî hêdî rê li ber pûçbûnê, zuwabûnê û têkçûnê xweştir dike.
 
Ev çil sal zêdetire em di keştîyekî de, di nav pêl û bahozan de dijîn. Divê herkes li taxa xwe, li mala xwe û li derbasbûyina xwe meze bike, bi nîrxîne, muhasebe bike, başî û xirabîyên xwe miqayese bike, wan encaman bi ûjdana xwe re parve bike. Di nav wî çil salî de me çil gav pêşve avêt an jî di gêrînoka berjewedîyên şexsî de me stargehên xwe radestî dijberên xwe kir? Pirs û bersîv li hevkirîbin rîya çareserîyê hêsan e! Lê gava desthilatdariya Beko Ewanan bi hêz be, hûqûq û bawerî şikestin bixwe, zehmetiyên me giran bibin.
 
Îro li seranserê cîhanê û Kurdisanê bûyerên girîng, guhertinên mezin di rojevê de ye. Em bixwazin an nexwazin wê ev rojev bandorek li jiyana me bike. Em di berbanga nûjen kirin û reorganizasyonek nû de ne. Hêzên li seranserê cîhanê desthilatdarin li gorî berjewedîyên xwe bazaran ji nûve dabeş dikin an bi şerê wekaletî destên xwe xurt dikin. Sîstema teknolojî û têkilê/terkîpê dide xuyakirin ku tu hêz, tu netew, tu dewlet an tu kes nikare xwe ji wê sistemê, ji bandora encamên wê xwe dûr bixe an bisekine.
 
Ji ber wê yeke pewîstîya me bi aqilek kurdî, bi refleks û bertekên Kurdî, bi stratejiyek netewî heye. Hêz û alîyên sîyasî, rewşenbîr û zanayên kurd, kesayet û bawermendên civatê mecbûrin li dijî dagirkeriyê reçeteyek hevbeş amade bikin û rojek zûtirîn dest bi hewldanên çareserîyê bikin. Ji bîr ve nekin ” Hespê Felekê” her dem nayê ber derîyên me. Îro ew derfet derketîye holê, eger em bi hişmendîya netewî tevbigerin û rê li ber aqlê kurdî xweştir bikin bawer bikin vê carê emê bikaribin li Hespê Felekê suwarbibin û bigihîjin armancên xwe. Bapîrên me gotine: Dinê weke guleke, bi hevre bîhin bikin û bi hevalên xwe re bi meşin!
 
De rabin Kurdistanê deynin navenda Dinê û bi hevre bîhin bikin û bi hevra tevbigerin…
 
Ger hûn bawer nakin cardin bi baldêrî û bi bîhnferehî li wêneya hanê mêze bikin. Jiyan çiqas zor û zehmet be, zinar û lat çiqas we dorpeç kiribe, hûn dikarin bi têkoşîn û vînek hevbeş, rê li ber serkeftinek milî mîsonger bikin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *