Di pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê dest pê kirî de xala herî gelek tê mereqkirin ew e ku gelo eger Abdullah Ocalan bang li PKKê bike ku çekan deyne dê PKKê vê bangê cîbicî bike an na. Kesên ku PKKê ji nêz ve dinasin û nav PKKê de mane dibêjin, PKKê bi ya Abdullah Ocalan nake ji ber ku qendîl bin bandora navendek din de ye, akademîsyen jî dibêjin divê PKK û pirsa kurd ji hev werin cudakirin.
Piştî ku MHP bi agahiya partiya desthilatdar li Tirkiyê bang li Abdullah Ocalan kir ku ji PKKê re bêje bila çekan deyne û vê bangê bin banê parlementoyê de bike pêvajoyek nu dest pê kir. Niha jî cihê mereqê ye ku gelo dê Abdullah Ocalan bin banê parlementoyê de bangek wisa bike an en û eger bang bike dê PKKê vê bangê cîbicî bike an ne, kesên PKKê ji nêz ve dinasin dibêjin zehmet e ku PKK dest ji çekan berde û her wiha bal tê kêşan ku bikaranîna çekan zirarê dide kurdan û divê çek ji holê rabin.
Lêkolîner û nivîskar Vera Koyî ji K24ê re got: “Ez bawer nakim ku PKK bi ya Ocalan bike, ji ber ku dezgehê PKKê û qendil bi serê xwe nikarin biryarê bidin, PKK û Qendîl ne bi Ocalan ve girêdayî ne. Çek zirarê dide kurdan yên ku çekan bi kar tînin divê vê yekê baş bifikirin, divê çek ji jiyana kurdan were derxistin lê ez bawer nakim ku PKK çek berde.”
Akademîsyen jî balê dikêşin ser êrîşa Enqereyê û dibêjin ev yek nîşaneya wê yekê ye ku hewlek heye ku çek ji holê ranebin. Her wiha derbarê çareseriya pirsa kurd û pêvajoya nu de jî tê xwestin ku pirsa kurd û pirsa PKKê ji hev werin cudakrin û ji hev cuda werin meşandin.
Peyvdarê Hewla Çavdêriya Perwerdehî û Çaksaziyê Li Diyarbekir Profesor Azîz Yagan dibêje: “Bi ya min divê pirsa kurd û pirsa pkkê ji hev cuda werin nirxandin. Divê ji kurdan were pirsîn xweseriyê dixwazin an federalîzmê, derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de gelo kurd çi dixwazin. Em bo çareseriya pirsa kurd amade ne hemû hêz û derfetên xwe pêşkêş bikin lê bo pirsa Pkkê em beşdar nabin.”
Lêkolîner û Akademîsyen dibêjin pêvajoyek nû hebe jî nebe jî divê çek ji jiyana kurdan derbikeve, ji ber ku dema çek hebin daxwazên kurdan ên rewa wek tawan tên dîtin.
K24