Pirsa Rojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.
Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.
Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?
Barsiva Cano Amedî:
Berîya her tiştî ez spas dikim ji bo redaksyona Rojevakurd.
Pirsa we, pirsekî girîng û mafdar e, bi rastî bersîva vê pirsê bi dîroka sîyaseta Kurd ve girêdayî ye. Li alîyekî vê pirsê, gelê Kurd e; li alîyê din jî çîroka dagîrkerên ku Kurdîstan di nav xwe de dabeş kirine. Problem ne yek alî ye, divê pirsgirêk û statuya îroyîn li ser wan nîrxan bê şîrove kirin.
Li alîyekî pirsgirêka statuya dagîrkeran û têkçûna sînorên ne rewa li holê ye, li alîyê din jî ji bo parastina rewşa îroyîn hewldan û têkoşînek dijwar tê domandin. Ev şerê di nav her du alîyan de bi rê û rêbazên cûrbecûr didome.
Dewletên dagîrker, ji bo ewlekarî û statuya xwe her dem, li hemberî “jehrê” ji xwe re “jehrkuj” peyda kirine. Dewletên dagîrker, pirî caran xwestine gelê Kurd bi destê “hêzên kurd” kedî bikin û dikin jî. Ev polîtîka gemarî îro jî didome.
Qaşo ew hêzên xwe weke hêzên Kurd nîşan didin, berjewendîyên rêxistinî û yên îdeolojîk, li ser berjewendîyên netewî digirin. Ev polîtîka an stratejîya hanê, ji bilî gelê Kurd, feyde dide herkesî. Lewra hemû alîyên hêzên serdest piştgirî û hevalbendîya wan dikin.
Çepgir û oldarên netewa serdest, ji bo berjewendîyên netewa xwe li dijî gelê kurd tevdigerin. Hinek jê bi wezîfedarî, bûne pêşkêş û aqilmendên gelê Kurd! Ji bo gelê Kurd li ser zemînek netewî necive, xebatên hevpar neke, dîwarên îdeolojîk û olî di nav civata Kurd de ava kirine û weke erdnîgarîya perçekirî niha jî gelê Kurd ji hev diqetînin, navbera wan kûr dikin û wan ji hev dûr dixin.
Dabeşkirina Kurdîstanê bi xwe re perçebûnek civakî jî anîye holê.
Gelê Kurd, di demên girîng û zêrîn de derbas dibe; peşeroj û paşeroja gelê Kurdîstanê, weke ronahî û tarîyê, bi qasî bihostekî nêzîkî hev in.
Piştî şerê cîhanê yekê û yê dudoya û vir de, ev cara sisêya ye ku derfetên zêrîn derketine holê: “hespa felekê” li ber derîyê gelê Kurd e! Heta îro tu carî gelê Kurd, weke îro nêzîkî azadî û serxwebûna xwe nebûye! Gelê Kurd bi sazî û dezgehên xwe, bi hêz û qeweta xwe, bi bîr û bawerîya netewî dikare çîroka qedera xwe biguherîne û ji vir pê de bibe xwedîyê dahatûya xwe.
Mafê tu hezekî tuneye ku gelê Kurd di nav reş û tarîtîya labîrentên îdeolojîk de biwestîne û bê hêvî bike. Pêwîstîya me bi hişmendîyek netewî, bi rê û rêbazên hevpar heye. Ji bo wê jî divê em ji fersend û derfetên dîrokî sûdmendîyekê wergirin.
Xuyaye ku ji bo hinek kesayet û rêxistinan Şam, Enqera, Bexda û Tehran gelek şêrîn e(!) Ji bo wan berjewendîyên netewa xwe binpê dikin! Lê belê, mîna Qazî jî dibê, `şêrînîya wan ji bo me jahr e`; hêvîyên wan ji bo me mirin, qirkirin û komkujî ye! Divê hemû sîyasetmedar, rewşenbîr û partîyên Kurdîstanî baş zanibin Hewlêr, Mahabad, Amed û Qamişlo di Cîhanê de herî şêrîntirin!
Em vegerin ser pirsa Şengalê! Şengal û heremên li gor xala 140 a destûra Iraqê, ji salên 1961 an vir de mijara gotûbejan û qada şer e. Dirûşmê “Kerkûk dilê Kurdîstanê ye”, weke sembola van herêman, statu û desthilatdarîya Kurdîstanê bi bîr tîne.
Daxwaza Kantonbûna Şengalê, ne daxwzek Kurdî ye û bi her awayî parastina dabeşkirin û dagîrkirina Kurdîstanê ye. Ev daxwaz, daxwaza dewleta Îranê û ya Baxdayê ye. Bi çi navî û bi çi armancê dibe bila bibe, daxwaza veqetandina Şengalê ji herêma Kurdistanê, daxwaza dagîrkera ne! Her kî piştevanîya daxwaza dagîrkeran bike, li hemberî dîrokê, li hemberî mirovahîyê xwedî nasnameyek rûreş e! Kesên bi wan re misqalek hişmendîya netewî hebe, divê nebe peya û xulamê dagîrkeran!
Divê PKK, rêz ji desthilatdarîya hukumeta Kurdîstanê re bigire û zûtirîn ji şaşî û stratejîyên ji rastîyê dûr in û destê dijmîn xurt dike, dev jê berde . Divê rojek zûtirîn vegere ser xeta netewî û ji raya giştî re bide diyarkirin ku bi rastî piştgirîya dewlata Kurdîstanê dike. Lê em dibînin PKK li Şingalê û hinek herêmên Başûrê Kurdîstanê, dixwaze desthilatdarîya hukumeta Kurdîstanê dorpêç bike. Ev helwest ne helwestek Kurdîstanî ye. Berîya her tiştî ev helwest, daxwaz û hêvîya dewletên dagîrker e.
Hukumeta Kurdîstanê, parlementoya Kurdîstanê bi dengê gelê Kurdîstanê hatîye pesend kirin. Divê her Kurd rêz li desthilatdarî û erkên wê bigire. Meşrû û netewî ye. Piştgirî û rêz lê girtin erkek netewî ye. Êrîş û dijîtîya li hemberê desthilatdarîya Kurdîstanê, bi tu awayî nayê qebûl kirin û nayê parastin. Ev êrîş û dijîtî, destê dijmînê gelê Kurd xurt dike. Rojek zûtirîn, divê PKK derîyê çareserîyê veke û rê nede bûyerên reş û tahl. Ger PKK, di şaşî û xirabîyên xwe de israr bike, tu carî nikare xwe ji berpirsîyarîya rûdanên biqewimin paqij bike!
Divê hemû hêz, rêxistin û partî şertên hene baş binîrxîne û li ser rêgehek netewî, van derfetên derketîne holê, ji bo berjewendîya gelê Kurd bi kar bîne. Tu carî berjewendîyên rêxistinî, cihê berjewendîyên netewî tije nake. Jiber vê, divê li ser mijara îtîfaqan jî bi dil û can bisekinin, şîrove bikin, bi nîrxînin û helwestên hevpar bigirin.
Divê em hemû ji xwe bipirsin: Gelo, bêtifaqî qedera gelê me ye an bêkarî û lawazbûna sîyaseta me ye!? Çima em şêrîn û qîymetên xwe, bi tehlê xelkê diguherin? Divê her Kurd vê pirsê ji xwe bipirse, pirs bi xwe re, bersîv tîne, bersîv li ber çareserîyê rê vedike…
Ez carek din dîsa dubare dikim: pêwîstîya me hemûyan bi parastina yekrêzîya berjewendîyên Kurdîstanî heye. Tu partî û tu hêz bi serê xwe, nikare bi qedera gelê Kurd bilîze û rewşa welatê me biguherîne!
Gavên hevpar, helwestên hevpar, armancên hevpar û berjewendîyê hevpar me digihîjîne berjewendîyên gelemperî û Kurdîstanî..
Em baş dizanin ku pêwîstîya me hemûyan, bi qasî av û nan bi helwestên netewî û Kurdîstanî heye? Ev helwestên hanê ji bo rizgarîya netewa Kurdîstan bi qasî oksîjen û hewa pêwîste!!!
Cano Amedi 12-02-2017 Amed