Trump: Êrişên li Îranê hatin rawestandin û agirbest hat dirêjkirin

Donald Trump ragihand ku li ser daxwaza serkirdeyên Pakistanê wî operasyonên leşkerî yên li Îranê rawestandine û biryar daye ku agirbestê dirêj bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku birêvebiriya ÃŽranê “bi giranî dabeÅŸ bûye” û destnîşan kir ku heta pêşniyareke hevpar neyê pêşkêşkirin dê zexta leÅŸkerî berdewam bike.

Serokê Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û biryarên xwe yên dawî yên li ser pêvajoya dîplomatîk û leşkerî ya li herêmê bi xelkê re parve kirin.

“Hikûmeta ÃŽranê bi giranî dabeÅŸ bûye”

Trump bal kişand ser krîza birêvebirinê ya li Tehranê û di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:

“Li ser wê rastiyê ku hikûmeta ÃŽranê bi giranî dabeÅŸ bûye -ku ev ne tiÅŸtekî çaverênekirî ye- û li ser daxwaza Fermandarê GiÅŸtî yê Artêşa Pakistanê Asim Munîr û Serokwezîr Åžehbaz Åžerîf, ji me hat xwestin ku heta aliyê ÃŽranê pêşniyareke yekgirtî pêşkêş bike em êrişên xwe rawestînin.”

Trump teqez kir ku dirêjkirina agirbestê nayê wateya rakirina zexta leşkerî û diyar kir ku wî fermanên zelal dane artêşa xwe û da zanîn:

“Min ferman da artêşa me ku dorpêça deryayî bidomîne û di hemû mijarên din de bi temamî amade be. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *