Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir: Kuştî û birîndar hene

Tirkiyeyê şeva borî êrişî gelek deverên Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Rêveberiya Xweser, di van êrişan de 4 sivîlan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan zarok e.

Her wiha 15 kes jî birîndar bûne ku 3 ji wan endamên hêzên ewlehiyê ne.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirkiyeyê ji asman û bejahiyê ve bi balafirên şer, balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êrişî Til Rifet, Til Temir, Qamişlo, Kobanî û Minbicê kiriye.

Di van êrişan de stasyona kahrebayê ya li Kobaniyê, navendeke tenduristiyê ya li Qamişloyê û her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên li kantona Cizîrê bûne hedef.

Li Til Rifet, Efrîn û Şehbayê 4 sivîlan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan zarok e û 10 kes jî birîndar bûne.

Li Kobaniyê jî jî 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn birîndar bûne.

Di êrişa li ser Navenda Tenduristiyê ya li Taxa Xelîcê ya Qamişloyê sivîlek birîndar bûye û di êrişa li ser Stasyona Siwêdiyê ya li Dêrikê de jî karkerekî kargeha gazê birîndar bûye.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku wan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişî 32 deverên cuda kiriye.

Çi bûbû?

Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Heta niha nehatiye eşkerekirin bê ma êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Lê Tirkiye piştî vê êrişê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *